Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: ”KOBANΓ, romana êş û bîranînan

 


Qado Şêrîn

Qenciya ku nivîskar bi Kobanî û kobaniyan kir, belkû bi tevaya gelê kurd, romana ”KOBANΓ nivîsand, û êş û azar û wêrana Kobanî wek dasîtaneke zindî parast. Nivîsandina romanekê li ser tiştê li Kobanî qewimî û hat serê xelkên Kobaniyê, ne wek me di weşana zindî, nûçe û nivîsandina bi hezarên gotara ye, belê wexta Kobanî bû roman, zindî ji bo paşerojê hate parastin. Êdî Kobanî tim û tim zindî li ser masa xwendinê ye.


Xwendina romanê piştî 100-200 salan û bêtir, wê ne wek aniha dijwar be, belkû bêtir xweş û balkêş be, wê wek romaneke ji xeyal bê nirxandin. Xwendina romana ”KOBANΓ wek nivîsandina wê dijwar e, meşa li ser agir e. Birîn çiqasî kevn dibe, ewqasî jî êşa wê kêm dibe. Li ser xwe bibêjim, ji haw haw ketim taku min xwendina romanê qedand, vêga nivîskar bi çi halî nivîsandiye. Nivîsandina romaneke tije êş û azar, kuştin û wêran wek ”KOBANΔ, ne hesan e, nivîsandina wê xwe-ceza û eşkence kirine. Heçê bixwîne wê bizanibe bê çiqasî nivîskar bi nivîsandina wê re êşiyaye, û wê mîna kobaniyekî/ê dilsoz bi êşa Kobanî ya rasteqîne hest bibe. Eger nivîskar ne pola ba, yan jî êşa Kobanî ne ewqasî mezin ba, wê nivîskar xwe ceza û işkence nekir ba û nenivîsanda.
”KOBANΓ ji du beşan pêk tê, herdu beş jî bi hev re tên meşandin. Malbata Hec Mislimê Hemzeravê Mihacir, ya ku endamên wê kesayetiyên sereke yên romanê ne, çilo hatin dinyê, çilo jiyan û çi hat serê wan,  û nivîskar.  Xala hevbeş di navbera herdûyan de wêrana Kobaniyê ye, mihela Seyda ye, wekî din herdu alî di romanê de rû bi rûyên hevdu nayên, li gel ku nivîskar ji Bochuma Elmanya diçe Kobaniyê, û li ser wêrana Kobanî dibe şahid, lê rastî kesekî ji malbata Hemzirav nayê, bi tenê xwarziyê xwe Hemûdê li Kobaniyê dibîne. Sibeha zû, bi riya Viber namedengek ji nivîskar e tê: Cano, birayê te çû. Xelo mir Cano.(R17). Ya rast giyanê nivîskar ji mala birayê wî Seîd yê li Istenbolê, wexta ku xwehên wî li dorê ne û zavayê wî Tûran wêneyan pêş wî dide, giyanê wî ji wî qut dibe û diçe Kobanî. “Giyanê min mîna balindeyeke  basksivik ji qefesa laşê min direve, baskan li hev dide, difire û di eynî demê de li erda Kobaniyê, li goristana demkî ya li rojavaya bajarê wêran datîne”(R26). ji vir ta bi rûpela dawî ji romanê, nivîskar li Kobanî bi wêran û bîranînan re dijî, giyanê wî hemû çend deqeyan li Kobanî dimîne, xweheke wî di rûpela dawî 408an de dibêje: Hişê wî ji serê wî çûye, Jan dipirse: Xêr e, - Xêre keko xêr e. Hişê te ji serê te çû bû. Baş e ku tenê çend deqak bûn. Hindik mabû me tu rakiriba nexweşxanê. Di dûv re nivîskar wek vebêjerê beşê xwe yê romanê pêwistiya wan çend deqeyan dibêje, ew rêwîtiya di wan deqeyan de ji bo Kobanî ji bo xwe ji sihirbazên giyanê wî dagîr kirne rizgar bike û çi pêre diqewime bê bawer kirin.


Jan Dost wek nivîskarê romanê û ji Kobaniyê, bi eynî nav ew kesayetiya sereke ya romanê ye. Ji bo naverok û bûyer û bîranên wan çend deqeyan ku, xeyalê wî ew biribû Kobanî, roman hatiye nivîsandin. Wefadariya Jan Dost ji Kobanî û Kobaniyan re bû egera nivîsndina romanê, wî hin tiştê li Kobanî çê bû nivisandiye, û hin jî bîranînên xwe. Eger nivîskar ne ji Kobaniyê ba, wê wateya wan bîranînan jî tune ba, yana wê ileh rojekê ji rojan Jan romanek ji bo nivîsandina bîranîn xwe binivîsanda. Qenciya ku nivîskar bi Kobanî kir, ev roman nivisand, û dasîtana Kobanî û bîranînên xwe bi hev re kir roman, wî baş bi kar aniye û hemû bîranîn xwe yên li Kobanî, ji zaroktiya xwe ve, taku berî pazde salan jê koç kiriye. Bi texmîna min ku Jan ne ji Kobaniyê ba, wê roman nenivîsanda, û ku binivisanda jî wê bi şêwe û naverok û kes û bûyerin din ba. Êdî Roman bi êşê û li ser êşê nivîsandiye.
Belê, roman ji êşê, ber bi êşê ve hatiye nivîsandin. Hemziravê ji Qersê koçber dibe, taku li Kobaniyê bi cih dibe. Malbata Hemzirav wekî gelek malbatên kurdan ên li Qersê ji hev qetiyan. Li gel du xwehên xwe koçber dibe. Li Elezîzê bi cih dibe, herdu xwehên xwe yên pêre koçber dibin winda dike, diçe Nuseybînê, lê li dawiya dawî, û piştî şoreşa Şêx Seîdê Pîran dişke û Şêx Seîd tê bidarvekirin, dîsa koçber dibe, taku li Kobaniyê wek Muhacirekî bi cih dibe, dizewice û kurek jêre çê dibe, navê wî dike Mislim, di dûv re Hemzirav dimre. Hec Mislimê Hemzirav çar caran dizewice, ji sê jinên pêşî re zarok çênabin, taku Xanê tîne, jêre Mihemed Salih(Hemê), Mistefa, Metîn, Lewend, Xedîce, Baran û Rewşenê çê dibin. Li gel nivîskar ev in leheng û kesayetiyên romanê. Ji bilî nivîskar hemû tên kuştin, bi tenê  çarenûsa Hemê ne zelal e, wek ku ji qestî wisa kiriye, taku xwendevan matmayî bipirse: ka çi pê hat. Hemê yê ku li gel diya xwe Xanê li Kobaniyê dimîne, piştî Daeş êrîş dike, diya wî di bin betonan de dimre, lê li gel ku telefona wî ji aliyê asayişekî ve tê dîtin, lê mirov nizane çi bi wî tê. Lewend çalakvan e, li gel komek ji hevalên xwe xwepêşandanan li dijî rêjîmê amade û birêve dibe. Piştî ku Pyd dibe desthilat, pirsgirêk derdikevin, Welat Hisî tê kuştin, êrîşî xwepêşandan û çalakvanan dikin, êdî Lewend diçe Kurdistana Başûr, dibe pêşmerge, di şerê rizgar kirina Şingalê de birîdar dibe, birîna wî xedar e, û şehîd dikeve, lê dê û bav û bira nema tiştekî li ser dibhîzin û agahdar nabin ku şehîd ketiye û nizanin ne sax e ne mirî ye. Xedîce jî li gel mêrê xwe Îbram û kurê xwe Dara bi Beleman diçin Europa, mêr û kur di avê de dixeniqin, ew ji ser hişê xwe diçe, dema şiyar dibe, xwe li nexweşxaneya Dusseldorfê ya derûniyê dibîne, ji nexweşxanê derdikeve, diçe ser pireke çemê Reynê, di çem werdibe. Kesek li ser wê jî nema tiştekî dizane. Mistefa li leşkeriya Sûrî tê kuştin, nivîskar diyar dike ku piştî serhildana Qamişlo 2004an gelek leşkerên kurd hatin kuştin. Metîn dibe Gerîla, lê bi êrîşa Daeş li ser Kobanî vedigere Kobanî û şehîd dikeve. Rewşenê jî ji aliyê Daeş ve bi guleya segvanekî birîndar dibe, lê di dûv re Daeşek serê wê jê dike, Xanê ji bo terka Kobaniyê neke di bin betonan de tê kuştin. Mislim û bûka xwe û sê neviyên xwe Siyamend, Zozan û Hêvî jî piştî rizgar kirina Kobanî vedigerin, di şeva Xedrê de tên kuştin.
