Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Hevkariya partiyên kurdistanî li Elmaniya (Hevkarî) bombebarankirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê şermezar dike

 


Ev çend rojên hejmareke gundên Efrîna kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve bombebaran dibin û ji çend heyvan ve gef bi êrîşkirina navçeyê tê xwarin û ev yek bûye egerê peydabûna nîgeranî û tirseke mezin li rex xelkê Efrînê û tirsa dubarebûna heman êrîşa li ser Kobana kurdistanê li rex xelkê navçeyê peyda dike, ku ev êrîş helbet wê bibin sedemê peydabûna felaketeke mezin li ser gelê meyê kurd li Efrînê.


Lewra Hevkariya partiyên kurdistanê li Elmaniya hest bi nîgeraniyeke mezin dike û pêwîstiya her karekî dibîne ji bo dûrkirina metirsiyê li ser Efrînê, û tevlî şermezarkirina bombebarankirina hovane ya li ser navçeyê bi awayekî tund û ji bo parastina daxwaza gelê kurdistanê ji her metirsiyekî em wek Hevkarî daxwaza destêwerdaneke navdewletî ya bilez ji civaka navdewletî dikin û herwiha daxwaza zêdekirina fişaran li ser hikûmeta Tirkiyê ji hemû sazî û dezgehên navdewletî dikin ji bo vemirandina agirê şerê Tirkiyê li ser navçeya Efrînê û dûrkirina gelê me ji kuştin û komkujiyan û wêrankirina gund û bajarê me ku gelek felaketên weha hatine bi serê gelê kurd li herçar beşên kurdistanê, û daxwaza rawestandina vî şerî dikin nemaze ku bitenê xelkê sivîl û bêguneh dibin qurbaniya şer û nemaze ku xelkê Efrînê ji çend salan ji hemû aliyan ve dorpêçkirî ye û rastî siyasetên birçîkirin û serkutkirinê dibe.

Hevkarî piştgirî û xemxwariya xwe ligel gelê xwe yê kurdistanê li Efrînê nîşan dide û hevdim her gef û metirsiyekî li ser her bajarekî kurdistanê bi metirsî li ser tevaya gelê kurdistanê dibîne.

Elmaniya 15 çille 2018
Komîta ragihandina Hevkariya partiyên kurdistanê

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark