Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Evîna Rojên Kevin: Çîrok û qalûqultên Odê

 


Konê Reþ

  Malbata me çîrokhez bû, nabêjim çîrokbêj bû. Gelek kalemêrên me hebûn baþ zanîbûn çîrokan bibêjin. Her ku mêvanek dihat mala me, zilamên malbatê û gundî li odê kom dibûn û þevbuhêrkê destpê dikir. Doza çîrokan li mêvan dikirin, jê re digotin; çîrokên gundê xwe, herêma xwe yên ku me nebihîstine ji me re bêje û þevbuhêrkê destpê dikir..?


  Bi guhdarîkirina çîrokan re zilaman çixare ji qutiyên xwe dipêçan û qutiyên xwe ji hev re davêtin.. Hundirê odê tije dûyê çixareyan dibû.. Min jî, xizmeta wan dikir, li ber destê wan diçûm û dihatim; av û çayê li wan digerand û bi wan re li çîrokan û þorên wan guhdarî dikir..
  Li gor ku tê bîra min wek van çîrokan dihatin gotin: Memê Alan, Rustemê Zal, Xanê Çengzêrîn, çîrokên Mîrê Bota, Guriyê Qedê (Siyamed û Xecê), Silêmanê Sindî, çîrokên Kose û Berkose, çîrokên Pîra Sihirdar, çîroka Zeynebat sed û yek bi serî de hat wek ku nehat, çîroka Çoder, çîrokên Þêr, Gur û Rov.. û gelek caran jî stran di nav re dihatin gotin..
  Destpêka civatê xeberdan ji aþ û bajar bû; bi qalûqultên gundiyan destpê dikir; filan çûye Amûdê.. Bêvan cotê xwe xelas kir.. Mêvanê Hemo ji Serxetê hatine.. Mainek bi sewalên Rigo de teqya ye.. Wê Mano keça Þerîfo ji kurê xwe re bixwaze.. û çîroka þerên Bûbilana û Temika li ser gundê Nicim û Xerabkortê çardegîsin dikirin..! Qala berberiya Omeriya û Bûbilana, Mehmûdkiyan û Etmankiyan dikirin.. Mêraniya Elîkê Bettê û Þemûnê Hina Heydo ji hev re digotin.. Behsa þewata bajarê Amûdê û reva Seîd Axa Deqorî ji ber balafirên Fransîzan dikirin.. Qala misilmantiya eþîra Bûbilana ya ku li ser destê þêxê Darê misilman bûye ji hev re digotin û di nav re qerf û henek li hev dikirin wek vê qefê: Ji yekî ji eþîra Bûbilana pirsîn: Hûn Êzidî ne an Misilman in? Li wan vegerand: Bi Pîr Kemal, kalkê min Êzidî bû, Þêxê Darê dibêje hûn misilman in?
  Du-sê pismamên bavê min hebûn Birko, Þikrî û Silo baþ zanîbûn çîrokan bêjin, tim li odê bûn. Dema ku ode ji mêvanan vala ba, min doza çîrokan li wan dikir.. Ku ne bidilê wan ba, ji min re digotin her ku em gotinekê an hevokekê bêjin divê tu bêjî ê. Û wiha, bi her gotinek wan re min digot ê.. ê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark