Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Zimanê Kurdî û Rêzgirtin ji Nivîskar Derwêþê Xalib re

 


Konê Reþ

   Îro, bi helkeftina roja zimanê dayikê me (Birek ji nivîskar, rewþenbîr, siyasetmedar û rojnamevan) serdana mala mamoste Derwêþê Xalib kir. Û wek rêzgirtin ji kar û xebatên wî re di ber zimanê Kurdî de, me spasiyên xwe jêre pêþkêþ kir..
Derwêþê Xalib yekemîn kurdê Sûriyê ku li ser zimanê Kurdî tê girtin, zindankirin û cezekirin. Ew di roja (13/01/2009) de, ji rex hêzek ewlekariya a bajarê Qamiþlo ve hat girtin û di roja 15/01/2009 de, dîsan eynî hêza ewlekariyê, girtin ser mala wî, pirtûkxaneya wî tevdan û gelek pirtûk û destnivîsên wî bi xwe re birin.. Di roja 17/01/2009 an de, eynî hêzê çend hevalên wî yên ku pere di Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî kar dikirin girtin wek: Fewazê Kano û Zekî Ismaîl Xelîl girtin.. Piþtî çendakî hevalên wî hatin berdan paþê ew jî hat berdan.


Derwêþê Xalibê Derwêþ ki ye? Nivîskar, zimanzan û rewþenbîrekî kurd e. Ew di sala 1945 an de li gundê Tilþeîra Þêxan, nêzîkî Qamiþlo, çêbûye. Xwendina xwe li bajarê Qamiþlo û Hesekê xwendiye, xwendina bilind di endezyariyê de li Fransa û Çikoslovakiya bi dawî aniye. Ji xwendekaranên kurdên sûriyê yên pêþîn bû ku çûye Ewropa ji bo xwendinê. Hejaye gotinê ku ew û Mûsa Anter pismamên hev in.
Ji pirtûkên mamoste Derwêþ ku hatine çapkirin:
- Lêkolînek berfireh bi zimanê erebî, di bin nave (Ebyat Xanî)de sala 1998 an.
- Jiyana Min A Kurdî: Bîranînên  rehmetî Dr. Nûreddîn Zaza, ji frasnsî wergerandiye Erebî, sala 1997 an.
- Elfabeya Celadet Û Pîvana Pêwistiya Tîpan Di Zimanê Kurdî de, Qamiþlo 2007
Hem jî gelek destnivîsên wê hene, ji bil hunandinên wî yên helbestî..
Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî:
   Ev komît di roja15/07/2003 an de, ji rex mamoste Derwêþê Xalibê Derwêþ ve li Qamiþlo hatiye avakirin, bi taybetî ji bo fêrkirina keç û xortên kurdan, da ku zimanê bav û kalên xwe jibîr nekin û di warekî kurdî de xwedî bibin... Tevî ku  Derwêþê Xalibê Derwêþ dijwariyên zor çetîn dîtine û dibîne, lê her di coga parastina zimanê kurdî de berdewam e.. Û wiha her sal þagirt û qutabiyên komîtê zêde dibûn, kec û xort, ji hezkerên peyva kurdî  li dor kom dibûn..
   Þagirtên ku di bin sîbera komîta fêrbûna zimanê kurdî de xwe fêr dikin, di pênc qunaxan re derbas dibin, ew qunax jî evin: Seretayî, serbestî (bi du korsan e), rênivîs û rêzimanî.
   Vê komîtê 5800 bawernameyên seretayî yên fêrkirina zimanê kurdî li qutabî û þagirtên herêmên ku kurd lê dijîn û bajarên ku kurd lê hene belavkiriye, wek: Qamiþlo, Amûdê, Dêrikê, Serê Kaniyê, Helebê, Þamê û Beyrûtê.. Hem jî vê komîtê belavokek bi navê ZIMAN û kovarek bi nave ZAR diweþand:
Ziman:   Ev belavoka ZIMAN di bin vê duriþmê de dihat weþandin: (Zimanê te nasnameya te ye) û (Fêrbûna Kurdî mercê serekî yê gelperweriyê ye) û di nav kurdên Binxetê de belav dibû. Anku belavokek rewþenbîrî û mehane bû. Rêvebirî û amadekirin ji rex Derwêþê Xalibê Derwêþ ve bû. Hejmara pêþîn (1), Ji belavoka Ziman, di 12 adara 2004an de hatiye weþandin, hejmara dawî (32)an di Berfbaranbara 2008 an de hatiye çap û bûye.
Zar: Ev Kovar jî rewþenbîrî Civakî bû. Ji weþanên  Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî bû û di bin berpirsyariya mamoste Derwêþê Xalibê Derwêþ de amade û çap  dibû. Hejmara (0) di adara 2008 an de derketiye. Hejmara (1) di meha êlûna 2008 an de derketiye, hejmara (2)an di Berfbaranbara 2008 an de çap û belav bûye.
Mamoste Derwêþ evîndarê zimanê kurdî ye û wek ku evîndar e karekî bêdeng dike..

Qamiþlo, 24/02/2018

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark