Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Barzanî Mezintir e ji Pesnê Min Ew Semyanekî Semboliye ji Gelê Kurd re

 


Konê Reş

Bi helkeftina ku di roja 14/3/2018 an de (115) sal di ser rojbûna Barzaniyê nemir derbas dibe, nizanim çi bibêjim..?! Çiko ew ji pesinê min mezintir e..
   Tiştê ku ez zanim û bîr û baweriya min pê tê ev e: Barzanî semyanekî semboliye ji netew û niştimaniya kurdî re, ji ramanên kurdî yên pêşverû re.. Ta radeyekê ku hêjî pêdiviya me bi kesên mîna wî heye, her û her wê hebe û wê navê wî wek semyan ji niştimanperwerên kurdan re bimîne..


   Li ser rêbaz û pêvajoya wî a piroz û bi ronahî, wê gelê kurd karibe ji xwe re hêviyên bilind û berfireh ava bike..
  Ew rêbaza û pêvajoya ku ji kurdan re bûye jêderek bingehîn. Tevî ez ne di wê baweriyê de me ku, rojên derbasbûyî, rojên îroyîn û pêşerojê li terazûya xwe xînin, lê sûdeya ku di rêbaz û serboreya Barzaniyê nemir de heye, ji kurdan re gelekî giring û pêwîst e.. Û her wiha ez nebawerim ku mirovên kurd wê karibin pêşkevin, biserkevin û tiştekî nû ji xwe re pêkbînin bêyî rêbaza wî...
   Ma wê çi bihayê nirixandina zinarekî hebe ji çiyakî bilind re wek Barzanî..?!
Barzanî, çiyak bû ji çiyayên Kurdistanê, çiyakî bi dar û ber bû, bi çem û cobar bû, bi gelî û newal bû, çiyakî poz bilind û bi heybet û saw bû..
   Rojekê ji rojan, ev çiya ji cihê xwe nehat hejandin, ne pêşberî bahozên dijwar û ne bablîsokên gur û tund...
Wek min got; Barzanî Çiyak bû û çiya namirin, Barzanî jî namir e, her wê di huş û ramanên kurdan de zindî bimîne..
   Vê paşiyê ji ber mezinbûn û giringiya navê wî, di nav gelê kurd û cîhanê de, dewleteke wek Amerîka ku ji mezitirîn dewletên cîhanê ye, navendek di zankoya Waşinton de bi navê (Melle Mustefa Barzanî) damezirandiye, bi merema ku Barzanî yek ji wan kesaye, yên ku tev jiyana xwe di ber gelê xwe de xerckirine.. Ew jî mîna Nelson Mandêla, Şaril Dîgol û Corc Waşinton e...


   Belê Barzanî mezintire ku ez şabaş û pesnê wî bidim û wî binerixînim.. Barzanî çiyak bû, navê wî wek navê çiyakî di nav gelê Kurdistanê de, bi bilindbûn, heybet û asêbûna xwe ve hatiye naskirin.. Çendî çerx û dewran di ser vî çiyayî re derbas bin, kes nikare vî çiyayî ji cihê wî bilivîne..
   Erê Barzanî semyanekî sembolî ye ji tevî gelê Kurdistanê re. Di vê bîranînê de, ez nave wî re temene û xûz dibim û navê tev şehîdên azadî û xaka Kurdistanê re.

Konê Reş  /  Qamişlo 01/03/2018

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark