Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çûna Başûrî Kurdistanê 1976an û Festîvala Bedirxan de 2006an

 


Konê Reş

   Piştî 30 salî ji çûna min î pêşî a başûrî Kurdistanê, di roja (19/4/2006) de careke din, bi rengekî fermî çûm başûrî Kurdistanê, bajarê Hewlêrê. Ez yek ji wan kesên gerok im, ji mêj ve kêfa min ji ger, geşt û guzariyê re tê.. Ez baş li cihên dîrokî li Sûriyê, li welatên Rojhilata Navîn û Misirê geriya me, her wiha li gelek dewletên Ewropî jî geriya me.. Piştî likumandina şoreşa Barezaniyê nemir di sala 1975`an de, kêfa Baasyên dewleta Sûriyê û Îraqê gelekî hat û di encamp de çûn û hatina di navbera xwe de bi nasnameyê vekirin..


Tevî xemgîniya min ji şikestin û likumandina şoreşa Barzaniyê nemir re, min ew derfet ji dest xwe berneda û du carî çavên xwe bi dîtina Îraq û başûrî Kurdistanê kil kirin; Cara pêşî di payîza 1976`an de bû, ez û Abdulhakîmê Huseyinî û Hecî Beşîrê Kurikî bûn. Em ji Qamişlo, geraca Cibo bi otomobîla sê kursî, di Tilkoçek re çûn Îraq û Mûsilê. Li Mûsilê em li Bab Altop, hotêla yekî Gergerî radizan, piştî du sê rojên gera li Mûsilê, me berê xwe da Hewlêrê.. Ji Hewlêrê em çûn Kosînceqê û Silêmaniyê. Li Silêmaniyê em li hotêla Qahîra radizan.. Ji Xwedî û Karkerên hotêlê werê, em ji xelkên Duhokê ne, bawer nedikirin ku em kurdên Sûriyê ne.. Hesab ji me dikirin; ditirsiyan, newêrîbûn xweşik bi me re biaxifin.. Wênekêşan ji rez hikûmetê ve qedexe bû.. Li Silêmaniyê dihisiyam ku ez li bajarekî Îranî me! Hem ji ber şêweyê axaftina wan a Soranî û hem ji ber girêdana cil û bergên wan.. Her tiştê wan ji yê me cûda bû.. Li Silêmaniyê di gerek me a kolana (Pîremerd) de, em rastî pirtûkxaneya (Bêkes) hatin.. Naskirin di navbera min û xwediyê wê Bextiyar Ibrahîm Fettah de çêbû, min çend pirtûkên kurmancî bi tîpên erebî jê kirin, wî jî yek belaş bi navê (Newroz) diyarî min kir û ji min xwest ku ez karibim wê zincîra fêrkirina zimanê Ingilîzî ji bo biyaniyan (Essential English for Foreign Students: Book 2 û 3 ê), jêre bişînim.. Min soz dayê ku jêre bişînim. Piştî vegera Qamişlo min Book 2 û 3 ê ji Essential English for Foreign Students, bi postê ji Qamişlo jêre şandin.. Piştî mana 2/3 rojên me li Silêmaniyê, em vegeriyan Hewlêrê û ji Hewlêr çûn Şeqlawa.. Belê her çûna Duhokê û dîtina Mihemed Arifê Cizîrî, Tehsîn Taha û Mihemed Tayyib Tahir daxwaza me bû.. Seîd Yûsiv jî, tembî li min kiribû ku ez Mihemed Tayyib li Duhokê bibînin.. Em çûn Duhokê, Duhok gelekî biçûk bû, wek gundekî mezin xuya dikir.. Li gor pirsyanan em çûn taxa Berojkê, mala Mihemed Tayyib Tahir.. Jina wî bi erebî ji me re got; Mihemed Tayyib çûye Mûsilê, şahiya malbatek Omerî.. Di sentera bajarê Duhokê de navtarekê hebû, discotekta Tehsîn Taha têde bû, em çûn cem, me xwe pê da naskirin û çend kasêt jê kirîn, wî jî, ji bo her yekî ji me kasêtek stranên xwe belaş da me.. Me pirsa Mihemed Arif jê kir.. Got li Bexadayê ye.. Dawî, em vegeriyan Mûsilê û bi wan otomobîlên sê kursî yên ku di navbera Qamişlo û Mûsilê de kar dikirin, vegeriyan Qamişlo.
*         *          *
  Cara din di havîna 1977 an de bû, ez û kurxalê xwe Dr. Farûq Ismaîl, ji Qamişlo, wek cara din bi otomobîlê ji geraca Cibû, di Tilkoçek re em derbasî Mûsilê bûn. Ev çûna me a Îraq û başûrî Kurdistanê taybet ji bo dîtina şûnwarên Aşûriyan bû.. ji Mûsilê em çûn Nînewa û Nemrûd.. Em li şûnwaran Aşûriyan geriyan û Dr. Farûq gelek pirtûkên dîroka kevin kirîn.. Paşê em çûn dîtin û temaşeya bajarê Hewlêrê û keleha wê a dîrokî.. Piştî çend rojan em di rêka xwe re, ji Mûsilê, di Tilkoçek re vegeriyan Qamişlo.
*         *          *
  Belê cara sisyan, piştî 30 salî ji çûna min î pêşî, wek ku min di destpêkê de gotiye, ez bi rengekî fermî çûm Hewlêrê. Ew çûn li ser daxwaza Hikumeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Rewşenbîrî û Festîval Bedirxaniyan a sisyan bû ku li Hewlêr dihat girêdan. Di sibeha roja 19/4/2006 an de em vexwendiyên 3mîn Festîvala Bedirxaniyan ji mala min li Qamişlo, me berê xwe da Tilkoçek û derbasbûna Îraqê.. Em ev bûn; Diya Ciwan ji Şamê, Emîna Birîmko ji Helebê, Selman Hiso û ez ji Qamişlo digel çend kesên ku di xatirxwestina me de bûn.. Li Tilkoçek; sînorê Sûriyê û Îraqê, em dor saet û nîvekê sekinîn, ta ku pasportên me vîza û çenteyên me sexte kirin, ji nû em derbasî nav xaka Îraqê û Kurdistanê bûn. Li rexê din î sînor Heval Zaxoyî ji rex festîvalê û wezarete rewşenbîrî ve hatibû pêşwaziya me. Ji wir, em li du otomobîlan siwar bûn; ez û Diya Ciwan di yekê de, Emîna Birîmko û Selman di yeke din de û di ber sînorê Sûriyê û Îraqê re me berê xwe da çemê Dicle ku em derbasî parêzgeha Duhokê bibin. Ji nişka ve em rastî mitikekî ku Ala Rengîn li ser çikandî ye, bi ba re dilîze û çend pêşmergeyan zêrevaniya sînor dikin hatin, hingî bê huş min ji şofêr xwest ku raweste, ji otomobêlê daketim, destmalek ji bêrîka xwe derxist û çûm ber Ala Rengîn min lêland û reqsek Zorbayê kir.. Di pey re min tertikek ji wê xaka rizgarkirî maç kir.. Hevalên min jî tev daketin temaşeya min û ji min re li çepkan xistin.. Hin ji wan berî min jî çûbûn û ew Ala Rengîn dîtibûn.. Em di ber çiyayê Bêxêr re, ber bi çemê Dicle ve meşiyan, li ser kaniya Dêrebûn em sekinîn, dora kaniyê bi tûmên nêrgizan xemilandî bû.. Dawî em gihan Hewlêrê, Hotêla Burc Alheyat û di roja 22/4/2006 an de programê Festîvala Bedirxaniyan a 3mîn dest pê kir.. Ji sala 2004 an ve, ev festîval ji rex saziya Bedirxan û wezareta rewşenbîrî ve tê lidar xistin.. Anku di roja 22 ê nîsane de, roja rojnamegeriya kurdî de. Ew roja ku yekemîn car di dîroka kurdan de Mîr Miqdad Medhet Bedirxan rojnameya (Kurdistan) li Qahîre çap û belav kiriye.. Yemîn festîval di sala 2004 an debû li Silêmaniyê, 2 mîn festîval di sala 2005 an de bû li Duhokî û eva ku ez di dabaşa wê de me a 3 mîne ku li Hewlêrê lidar dikeve. Li hotêlê ez çav bi gelek nivîskar û lêkolînerên kurd ketim, yên ku berê min ew dîtine û yên ku nû wan dibînim, belê di rêka nivîsandinê re em hev baş nas dikim, wek Selah Saadellah zavayê Mîr Celadet Bedirxan, kebaniya wî mîrzade Sînemxan Bedirxan, malmisanjîj, Elî Bedirxan, Kafî Elewî, Inayet Dîko.. û gelek gelekên din.. Bi dîtina wan re kêfxweş bûm û me çend rojên xweş û dîrokî bi hev re derbas kirin..
  Di roja pêşî de (22/04/2006), semînera min bi amadebûna cemawerekî mezin ji rewşenbîr, nivîskar û doktorên zankoya Silêmaniyê û Selaheldîn destpê kir.. Di nav wan de serokê wezîrên herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî, Mîrzade Sînemxan Celadet Bedirxan û zilamê wê Salah Saadellah, Ferda Cemîl Paşa, Hîro Ibrahîm Ehmed û gelek nivîskar û rewşenbîrên din ku ji her çar perçeyên Kurdistanê hatibûn vexwendin.. Dema ku dora min hat, birêz Heval Zaxoyî ez vexwendî ser sehnê kirim, bi çûna ser sehnê re Sînemxan ji min xwest ku ez wê helbesta Qedrî Can jî, ya ku li ser kêla gora bavê wê Mîr celadet û bapîrê wê Mîr Bedirxan nivîsandiye bêjim.. Min bejna xwe jêre xûz kir û bersiva wê bi erênî da.. Piştî ku min 108 saliya roja derçûna rojnameya dayik (Kurdistan) li Kurdistaniyan pîroz kir û şan, xebat û hunera Bedirxaniyan baş baş anî ziman û gotarê xwe bi dawî anî, ji nû min berê xwe da mîrzade Sînemxan û got: Li ser daxwaza Mîrzade Sinemxan Celadet Bedirxan bi min xweş e, ku ez van çend gotinên Qedrî Can yên ku li ser kêla ber serê Mîrê Cizîra Botan (Mîr Bedirxan) û neviyê wî (Mîr Celadet) neqişandiye li Şamê, ji we re bêjim û bi dengekî bilind min got:
Mîrê kurd.. Lawê Kurdistan.. Neviyê Bedirxan CELADET.. Fidakar, xwediyê himet.. Cendekê wî ku di vir de binax bû..
Giyanê wî bilindî asman bû.. Di riya niştiman.. Xwedî bi can..
Giyanê xwe kir qurban.. Ne mirîyê, zindîye.. Navê wî ebedîye.
Bi rastî, di dawiya gotina min de, çend xuleyan dengvedana çepkan di hola festîval de li hev vedigeriya.. Ez jî gelekî kêfxweş bûm.

Wêne: Ez û nivîskar û lêkolînerê kurd î navdar Malmisanîj, Hewlêr/ 2006

Konê Reş
Qamişlo 27/01/2018

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.30
Bi Tevahî Deng: 13


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark