Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Evîna Rojên Kevin Li Qazîmaziyan rast dihatim

 


Konê Reþ
 
  Di destpêka salên 1960î de, heyamê ku Cemal Abdulnasir serokê Sûriyê û Misrê bû, temenê min dor neh-deh salî bû. Di wan çend salan de baran li Cizîrê nedibariya.. Dexil û zevî hiþk diman û xizaniyek zor konê xwe di ser gundê min û tev gundên Beriya Mêrdînê re vegirtibû.. Hin mal di gund de hebûn, nanê cehî dixwarin.. Sako û kirasê hin zarok û zilaman pînekirî bûn, hin bê pêlav bûn; di germa havînê û serma zivistanê de pêxwas dimeþiyan û pêlavên hina jî pînekirî bûn..!


Min Çarox jî di lingê hinan de didît.. Tu dikarî bibêje ku Otomobîl nebûn, gundiyan ervanê nanê xwe bi erebeyên dewaran an li ser piþta ker, bergîl û qantiran dibirin aþên Amûdê an Hilêliyê an aþê mala Qoç li gundê Topiz, dihêran. Bi berbanga sibehê re diçûn, derangî þevê dizîvirîn..
  Salên ku baran baþ ba, di werzê çinîna zeviyan de zilam ji Serxetê (Çiyayê Omeriya û Tora Mihelmiya) bi qaçaxî dadiketin Binxetê, di gundên Beriya Mêrdînê de palevaniya dexlan dikirin. Piþtî ku paleyî xelas dibû careke din bi qaçaxî dizîvirîn welatê xwe. Hingî derbasbûna sînor - di navbera Serxet û Binxetê de - ne wiha asê û dijwar bû.
  Çinîna dexlan bi das û qeynaxa bû. Ji bo çinîna zeviyekî deh-duwazdeh palevanî rêz dibûn, sermelekê palevaniya serê rêza wan digirt û dest bi berê xwe û çinîna zevî dikirin. Gelek caran sermelekê wan di ber paleyê re stran digotin, palevanya jî lê vedigerand, wek nimûne ev stran:
Êvar e xweþ êvar e
Sî daket ser zinar e
Êvar e ne sibe ye
Sî daket ber derge ye
Malno! Li bextê te me
Me berde wextê me ye
Êvar e ne nîv roj e
Sî daketiye ber roj e
Êvar e kevra sî da
Navbêna memka xwê da
Malno! Li bextê te me
Me berde hê li me roj e..
  Gotinên strana sermelekê palevaniya bi liv û þingîniya dasên palevaniya re dihat hunandin û wek sîmfoniyek (Symphony) xweþ deng vedida.. Hingê min av di cewdikekî de li ser piþta kerê ji wan re dibir û bi zerikekê li wan belav dikir.. Pêre jî min li wan temaþe û guhdariya stranan dikir..
  Car caran jî, di nav wan dexl, frieze, þûv û zeviyan de bi hevalekî xwe re li hêlînên çûkan digeriyam, geh min hêk di wan hêlînan de didîtin û geh çêlîkên çûkan û gelek caran li Qazîmaziyan rast dihatim..
Ezbenî! Çîrok dirêj e..
Konê Reþ, Qamiþlo 01/08/2017

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark