Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mîr Dr. Kamîran Bedirxan Di 40 Saliya Koçkirina Wî

 


Konê Reþ

Werin, werin.. Werin em lehengekî din ji lehengên Kurdistanê bibîr bînin.. Werin, em Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan bibîr bînin. Yê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên kurdan re geþ dibû, bi têkçûnên wan re, xemgîn dibû û dilê wî dihat givaþtin..
 Wî ji Stenbolê destpê kir.. Bi Mêcer Nowêl re li Kurdstana bakur geriya.. Navê wî di lîsteya 150 kesî de, bidarvekirinê hat derxistin.. Digel bav û biran, xwe li mîrekên Berazan (Meqtelê), girtin.. Li Almaniya xwendina xwe bir serî..


 Li Beyrûtê (Roja Nû) û (Stêr) weþandin.. Li Parîsê, di zanîngeha Sorbonê de zimanê kurdî parast.. Li Ewropa, nûneritiya þoreþa Barzaniyê nemir kir.. Di lihevhatina 11`ê adara 1970`î de, Barzanî jê xwest bibe cîgerê serok komara Îraqê, lê ew razî nebû, bi tenê xwest ku bibe mamostayê zimanê Kurdî di dibistanek çiyayê Þingalê de..
 Dawî, di roja 04.12.1978`an de li Parîsê, di dûrî û koçberiyê de, wek piraniya ap, bira û pismamên wî, Yezdanê mezin canê wî ber bi banê gerdûnê ve bilindkir û ji xwe re bir..
 Erê werin, werin piþtî 40 salî, em vî lehengê Kurd yê payebilind xwe bibîr bînin.. Xwendevano! Ku ez û te yekî wek Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bi bîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne..?!
 Di baweriya min de miletê ku lehengên xwe jibîr bike, wan di ser guhên xwe re bavêje, ew milet nexercê jiyanê ne..
 Wek ku min got Mîr Dr. Kamîran Bedirxan di roja 04.12.1978`an de li Parîsê koça dawî kiriye û berî mirinê, termê xwe kiribû diyarî ji fakultên bijîþkî re li Parîsê, anku ew bê gore! Rehma Xwedê li wî û tev neferên malbata wî be. Rehma Xwedê li canê tev lehengên Kurdistanê be.
 Konê Reþ, Qamiþlo, 01.12.2018

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark