Konê Reþ
Berî çend
mehan dû dîwanên helbestvan û hunermend Nizar Yosif ji Elmanya hîhane destê min,
mixabin ew derfet li cem min nebû ku li dor wan rawestim.. Herdu dîwan li
Hewlêr di sala 2016an de hatine çap û belavkirin. Yek bi navê (Kêferata
Paytexta Kor) û yek bi navê (Kedera Min) e. Di sala 2008an de jî dîwanek
mamoste Nizar bi navê (Rêwiyê Xewna Efsûnî) hatiye çap kirin.
Dîwana (Kêferata Paytexta Kor), ji 126 rûpelan û 53 helbestên kurt pêk tê. Dîwan li ser du beþan hatiye parkirin; beþê yekem welatperwerî, zimanhezî û niþtimanî ye, beþê duyem li ser zîlana evin û civakê digere.. Min pêþgotina vê dîwanê nivîsandiye, fermo kitek ji wê pêþgotinê: (.. Awazên helbestên wî ji zargotina koçerên Mîran, çiyayê Qereçoxê Mosîsana, girê Êlim û çiyayê Bagokê dizên.. Alavên hunandina helbestên wî, hin caran ji payîzok, pend û diyariyan pêk tên.. Digel evîn, hezkirina mirovahiyê û zimanê welatê qedexe..)
Belê dîwana (Kedera Min), ji 96 rûpelan û 49 helbestên kurt pêk tê. Bi pêþgotina mamoste M. Xelîl Mustafa (Bênav) hatiye xemilandin..
Li gor þopandina min ji mamoste Nizar Yosif re ez wî wek helbestvan, hunermendekî hunera þêwekariyê û dengbêjekî deng xweþ nas dikim.
Ez ji dil van herdu dîwanên mamoste Nizar Yosif li xwendevanên zimanê kurdî pîroz dikim û hêviya berdewamiyê jê dikim.