Ji nav hemû kesayetiyên romanê, qeder û kuştina Baran balkêş e, wek ku bi çi şêweyî mabe, divê endamên malbata Hemzirav bên kuştin û yek ji wan nemîne. Nivîskar rasterast û bi hesanî berê wî dide kuştinê. Baran li baxlemê dide û iraqê vedixwe, dixwaze biçe Reqaa paytexta Daeşê, daku hevala xwe bibîne û ji wir biçe herêma Kurdistanê, ji Kobanî bi minîbusekê diçe Reqaa. Xala balkêş ew e ku baxleme û şûşeyek Vodka bi xwe re dibe û diçe paytexta Daeş. Xwendevanên romanê baş dizanin ku, wexta Baran berê xwe dide Reqaa, wê bê girtin û serjêkirin. Xwendevan pêşwext dizane bê wê çi bê serê wî,  bi rê de tê girtin, baxleme û şûşa Voda pêre digrin. Daeşî wêneyê Rewşena YPJ di telefona wî de dibînin, bi sebeba wê Baran di rûyê Daeşiyan de bi xwedê dikufire. Herçar egerên qedexe li ba Daeş dibin sebeba serjêkirina Baran, helbet, ma wê Daeş wî xelat bikin yan wê wî berdin. Wek mirovê ku Daeşeyan  û exlaq û sistema wan nas neke. Bi texmîna min, egerên kuştina Baran lawaz û rasterast in.
”Gava doza merivan dibe azadî, ji bo bidestxistina wê her tişt erzan dibe”(R65). Ta bi mirinê erzan û hesan dibe, ji ber wê kesayetiyên romanê dilsoz in, û di ber baweriyên xwe de tên kuştin. Ta bi Baran û Ziyad yê Daeşî. Rewşen dibe Ypj û tê kuştin, Metîn dibe Gerîla û tê Kuştin, Lewend dibe Pêşmerge û tê kuştin, Xedîce ji bo çûna Europa mêr û kur li ser dike û ew jî tê kuştin. Em vegerin ser çîrok û serpêhatiya Ziyad yê ku xwe di mizgefta mihela Seyda ya li Kobanî de dikuje. Mihemed Salihê Hec Mislimê Hemzirav(Hemê) xerazeyekê dikire û diçe bajarê Bin Gerdana Tûrisî, daku bîran bikole, li wir pereyên wî çê dibin û bi riya keçekê Ziyad nas dike, di bin dost û heval, li keberêhat û Bar ên meyê û jinan kêfê dikin, xweştirîn jiyanê bi hev re diqedînin. Bavê ziyad dimre, diya wî berpirsekî hepsiyên siyasî dike, zirbavê wî li diya wî dixe, pisîka wî Şeqra dikuje, bi ser wî de mîz dike, hepsiyan îşkence dike. Ev hemû bandorê li derûniya Ziyad dike, piştî şoreşa Tûnisê ya li dijî rêjîma Bin Elî, diçe Cezairê û piştre diçe Sûriyê tev li Daeş dibe. Wexta bi çekdarên Daeşê re derbasî Kobaniyê dibe, “Di ber deriyê mizgeftê re berê xwe da wê malê. Li herdu rexên derî hevokên Erebî yên bixêrhatina heciyan nivîsandî bûn. Li jor wêneyê Ke’beyê yê reş. Gava ku tiliya xwe da ser zengil û deng jê nehat, bala xwe da navê li ser: Hec Mislimê Hemzirav”(R292). Ji çavên xwe bawer nake, di dûv re derbasî mizgeftê dibe, tije Quran e, êdî derûniya wî li hev dikeve, ji xwe re dibêje: ‘’Ez mar im mar. Erê ez mar im’’. Dêmek şaşiyeke mezin heye, pirsan ji xwe dike; ”Ev xelkê ku dihatin mizgeftê, me hemû aware kirin. Gelo ev e ruxandina dewleta zilmê”(R298). Piştî baweriyên wî zelal dibin dikeve mihrabê û berê xwe dide Ke’beya heqîqî, êdî fam kir ku bi Daeş re li ser riya şaş e û bi sê guleyan xwe dikuje.
Bi êrîşa Daeş li ser Kobanî re, gelek nûçe, wêne û vîdyoyên rasteqîne belav bûn. Nîvîskar sûd ji wan dîtiye. Ji naveroka romanê diyar dibe ku nivîskar bûyerên Kobanî erşîv kirine û sûd ji wan dîtiye, jixwe roman erşîv kirina hemû êş û azarên Kobaniyê ye, wêran, derbiderî û kuştina kobaniyan e, nimûne; dîmena serjêkirina Rewşenê û guliya wê ya hûnandî, her wiha Henno yê dîn yê ku tif li rûyê xelkên piştî rizgar kirina Kobanî ji Tirkiyê vedigerin dikir. ‘’Di şerê Kobaniyê de Henno li bajêr ma. Xelkê ew di vîdyoyan de dît...’’(R385).
Helwesta pêşwext ew e ku tu li dijî mirovekî bi girr û kîn bî, êdî ew mirov beyabanê bike buhuşt jî, tê jê nerazî bî. Nivîskar hewl daye bûyerên wê demê, wek ku qewimî bûn bi kar bîne, daku wek şahidekî dilsoz dîrokê binivîse, û romanê pê bihêz bike, wek kuştina Welat Hisî û rakirina wî ji bo nexweşxaneyên Tirkiyê, êrîşên li ser çalakvan û xwepêşandinên li dijî rêjîma Esed. Ew bûyerên rasteqîne bûn, bibûn nûçe û belav bibûn, wek nimûne; ‘’Muzaherê Erdogan. Bimre Erdogan, bijî Ocalan. Bi taybetî gava berê xwe didan deriyê û wêne û pankartên xwe li himber Murşitpînara Tirkiyeyê bilind dikirin. – Xortan henekên xwe tim bi wan dikirin. – Îşî van î boş e. Çito Beşar herê vana jî darin. Ev çend ‘’gemarên’’...’’(R63). ..’’rêjîmê kilîtên bajêr bi emanetî radestî hevalbendên xwe yê desthilatdariya nû kirine ‘’.(R67). ‘’– Apoçiyê şebîha! Apoçiyê şebîha! – El Şe’b yurîd isqat PKK’’.(R74). ‘’Dibên pirrekan ji YPG cilên xwe çe kirine, nifûsê zwe veşartine û riviyane çûne Tirkî ‘’(R205). Êdî dikarim bêjim ku ew yên dijîtiya romanê dikin, helwesta wan ya pêşwext heye li dijî nivîskar. Berovajî wê, nivîskar pesnê berxwedana Ypj û gerîlayên bi Metîn re tên Kobanî berxwedanê dikin dide. Nivîskar carinan qala asayişan dike, lê desthilatdariya heyî ya ku ser erd û bin erda herêmê birêve dibe bi nav nake, belkû bi desthilatdariya nû bi nav dike. Her wiha nivîskar qala Pêşmerge û rola wan di rizgar kirinê de nake, belkû bi hevokekê diyar dibe ku Pêşmerge jî li Kobaniyê bûn.
Nivîskar vebêjerê beşê xwe ye, lê yê malbata Hemzirav û hemû kesayetiyên din nediyare bê kiye, ta bi dawiya romanê diyar nabe bê kî çîrok û serpêhatiyên romanê vedibêje.
Pirsa ku xwendevanê romanê ji xwe dike ew e; Gelo ku nivîskar ne ji Kobaniyê ba, wê romana ”KOBANΓ binivîsanda? Bi texmîna min, bîranîn û jiyana li Kobaniyê bûne egera nivîsandina romanê, yan jî wê roman bi şêweyekî din ba. Lê qenciya ku xwedê bi Kobanî û Kobaniyan kir ew e ku nivîskar ji Kobaniyê ye û bi nivîsandina romanê dasîtana Kobanî ta ebed zindî parast. Pêwist be yan na, nivîskar bi israr bîranînên xwe dinivîse, bi texmîna min beşa ‘’Helbestvan di qapûtê serbazekî de’’(R267 ) bi romanê ve hatiye leziqandin, û naverok û qal kirina leşkeriya li Libnanê li derveyî naveroka romanê ye. Roman erşîv kirina bîranînên nivîskar e. Sûd ji wan hatiye girtin û baş hatine bi kar anîn, wate, bîranînên xwe tev li dasîtana Kobanî dike. Bi êş û wêraniya Kobaniyê re hişmendiya nivîskar vedibe û ewqase bîranînên di bin wêranê de, di bin kevirên betonê de dixeniqin, ewqase bîranîn bi wêran kirina Kobanî re wêran dibin. Ew jiyana xweşik, zaroktiya xweşik, tax û mal û xortên xweşik, hemû bi wêrana Kobanî re wêran bûn. Lê nivîskar wan bîranînan ji bin wêranê derdixîne û dinivîse.
Bi texmîna min, nivîsandina romaneke wek ”KOBANΓ bi gelekî zor û zehmettire ji nivîsandina romana ji xeyal bê nivîsandin. Keda du taq e. Nivîskar mecbûr dibe bûyeran erşîv û rêz bike, kerakterê kesayetiyan biparêze, ne azad e li ser kêfa xwe wan bilivîne, berovajî romana din, nivîskar kesayetiyên xwe bi kêfa xwe çê dike û çi ji wan bike û neke. Berî roman dest pê bike, nivîskar gotineke Arthur Rimbaud nivîsandiye: ‘’Ji bo ku ez sihirbaziyên ku hişê min dagîr kirine ji bîr bikim, diviyabû ez evê rêwîtiyî pêk bînim’’. Êdî tê fam kirin ku nivîskarê ji Kobaniyê wek erkekî diye ku evê romanê binivîse û bi nivîsandina romanê re barê xwe yê giran deyne. Barê wî jî êş û azarên Kobanî û Kobaniyan e, belkû rizgar kirina bîranînên dikirin di bin betonan de bixeniqin.
Amsterdam, 01/02/2018

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark