Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kî cîhan hejand kî çerx gerand

 


Bavê Zozanê

Me tevan referandum nemaze van her deh rojên dawî þopand. Hinekan bi tirs, hinekan bilez, hinekan bi xweþî û hinekan jî bi reþî. Medyaya cîhanî hemû, gav bi gav, xulek û saet, rojname, radyo, televizyon roj û þevê referandum kirin karê xwe yê yekemîn û sereke. Rast û derew, piçûk û mezin, ser û bin tevli hev dikirin.


Ev bahoz gur û bilind dibû bi kêmbûna rojan re wisa jî bi nêzîkbûna demê re, dema hatibû danîn û nîþankirî ji bo roja qiyametê di 25.09.2017an de. Gelek ji me wê þevê nerazan ji tirsa ku ev roja dîrokî bê lipaþxistin di bin gelek egeran de ji ber ku cîhan bi tevayî wek gurên birçî li ser herêmê kom bûbûn, lê bi saya serê serokê hêja Mesûd Barzanî û bi saya serê dîplomasiya wan a zîrek “hasil gihiþte Mûsil” û wisa Kurdan û serok Barzanî dinya hemû hejandin, ew man li milekî û neteweyên cihanê hemû man li milê din. 

Helbesta Þêrko Bêkes dihat bîra min: “Kurdek û kîsek tûtin û çend lib mewîj, tifing û latek, û bera cîhan bê cîhan tev.” Di 24ê vê mehê de ango roja berî referandumê, li bajarê Bochumê li Almanyayê wek semînareke vekirî Þepêla Pêþeroj a Kurdî li Sûriyê li darxist, babet bêguman li ser vê nûçeya herî girîng bû.

Pir babet hatin gengeþekirin lê ya sereke ew bû ku biryarên dîrokî hewceyî serokên dîrokî ne, nexwe çima ev li Kurdistana Bakur çênebû? Mane li wir jî çiya hene û li wir jî milet heye, dêmek raz di kesayetî û karêzma serok Mesûd Barzanî bi xwe de ye. Wisa jî serok ji nav miletê xwe derneket, nereviya, neçû Ewropa yan jî devereke din wek gelek serok û sekreterên partiyên me yê din!

Cîgirê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Patrick M. Shanahan wiha got: “Me xwest em pêkanîna referandumê bisekinînin, nehêlin çêbibe, lê em têkçûn, niha referandum çêbû, pêkhat, milet gotina xwe ya dawî got, vêce em razî bin yan jî na, projeyeke mezin li benda me ye ew jî ev e ku divê em fitîla þer rakin û vemirînin, wisa jî diyalogek berfireh ji me tê xwestin ku em ava bikin di navbera Bexda, Enqere, Tehran û Hewlêrê de.”

Dema jê pirsîn ma hûn ê encamên referandumê erê bikin? Keniya û got: “Gel gotina xwe got. Referandum bû rastiyeke eþkere û divê em wisa pê re bidin û bistînin, ka çi sûd heye eger em encaman erê nekin?” Rojnamevanê Erebistana Siûdî Cemal Xaþiqçî dibêje: “Egera redkirina wî ji referanduma ku li Herêma Kurdistanê çêdibe ew e ku niha li herêmê nîr û dem û karûbar tevlîhev in, nexwe ew ne li dijî mafê Kurda ye.”

Wek bersiva Dr. Xweþnav Silêman ku ewî berê li ser vê meselê jê pirsîbû, Dr. Kirîkor
Kizi ji Partiya Çepê Alman wiha dibêje: “Ezwera Kurdan baþ dinasim û têdigihêjim di avakirina dewleteke taybet bi wan, serbixwe, û dawî eva tiþtek normal e, divê deh salên belê û sedsalên dupîvanê û mehrûmkirinê bên bi dawîkirin, lê yasaya navdewletî rê nade, nahêle bi vî awayî, awayê ku Kurdistanê pêk anî, serxwebûn çêbibe.”

Bi rastî Fransa, Ingilîz, Netewên Yekgirtî, hemû dibêjin em bi mafê Kurdan re ne, lê niho ne dema wê ye. A rast îro pêkanîna þerê terorê ye. Wisa jî Rûs dibêjin, em rêz û hurmetê ji mafê Kurdan re digirin lê em yekbûna xaka Iraqê jî li ber hesêb digirin. Ka me çi fam kir, tev dibêjin “mal mala te ye lê nêzîkî firaxan nebe!”

A rast xwendevanên delal wek kak Mesûd dibêje: “Gelek astengî wê bêne pêþiya me lê bi vîn û yekîtiya me, bi hêza miletê qehreman emê biserkevin. Helbet em jibîr nakin û dîsa em tekez dikin ku emê bi awayekî bihêz li ser þerê terorê berdewam bin. Bijî serxwebûna Kurdistanê, bijî mafê rewa yê Kurdistaniyan.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark