Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di 29 Saliya Koçkirina Mihemed Þêxo de, rola wî di parastina ziman û pêþxitina muzîka Kurdî de

 


Konê Reþ

  Bi vê helkeftê ku di roja 9/3/2018an de (29) sal di ser koçkirina Mihemed Þêxo derbas dibe, bi min xweþ e ku ez rola Mihemed Þêxo di parastina ziman û pêþxitina muzîka kurdî de diyar bikim. Bêguman rola Mihemed Þêxo di parastina zimanê kurdî û pêþxitina muzîka kurdî de zor mezin e. Wî jî wek nifþên pêþiya xwe; Aramê Dîkran, Seîd Yûsif û Mehmûd Ezîz zimanê kurdî parast û stran û muzîka kurdî ji kilasîkiyê rizgarkir, pêþde bir, bi awazên nû xemiland û bi guhdaran þêrîn kir.. Erê bi rêka wî jî, stran û muzîka kurdî, derbasî qunaxeke nû bû. Tevî temenê wî yê kurt (41sal), wî karîbû bi rêka muzîka kurdî, peyva kurdî a resen bi guhdaran bide hezkirin, þêraniya zimanê kurdî bi rêka awazên xwe yên nû belav bike û xwe di her çar perçeyên Kurdistanê de bide naskirin..


 Ji rexekî din ve, wî karîbû bi rêka stranên xwe, di wî heyamê xerab de, di navbera salên1970-1989an de, hestê netewî kurdî di nav kurmacîaxêfan de belav bike. Ew salên çetîn û dijwar di jiyana kurdan de. Salên ku gelek bobelatên seyr hatin serê Kurdan, wek anîna ereban nav kurdên Binxetê di sala 1974an de, Derba Everîn di 12 êlûna 1980 î de, qirkirina Barzaniyan di sala 1983an de, Enfal û Helebçe di sala1988an de û wiha ta bi mirna wî di sala 1989 an de.. Ji ber ku ew ji xwe piþtrast bû û xwedî nameyeke netewî bû, xwedî helwesteke Kurdistanî bû.. Wî bi mêranî û cegerdarî stranên xwe digotin.. Û bi bawerî û dûrdîtinî gotinên stranên xwe dibijartin û wiha helbestên gelek helbestvanên netewî, ku bi kêf û þahiyên gelê xwe re dikeniyan û bi êþ, birîn û derdên gelê xwe re digiryan, kirin stran.. Di baweriya min de ji ber vê yekê û ji ber dengê wî yê henûn û awazên tembûra wî a dilovan, cemawerê kurd jî hezê kir û stranên wî bûn wek dermanê birînê ji birîndarên welat re û her wiha ji evîndaran re jî..
 Di sala 1965 an de, dema ku ez di sinifê heftan de bûm, hunermend Mihemed Þêxo jî di eynî dibistana Elerûba de dixwend û her wiha hunermend Aramê Dîkran jî. Hingê destpêka Mihemed Þêxo û lêdana tembûrê bû. Lê Aramê Dîkran hem bi temenê xwe û hem bi hunermendiya xwe jê mezintir bû û di nav xelkên Qamiþlo de naskirî bû. Wî ahengên dîlan û þevbuhêrkên xelkên Qamiþlo xweþ dikir.. Lê Mihemed Þêxo nû dabû ser rê.. Gelek caran Aram û Mihemed Þêxo di hewþa dibistanê de qerfên xwe bi hev dikirin.. Carekê ji bo berçavka Mihemed Þêxo her yekî ji me qutabiyên dibistanê 5 qirûþ an 10 qirûþ, wek alîkarî ji bo berçavka wî dane hev.. Di sala 1966 an gelek ji hevalên me yên Ermenî di gel malbatên xwe çûn Hayistanê. Di wê salê de Aram jî di nav wan de ji Qamiþlo barkir û çû Armenistanê..Yezdanê dilovan herduyan; Mihemed Þêxo û Aramê Dîkran bi dilovaniya xwe þad bike.
 Konê Reþ, Qamiþlo, 08.03.2018

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark