Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ka Erdoganê me

 


Zagros osman

Li seranserê Cîhanê Mirovên Dewletê an Serokên Partiyan an Kesayetiyên Siyasî kar û xebatê bo Milet û Dewleta xwe dikin û bo vê yekê berjewendiyên xweyî teybet dikin biqurbana Miletê xwe.
Em wek Kurd li Serokê Turkiya Erdogan dimeyzînin mîna Tewanbarekî Tîrorîst û Faþîst, çiko ew ne tenê berovajî berjewendiyên Netewa Kurd kar dike lê herweha hewl dide ku Pirsgirêka Kurdistanê ji holê rake, Erdogan Serokê Dewletek Dijmine erkê wî ji wî dixwaze ku Xismeta evê Dewletê bike û berjewendiyên Netewa Tirk biparêze, di vî warî de Erdogan bo Dewleta Tirk her Tiþtê ku bidest dikeve dike mîna Mekukê ew pêwendî û têkildarî bi hemî Dewlet û Aliyan re dike, bo Turkiya ew ket bazarên Siyasî û Diblomasî û Rumeta xwe binpêkir li Moskova û Tehranê, ku çiqasî Erdoqan dijmintiya Kurdan dike ew evqasî xebatê bo Tirkan dike, belê bo Turkiya ew bi erkê xwe dirabe.


Bêguman Tiþtê ku ji Mirovê Dewletê tê xwestin  we ku xismeta Dewleta xwe bike ne xismeta Dewletek Cîran an Miletekî dîtir.
Em  Kurd  di 3 Xalan de pir kawikin ya yekem ku em xebatê bo Dewlet û Miletên dîtir dikin,  ya duyem ku em hevî dikin ji Dewlet û Miletên dîtir ku bo berjewendiyên me bixebitin û ya Siyem ku em gilî û gazinan ji Dijminan dikin dema ku destdirêjya li me dikin, ma gelo ne kawikbûne ku em dibêjin jibo çi  Erdogan dijmintiya Kurdan dike,  na lo qey hun dixwazin ku ew ji were Dewletek Kurdî pêkbîne û Dewleta Tirkan biherrfîne, ev yek qet di Ferhenga siyasî de niye lê tenha di Ferhenga Kurdan de heye loma em ji Miletên Cîhanê  tevî li paþ ketin, kaka wek ku Botîn bo Russiya kar dike û Trump bo Emerîka dixebite wisa Erdogan bo Dewleta Tirkan kar dike di vê yekê de ne ji mafê me ye ku em devbavêjin Erdogan ma gelo duruste ku em hêviyan ji Dijmin bikin.
Na na pêdiviye ku em gazinan ji xwe bikin ku Serokekî mîna Erdogan di navbira Kurdan de derneket Serokekî bo Milet û Welêt Dilsoz û wefadar be, em hewcedarî Serokekî mîna Erdogan nin tenha bo Kurdan kar bike.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark