Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Xwendinek bi lez li ser romana Guharok

 


 Bavê Zozanê

Romana Guharok a nivîskar Cemîl Îbrahîm bi zimanê kurdî hatiye weşandin bê ku navê weşanxanê yan cih yan dîzayner "bergçêkir" bê naskirin wek ku hatiye zanîn bi rengekî normal li ser rûpela pêşîn di hemû pirtûkên çapkirî de.

Tenê li ser rûpela pêşîn ev hevoka kurt wisa bi latînî hatiye nivîsandin "Stil-Offset" û demildest di bin de 2016 hatiye nivîsandin.
Pêşgotinek wek daxuyaniyekê ji aliyê nivîskar bi xwe ve hatiye nivîsandin ku têde dide xuyakirin çima wî roman nivîsiye û ne janreke din a wêjeyê.


Dilawerê Zengî jî pêşgotinek di bin sala 2014an de nivîsandiye û têde behsa naveroka romanê kiriye û pesnê wê daye wek her kesên ku pêşgotinan dinivîsin.

Roman ji 291 rûpelan pêk tê û li ser 35 beşan yan 35 hejmar yan parçeyan hatiye dabeşkirin bê ku nav yan sernav li ser her parçeyekî bê kirin ta ku her parçek ne babetek bi serê xwe ye, wisa carna jî naveroka parçekî nemr e û nîvê dibe, pirê caran jî dawiya nemrê ne dawiya babetê ye.


Naveroka romanê yan jî çîrokên naverokê yan jî serpêhatiyên çîrokê li gundekî Kurdan li Bakurê Kurdistanê nêzî Nisêbînê çêbûne, li gundê Sirîckê li oda Hisên axa ava bûne. Nivîskar dixwaze jiyana wan gundiyan ku dişibe jiyana hemû gundên Kurdan li wê herêmê, berçav bike, çîrokên wan, kar û barên wan, şevbuhêrkên wan, diziya wan, pezê wan, paleya wan, bênderê wan, koletiya wan, mêraniya wan, hezkirina wan û hwd.

Nivîskar di romana xwe de bêtirî carekê navê biçûk yên axayên wan gundan wisa navên gudiyan jî bi kar tîne wek Hisênko û Xelîlkê ku mezintirîn axayên gund bûn.

Roman bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin wisa bawer im jî ku bi zimanê herêmî yê gundîtî ye. Guman dikim ku nivîskar baş têde bi ser neketiye jî ji ber ku piraniya hevokan sist û lawaz hatine ku tê xuyakirin nivîskar li ber xwe dide, lê ramanê bi ziman û şêweyê xwe digihîne xwîneran ne bi zimanê lehengê romanê - ku ji xwe ew tune ye - yan bi yên gundî yan bi yê mêvan loma çîrok wisa ziwa hatiye ku min bi xwe bi zor û heft kotekan berdewam û bi dawî kir!

Ev jî belkî ku lehengê sereke tune ye di romanê de yan jî bûyerek taybet ber bi çav nexuya ye ku li dora wê şax û pax bêne hûnandin tevî ku roman bi pevçûna Alo bi rê û gur û şevê re dest pê dike ku min bawer dikir ev lehengê mêrxas wê pir bûyeran ava û xira bike, wisa jî min guman dikir ku Alo bi xwe wê lehengê sereke be di vê romanê de. Lê mixabin gumanên min bertelef çûn, wisa Alo jî di nav nemrên nivîskar de winda dibe ta ku me ew hema bêje ji bîr kir ji pêvî di dawiya romanê de û hinek caran di qurçikên wê de.

Erê roman dixwaze jiyana rojane ya civateke belengaz wisa jî jiyana gundekî perîşan berçav bike tevî êş û derdên wan tevlî zehmetkêşiya wan tevlî irf û adetên wan çi qenc çi xirab, wisa jî zora axê û sitema wî ser wan gundiyên bêhêz bê bawer yê ji rê ketî ku pariyê nanê xwe û pêdiviyên zarokên xwe bi gelek zehmetî peyda dikirin û carna nakin jî.

Nivîskar dixwest me wek xwîneran di wê civatê de di wî gundî de jiyan bide, lê ewqasî em bi wê sir û sermayê nehisiyan ewqas metelokên kurdî jî ku nivîskar bi wan dixwest me hinekî raste rê bibe lê mixabin ew metelok bi hewara me ve nehatin ne em û ew jî riha nekirin.

Dibêjim nivîskar pir metelok bi kar anîn wisa dixwest hemiyan yekser belav bike ser parçên romanê bilez û bezeke bêhempa weke ku ditirsiya çîrok bi dawî be û hin metelokên wî pê re bimînin, lewra carna bêhtirî metelokekê di movikekê de bi kar tanî ku hewce nedikir yan jî qey nivîskar dixwest bi riya wan metelokan xwe bi rengekî ji rengan berz û belû bike di vî warî de.

Nizanim wisa bi tirs jî dikim bêjim bê ka ev kar bi tevayî hêja ye ku mirov wek romanê bi nav bike yan na, yan navekî din ji pêvî romanê lê bike wek kurteçîrok, serpêhatî, çîrokên oda, ji ber wek xwendina min a kevin ji romanê re ku şert û mercên wê hene, lehengên wê hene çîroka wê ya sereke heye dem û rêzkirina bûyeran heye hûnandina wê heye û hwd.

Navê romanê jî - Guharok - li naveroka wê nayê li hev nakin wisa carekê tenê bi wî rêwiyê birçî re derbas dibe ku li binê wê dara hejîra bêhnvedanekê distîne û birçîbûna xwe bi wan hejîrokên xweş dikuje yên ku di rengê guharokan de bûn.

Nivîskar gelekî  tiştên biçûk di romanê de dibêje ku gelekî hûrik bûn ne hêjayî gotinê bûn, gelekî xwîner bi wan diengirîne, aciz dike, ji kok de ne gerek bûn meger armanc jê zêdekirina hejmara rûpelên romanê ye.

Roman bi şêwekî sivik û ne balkêş hatiye nivîsandin, xwîner bi xwe ve girê nade. Ew hevokên hûrikî zêde, xwîner ditirsîne. Bêguman nahêle ku romanê ta dawî bixwîne nemaze pir ji xwendevanên me yên gênc ne wisa serbest in di xwendin û nivîsandina kurdî de.

Ez guman dikim ku ev terbilandina nivîskar û ev qerabalix û serêşî tev hatiye ji ber ku ev cara yekem e yan jî romana yekê ye ku nivîskar bi zimanê kurdî nivîsiye. Bawer dikim nivîsandina romanê ne tiştekî gengaz û hêsan e, tew bi zimanê kurdî. Nûser di pêşgotina xwe de dibêje ku wî dixwest helbestê binivîse lê ji ber pirbûna helbestvanan wî nerîna xwe guhert û dest bi nivîsandina romanê kir.

Bawer dikim nivîsandina helbestê wisa bi hêsanî zor e ji ber ku ne wek kilîtê di destê mirov de ye kêlîka mirov bixwaze dikare derî veke yan jî ger nexwaze wê derî bigire û berê xwe bide romanê. Pîvan ne wisa ye her kes nikare helbestê binivîse ji ber ew jî ne kêmî janrên din ên wêjeyê ye.

Bi baweriya min, nivîskar di dawiya romanê de jî bi ser neketiye nemaze di kuştina Xelîl Axa ji aliyê birayê wî Husên Axa ve. Mebesta min nivîskar nikarîbû xwîner bixe wê rewşa kuştinê ya reş ku wisa atmosfereke girî yan jî bedbînî li dorê birêse, nemaze ku herdu birayên hev bûn wisa jî serpêhatiya Filîtê Quto. Bawer im hin dengbêjên herêmê ji nivîskar bêhtir di vî warî de biserketine.


Herwiha kuştina dost û pismamê axê yê li ber dilê wî pir delalî bû Yûsif qet wek xwîner ez pê neêşiyam belkî ji ber ku me û Hisên axa dizanîbû ku ew gelacî û ew çîrok tev bêbextî bû.

Di dawî de, wek xwîner em daxwaza romanên xweştir û naziktir ji nivîskar dikin û hêviya serkeftinê ji wî re dixwazin.

Min ji bîr kir ku bêjim çapa romanê jî ne ewqas normal e, nemaze ji rexê şîrêzkirina pelên wê ve, bi rastî çi pelê tê qulipandin piştî xwendinê yekser vedibe,dikeve.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark