Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di Roja Cîhanî ya Jinê de Rola Jina Kurd di Beriya Mêrdînê de

 


Konê Reþ

  Bi min xweþ e ku di di roja Cîhanî a Jinê de de karibim ronahiyê berdim ser rola jinê di civaka Kurdên Beriya Mêrdînê de.
  Mebesta min ku ez ronahiyê berdim ser rola jinê di Beriya Mêrdînê de, rola jinê di civaka Kurdî de, rola jinê di mala kurdî de û vê gotina ku bav û kalên me gotiye: (Jin stûna malê ye), biçesipînim.. Erê rola mêr mezin e, lê barê giran li ser piþta jinê ye, jin stûna malê ye.


  Erê nîvê civakê ye û wek ku diyar e, di vê serdemê de guhdanek mezin bi jinê heye. Nexasim ji rex saziyên sivîl, dewletên demokrat û Netewên Yekgirtî ve û wiha ev dewlet û saziyên têvel bi hewildanin wê zilm û zora ku ji sedê salan ve li ser jinê tê meþandin, hilînin û nema bikin. Bêguman em kurd jî beþekin ji netewên cîhanê, gelek zilm û zor li jina Kurd jî bûye û hêjî dibe. Belê zilma ku li jina Kurd dibe, dubare ye; ji rexekî din ve civakî ye, wek a gelên cîranên me, ji rex rêjîmên kedxwar ve û ji rexekî ve bindestiya ku gelê Kurd bi tevayî têre derbas dibe, ji rex dagîrkeran ve..
 Tevî vê rewþa xerab a ku Kurdistan têre derbas bûye û dibe, gelê Kurd bi rûmet û rêzgirtinê li jinê mêze kiriye û derfetên berfireh di jiyana rojane de li ber vekirî hiþtiye.. Di encam de jina Kurd di gelek waran de xwe parastiye, serê xwe hildaye û nav û deng daye..
dikare wan waran bi van xisletan bi nav bike: Merdî, mêranî, zanîn û huþmendî, wefadarî, deyax û cangorî..
 Yek ji jinên Beriya Mêrdînê yên ku di destpêka çerxê bîstan û vir de nav û deng dane Xensa Paþê ye.
 Xensa Paþê an Xensa Xelecî: Kebaniya Îbrahîm Paþayê Millî bû; Jinek jîr û jêhatî bû, xwedî kesayetiyek xurt û bi biryar bû. Di heyamê mêrê xwe îbrahîm Paþa de û di pey wî re jî, wê karîbû zarok û êla xwe a Millan di deverên teng re, bi serketin derbas bike.. Ew bû ya ku di þerê erebên Iniz û Þemeran de nav di mêrên Millan, Xelecan û Kîkan de dida û ji wan re digot; Yaxên we yaxên guran e. Anku yaxên guran jî pezkujin, yaxên we jî mêrkujin.. Ew keça Daoud Axa, pismamê Îsmaîl Axa serokê êla Xeleca bû, lê bi navê Xensa Îbrahîm Paþ dihat naskirin an bi navê Xensa Paþa. Piþtî ku di payîza 1908 an de zilamê wê Îbrahîm Paþayê Millî li Sifeya, nêzîkî Kewkebê Millan canê xwe ji dest da û çû ber dilovaniya Xwedê û zarokên wî li Nisêbînê hatin girtin.. Xensa xatûn bi kar û barê êla Millan rabû û bi zîrekiya xwe zarokên xwe ji zindanê berdan.. Xensa xatûn xwedî rêz û rûmet bû li cem axayên Kurdan û keyaxên ereban, nîþana rêzgirtina wê ku, di hevdîtinan de serê wê maç dikirin..

Konê Reþ, Qamiþlo, 06.03.2018

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark