Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexžan: Kežīžek ji hemū kul ū xeman revī

 


Aleksandr Pûžkîn
Wergêr: Lalež ebdulrehman

Kežîžek ji hemû kul û xeman revî
nav daristanokên li ber deryaçeyê;
li wir rojên xwe yên havînê bi lavayên berdewam,
lêkolînên kûr û rojiyên herherî borandin.
Hê hingê wî pîremêrî bi merikê
ji xwe re gorek kolî mîna ku,


pižtî bangî ewliyayan bike ku xanîkê wî bipîrozînin,
tenê bêriya mirinê - ne tižtek din - bike.
Dema wî berževekê li ber
xanîkê xwe yê serober xwe tewandibû
hizûra yê herî dilovan,
daristanok hêdîka li ber çavên wî dizivirî,
li raserî deryaçeyê mij û moranek radibû,
di nav ewrên sîs re, bi esman ve
heyva sor bi nermî dilivî
dema rondik hatin çavê kežîž...
Ew matmayî dixuye, tijî belayê,
tijî tirsa tênagihê ye.
Ew dibîne ku pêl dibin peqpeqok
lê dîsa aram dibin.
Hingê keçikek tazî
mîna berfa pêžîn li zozanan,
pêsivik mîna siyên ževê
ji deryaçeyê radibe bejayiyê
û bêdeng li ser rûnižtekê rûdine
Ew li kežîž dinere û bi nermî pirça xwe dimizdîne
ava bi destên xwe ve diwerîne
Kežîž ji tirsan dilerize û bi awirek tûj
li wê, li bedewiya wê ya efsûnî dinêre
Keçik destekî bi což li ba dike û bangî dike,
serê xwe bi lez dihejîne, li dûriyê dibižire,
û mîna stêrekê, di bîskekê de,
dileze ava aram.
Êdî xew bi çavên pîremêrê dilbixem neket,
wî hemû rojê jî lavayek jî nekir:
sîtava ewreng, a biînad hê jî
li ber çavên wî dibiriqî û diteyisî...
Daristan kincê xwe yê ževê bi ser xwe de digire,
heyv bi banê ewrîn ve dimeže;
Û keçik spîçolkî û žîrîn niha li wir e,
xwe tewandiye hindavî berava efsûnî.
Keçik li wî dinêre, pirça xwe dimizdîne,
ramûsanên hewayî, dižîne
bi pêlan dilîze, miz dide
geh dikene, geh mîna zarokekî dinale,
bi narînî dinale, dengbilindtir, gazî dike...
"Were, kežîž, were, kežîžo! Were cem min!.."
Pažî wenda dibe nav ava zelal
û bîskekê bêdeng e...
Roja sêyem bicož
li beravê rûnižtibû, evîndar bû,
bendewarê zeriya žirîn bû
dema siyê daristan niximandibû...
Tarîtiyê rê da xuyabûna rojê;
kežîžê me bi temamî wenda bûbû
ta komek zarokên žûm ên heremê,
dema masî digirtin, riyên wî yên spî dîtin.


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 4.75
Bi Tevahī Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark