Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Herêma Kurdistanê, gavek berve serxwebûnê

 


Salar Salih
 
Herêma Kurdistana Iraqê - Baþûrê Kurdistanê - bi gav in tebût berve serxwebûnê ve diçe, û pirojeyê netewî yê Kurd li herêmê biser dikeve, serkeftina vî projeyî jî vedgera siyasetên durist yên herêma Kurdistana Iraqê , û rola aktîv ya serokê Herêmê Mesûd Barzanî di dabînkirina pêwendiyên bi hêz ligel dewletên herêmî yên xurt.
Di vê mehê de du bûyerên pir giring li rojhilata navîn çêbûn, a yekê paltforma aborî ya cîhanî li Urdinê (li derya Mirî) û a didwan serdana Trump bo Siûdiya Erebî û sazkirina hevpeymana li dijî terorê.


Serok Mesûd Barzanî serdana Urdinê kir û di platforma aborî ya cîhanî de beþdarbû, û mijara referandomê ji bo serxwebûnê di platformê de raxist, herweha hevdîtinek li gel þahê Urdinê pêkanî, û li gor çavdêrên siyasî Urdin wê yek ji dewletên pêþî be yên ku wê danpêdanê bi serxwebûna Kurdistanê bikin, û ev gavek balkêþ bû li ser riya serxwebûnê.
Herweha serdana serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Siûdiya Erebî û damezirandina hevpeymaniya li dijî terorê li Sûriyê û Iraqê ku ji 55 dewletên islamî pêktê , gavek e giring bû ji bo sînordanîna li rola Îranê li herêmê û birrînê destên hevalbendên wê di navçeyê de, û ev yek jî dikeve berjewendiyên herêma Kurdistanê de û projeyê wê ji bo serxwebûnê, çi ku Îran dewleta yekem bû li rojhilata navîn ku dijberiya projeyê serxwebûna Herêma Kurdistanê dikir û astengî di afirandin.
Helbet çi hêza ku bixwaze xwedî rol û paþeroj be di rojhilata navîn de , divê ne xeter be li ser berjewendiyên Amerîka û dewletên hevpeymanên wê li navçeyê, herweha pêwendiyên baþ bi wan re ava bike, di vî aliyî de herêma Kurdistana Iraqê bi siyaseta xwe ya hiþmend û tebût dikarîbû baþtirîn pêwendî bi hevpeymanên Amerîkayê re li navçeyê ava bike, serok Barzanî jî bi roleke mezin rabû di serkeftina van pêwendiyan de, lewra çavdêrên siyasî dibînin ku serxwebûna herêma Kurdistanê pir nêzîk dibe, çiku biryar e ku referandom di payîza têde lidarkeve (25 îlonê), û guman heye ku serok Barzanî serxwebûna Kurdistanê di Newroza 2018 an de ragihîne.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark