Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji dîroka kurdî / Kes û helwest.. Xelek 37

 


Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Zîrekiya mîr Evdal Xan Bedlîsî
Dema gerokê Osmanî Ewliya Ҫelebî sala (1655z) digel şalyarê Osmanî Ehmed Paşa çû seredana Bedlîsê, temenê mîrê Bedlîsê Evdal Xan derdora  heftê sal bû, kesayetiya wî bala Ewliya Ҫelebî kişand û ew pê metel ma, û behreyên wî li qelem dan. Hinek ji wan behreyan evên jêrîn in:


 Ewliya Ҫelebî dibêje:“Yekemîn kesê, ku em li ser baxifin, û navê wî di meydana destçêkiriyan de bînin zimên, Xanê qedirbilind e, yê ku (700) awayên huneran dizane, û ew tektayê serdema xwe ye, dîmenê wî meteldar e, bejn û gerdenê wî kurt in, gewr-reng e, pozê wî ber bi pêş e, çavşîn e, şêrîngotin e, rûronahî ye, guhên wî biçûk in, rih û simbêlên wî siq in, temenê wî derdora heftê sal e, û hîna jî çalak û hêzdar e, milên wî pehn in, destên wî wek ên şêran in, zendên wî mêranî ne, newqzirav û çîpdirêj e”.
Piragmatîka zanistî û bijîşkî:
 Gava Ewliya Ҫelebî jîrbûna Evdal Xan di warê zanistî û bijîşkî de direngdirîne, dibêje:
“Ew (Evdal Xan) zanayê felsefeyê û zanistên meteldar (sîmya) ([1])û kîmyayê û derdên çavan e…ji xwe bûbû bijîşkekî di ser herdu bijîşkên yonanî yên dêrîn Galenus û Hippocrates (Ebû Qirat)([2]) re… ew zanayê ezmûneyê gera xwînê û rengdêrkirina nexwaşiyan û dermanan û her tiştên ligel xwînê têkildar e, kesên navsal, ku temenê wan gîhaye heyştê salan, û nexwaşên hişbirê, ku gîhanê kêleka mirinê, diçin ba wî, ku wan derman dike,…pêre jî ew kesên nîvmirî ji nû ve vedigerin jiyanê, û dibine xwedî rûwên sor û çalak û xwedî tendurista baş”.
 
 “Di warê nişteriyê (opêrasiyon) de tekta ye, gava destên Xan digihêne wan kesên, ku ji ser piştên hespan de dikevin, an lingên wan dişkên, an jî mofirkên hestiyên wan ji ber hev derdikevin, wan heftiyekê derman dike, ew ji nû ve radibin ser piyên xwe. Bi ser de jî ew siwarekî bê hempa ye, gava bi ser pişta hespan dikeve, û lîstikên pehlewaniyê gokê û hokê dilîze([3]), tu dibêjî qey Rustemê Zal, ê serdema xwe ye([4]), ewî  pirtûkên bijîşkiya sewalan xwendine, û nexwaşiyên wan dinase, û nîçirvanekî jêhatî û bê hempa ye”.
“Ew zanayê dermankirina çavan e, eger ava reş, beriya çel salan jî, bi çavên kesekî de hatibe, û biçe ba wî, Xan zirxekî([5]) gelek zirav dixe bin çavê wî, û wê ava reş jê dike der, pêre jî çavê wî kesê nexwaş durist dibe”.
Jîrbûna Evdal Xan di warê pîşeyî (pîşesazî) û muzîkê de:
 Gava Ewliya Ҫelebî jîrbûna Evdal Xan di warê pîşeyî û muzîkê de direngdirîne, dibêje:
„Ew di karê bergekirina pirtûkan û şêwekariyê û çaknivîsînê de navdar e. Di meydana helbestê de, helbestên wî digihênin asta helbestên (Haltî Ѐzmî Zade)([6]). Helbestvanekî serdema Osmanî ye, sala (1630) miriye.
Şûrên, ku Xan bi xwe çêdike, bi hêz in, û qet xwar nabin, û hin caran qilfên berdehan bi xwe çêdike, eger bêne firoştin, her yek dê du hezar quruş bîne, û rêwresmeke wî ye, ku her sal du berdehan bo sultan dişîne.
Evdal Xan çêkerê katan ê zîrek e, katên rojane û mehane û salanen û yên li ser bircan datînin, û katên nimrezêrîn û yên hişyakirinê bi xwe çêdike…ewî katek daniye ser kevirê gustîlka xwe, gelek ciwan e, tu dibêjî wek karê sihirbaziyê ye…bi ser de jî Xan dizanî mohran û neqşan jî çêke.
Ew di warê muzîkê û stiranê de nayê rengdêrkirin, ew meqamê (rast) û (dugah) baş dizane,…Tevî ku dengê wî gelek bilind e jî, lê gava amûra muzîkê digire destên xwe, û helbestên Hafizê Şîrazî([7]) bi bîst û çar usûlan dixwîne, perendeyên asîman radiwestin, da guh bidin wî. Bi ser de jî, gava pirtûkeke erebî digire destên xwe, yekser werdigerîne zimanê farisî, û bi ser de herdu zimanên turkî û farisî jî dizane.
Ew zanayê cilçêkirinê ye, cileke baş, ku wî çêkiribû, diyarî qeral Ehmed Paşa kir, nizanim, ku li Misrê, an li Esfehanê weke wê he ne, yan na, ew zanayê karê hesinkolanê ye (xîrate bi erebî) ye, kefçiyê girover, ê bi taybet bo hibrê, û pênûsên nikiltûj û yên gelek zirav bo çavan çêdike, ku têne diyarkirin û li bajaran belav dibin, her weha xedenkên (tîr) curbrcur, ku wek karên sihrê ne jî, çêdike”.
Bi ser de jî, ew mamosteyê lêdana defê ye, di nav çar defan de rûdine, û bi rêk û pêk lêdide, û şûna çar kesên, ku li defê didin, digire. Di vî warê lêdana defê de kesek nagihêne wî.
Xweda zîrekî û hişyarî zanistî û jîrekî daye wî, di meydana sedên pîşeyan û huneran de, kesek nagihên wî, ew Cemşîdê dema xwe ye([8]). Eger hemî zanîna wî li qelem bidim, wê pirtûkek mezim peyda bibe.
Jîrbûna wî di ware cempazê de:
Carekê mirovek, navê wî (Torna)ye, ku lîstikvanê ser kêndira ye, hat Bedlîsê, gava li pêşberî Xan li ser kêndiran list, Xan gotê: Ev ne ti tişt e. û rabû cilên teng, ku wek ên wî kesî bûn, li xwe kirin, û çovekî (darek) dirêj girt destên xwe, û wek pilindirekê hilkişî ser kêndiran, û ji serekî ta yê din meşiya, û paşê ji ser kêndirê dagerî, û careke din hilkişî, û wek wî kesî meşiya.
Ji nişkava (bi lêhatinekê) mîxek, ku kêndir pê hatibû girêdan, ji cih hilbû, û Xan ji ser kêndirê gêr bû, û gote kesên xwe: Xortino! va ye dagerîm, û keniya, û gava gîha zemînê darê xwe tê de çikand, lê dar şikest, ji ber ku  nikarî gewdeyê wî yê giran hilgirta, û Xan ket ser zemînê, û çîpeke wî şikest, pêre jî galgal û girî ser encûmenê girt, lê Xan çîpa xwe derman kir, û piştî sê rojan ji malê derket û çû encûmenê…ji wê demê de çîpeke wî hinekê lenger bû”.
Hewesdariya wî bi ser zana û hunervanan de:
Gava Ewliya Ҫelebî hewesdariya Evdal Xan bi ser zana û hunervanan de direngdirîne, dibêje:
„Di her deh rojên ku em wir man de, civata wî, ji sibehê heya êvarê, bi dengbêj û pehlewan û çîrokbêjên kenok dagirtî bû, ewana dihatin civatê, hunerên xwe pêşkêş dikirin, û perû (xelat) ji Paşa û Xan werdigirtin“.
Xan rêza xwediyên zanînan û zanyaran bi giranî digirt. Her kesên xwediyên karînan dihatin Bedlîsê, Xan bi wan re daxifî, eger kesekî ji wan bida xuyakirin, ku ew zana ye, Xan malek tev pêdiviyan, û gulistanek û cêrî û perû didane wî, vê lomê jî bajarê Bedlîsê bûye navenda hemî zanist û huneran“([9]).
Evên derbas bûne, hinek ji rengdêrên mîr Evdal Xan in, jîrekiya wî dibe nîşan, ku miletê Kurd dikare jîrekan peyda bike. Pêre jî tê xuyan, ku peydabûna şaristaniya Gozana (Til Helef) beriya heft hezar sal li Kurdistanê, û Kurdistan yekek e ji cîgehên, ku xwedîkirina sewalan, lê diyar bûye, û zevî û çandin û hunerên destçêkirîn, û rêwresmên olewerî lê hatina afirandin, ne tiştên susret in.
 

([1])  Sîmya zanisteke xapandina çavkî çavan e. (الحِيَل
([2])  Galenus û Hippocrates du bizîjkên yonanî navdar in.
([3])  Lîsteke siwar li ser piştên haspan in, dilîzin. Ji bo lîxistina gokê darekî serî girover dixebitînin.
([4]) Rustemê zal lehengekî Kurda yî dêrîn e.
([5])  Zirx,  mîlekî zirav e.
([6]) Helbestvanekî serdema Osmanî ye, sala (1630) miriye.
([7]) Hafizê Şîrazî helbestvanekî farisî ye, sala (1390) miriye.
([8])Cemşîd qeralekî farisî ye, tê gotin wî gelek zanist afirandine.  
([9])   Ev zanyariyên derbas bûne, ji pirtûna Ewliya Ҫelebî, rû 132 – 138, 156 hatine wergirtin.  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark