Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Odeyên Cizîrê û Rola Wan/1

 


Konê Reþ

  Di wê zaroktiyê de min xwe dît ku, mala me di pala girê gund de ye.. Odeyeke mezin û kîlereke biçûk pê ve, ji erdê baþ bilind xuya dikir.. Pê ve jî dikek mezin û bilind ji bo rûniþtina havînî di rex deriyê hewþê de, cî digirt û berê wan li baþûr bû.. Gelek caran min xizmeta mêvanên wê odeyê re dibir.. Li çîrok û çîvanokên ku ji hev re digotin, guhdarî dikir.. Ji ber ku romana zaroktiya min ji gund destpê kiriye û min ode dîtine, bi min xweþ e ku ronahiyê berdim dor civaka odeyên xelkên Cizîrê. Ew civaka ku di wî heyamî de xelkên wê jiyana xwe ya rojane li dor gera zîlana odeyan derbas dikir..


*         *          *
  Ji destpêka çerxê 20`an û vir de, ta dawiya salên 1960`î, ew odeyên ku di piraniya gundên Cizîrê de hebûn, roleke baþ di hevdîtin û berdewamiya pêwendiyên eþîr û xelkên Cizîrê (Binxetê) de dilîstin.. Ew ode ji nifþê nû re wek dibistanên gelêrî bûn.. Xweþ fêrgeh bûn ji perwerdekirina irf û adetên kumanciya orjînal de.. Û bi xêra dengbêjên ku û çîrok û stran digotin zimanê me û gelek ji zargotina me hat parastin..
  Ew eþîrên ku nîvkoçer bûn û ji sedê salan ve, pey çêreya sewalên xwe diçûn zazana û careke din li warê xwe 


germiyana (Cizîra Sûriyê), vedigeriyan. Wan eþîrên Dêmanî (nîvkoçer), sînor nas nedikirin.. Digel ku ji sedê salan ve di herêma xwe de, di bin desthilatiya axakî xurt de, wek Xelef Axa ku di nîvê pêþî ji çerxê19`an ve, zêrevaniya rêka Sultanî (Ipek Yolu) di navbera Urfa, Mêrdîn, Nisêbînê, Cizîra Botan û Mûsilê de dikir.. Wan eþîran jiyana xwe bi aramî û aþtîyane bi pêkhatiyên heyî re ji Siryan, Ereb û Êzidiyan re derbas dikirin.. Piþtî peymana Sykes- Picot û danîna sînor di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ku di encam de (Serxet û Binxet) bi nav bûn, çûna koçeriya zozana, hin bi hin ji ber wan hat birîn û neçar bûn ku di çaçova xaka xwe de bimînin.. Di encam de xelkên wan eþîran digel konên xwe yên koçeriyê ku sê stûnî, pênc stûnî û heft stûnî bûn, gundên nû di herêma xwe de avakirin.. Bi xwedîkirina sewal û dewaran re, berê çandiniya xwe firehtir kirin, li gor pêdeviya civaka xwe, di her gundekî de koçkek (Odeyek) ava kirin. Ji Eyndîwerê ta bi Serê Kaniyê, gundên bê ode nebûn.
  Her eþîreke herêmê ji çend gundan pêk dihat. Di her gundên wê eþîrê de ode hebûn. Odeya Axayê eþîrê ji tevan mezintir, bi çûn û hatintir û bi roltir bû.. Ode ji mezintirîn avaniya gund bû, mal jê bilindtir nebû.. Mezinbûna odeyan li gor mezinbûn, dewlemendbûn û halxweþbûna axayê eþîrê û keyayê gund dima..
  Avaniya odeyan ji kelpîçan bûn; ji ax, ka, beþt û mircaqan bûn. Tev ode ji erdê baþ bilind bûn, li kêleka her odeyekê dikek ji bo rûniþtina þevên havînî hebû. Ew jî wek odeyê ji erdê bilind û dirêj bû. Ode ji du beþan pêk dihat; beþê biçûk bi navê hêwana odê an kîlera odê dihat naskirin, mêvan têre derbasî hundirê odaya mezin dibûn. Ev beþ, terxankirî bû ji ocaxa Qehwê re; qehweçî û alavên çêkirina qehwê wek; tifika agir, gumgumên qehwê yên di ser hev re mezin, misînk û fincanên qehwê, hawin, miqilk, misînên destnimêjê, digel denekî mezin û tasek li ser ji bo vexwarina avê.. Li rex her odeyekê guvek ji bo girêdana hesp û kerên mêvanan hebû.. Dirêjbûna hin odeyan 24 metro bûn, wek odeya Ûsivê Issa ku ta niha li gundê Xibe Dîb e.. Kursî di odeyan de nebûn. Bi kulavan raxistî bûn; her du metroyan, du palgehên li ser hev, li ser wan kulavan danînî bûn.. Mêvanên odê çarmêrkî (Kurmancî), li ser kulavan rûdiniþtin. Wek ku min gotiye, dergehên wan odeyan 24 saetan vekirî bûn, çariyekê qehwe ji mêvanan re dihat gerandin, sê dan xwarin ji mêvanan re dihat danîn.. Ew xwarin li gor rewþa aborî ya xwediyê odê bû. Gelek caran sûnda xelkên odê ya asê bi (Pîrê qehwê) an bi (Telpa qehwê) bû..?!
  Li gor werzên salê, axaftin di odeyan de dihatin kirin; ji aþ û bajar ve gotin dihatin gotin; behsa çandiniyê, paleyiyê, pezxwedîkirinê, diziyê û problemên berberiya eþîrtiyê di wan de dihatin digotin.. Digel ku her êvar çîrokvanan çîrok digotin û stranvanan stran digotin.. Di nav re jî gelek caran mamik û þertok davêtin ber hev, qerf û henek li hev dikirin û bi lîstikên kurmancî wek: Hingulîskê, Fincana, Ricaa, Sêberkê û Nehberkê dilîstin.. Her wiha ode cihê þêwir û çareserkirina problemên eþîrê û gundiyan bû..
  Dergehên wan odeyan bi þev û roj li ber gundiyan, xelkên eþîrê, mêvanan û rêwiyan vekirî bûn.. Ji mitirban, meymûngeran û hecîfetûman re jî vekirî bûn. Ew mitirbên ku di wan salan de, li odeyên axa û keyan digeriyan.. Stranên bi kemaçê û zirnê digotin.. Nûçe, peyam, bûyer û agahiyên eþîrên din diguhestin xwediyên oda ku mêvanê wê ne.. Xwediyên odê jî, ew destvala venedigerandin, ew razî dikirin..

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark