Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Konê Reþ û pirtûkek li dor Osman Sebrî di 60 saliya damezirandina Al-Partî de

 


  Bi helkefta derbasbûna 60 salî di ser roja 14 tîrmeha 1957an de, ev roja ku Apo Osman Sebrî û hevalên xwe têde P.K.K.S (Alpartî) li Þamê damezirandin, Konê Reþ ev pirtûka bi navê (Osman Sebrî 1905-1993: Jînenîgarî û çend nivîs û helbestên nû), berhev kiriye û li Qamiþlo çap û belavkiriye.
  Di pêþgotina pirtûka xwe de wiha dibêje:
(Ez Osman Sebrî wek lehengekî ji lehengên gelê xwe dibînim û kêfxweþim ku ez vê kurtejiyana wî, wek wefadarî di 60 saliya damezirandina Al-Partî (P.D.K.S) de, ji xwendevanên zimanê kurdî re pêþkêþ bikim.


  Gelo! Osman Sebrî kî ye, ta ku ez wî wek lehengekî ji lehengên gelê kurd dibînim? Ew navekî sereke û belû ye di nav tevgera rizgarîxwaza gelê kurd de li Suriyê û di tevayî Kurdistanê de. Wek; têkoþerekî, torevanekî û rewþenbîrekî hatiye naskirin û cihê xwe bi xurtî girtiye.
  Vî lehengî bi tev þiyanên xwe bervedêrî di ber mafê gelê Kurdistanê de kiriye.  Gelek caran ji rex dagirkerên Kurdistanê ve hatiye girtin, sirgûnkirin û tev jiyana xwe di miþextî û zîvariyan de derbas kiriye. Wek dîdevanekî bû ji þoreþa Þêx Seîdê Pîran re.
  Di navbera salên 1926an û 1971ê de, anku di navbera (45) salan de (18) caran hatiye girtin û zindankirin. Anku di (88) biharên xwe de, bi vîneke ku nayê tewandin li ber xwe daye û ranewestiya ye. Di sala 1971ê de, ji nû li mala xwe a li Þamê rûnþtiye, xwe dûrî karê siyasetê kiriye û dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kiriye..)


  Pirtûk 134 rûpel e. Ji gundê (Narincê) yê Adîyemanê destpê dike, li gundê (Berkevirê) yê Derbasiyê bi dawî dibe. Digel çend gotar û helbestên Apo Osman yên ku nehatine belavkirin û hin perçe ji helbesta wî ya bi navê (Bersiva Hoþeng).
  Konê Reþ vê pirtûka xwe ji giyanê Apo Osman Sebrî, Dr. Nûreddîn Zaza û hevalên wan, damezrênerên (Al-Partî) re, pêþkêþ dike. Ewên ku ji 60 salî ve (Al-Partî) di 14 tîrmeha 1957an de li Þamê damezirandine û tev jiyana xwe di ber mafê gelê xwe de xerckirine.
Qamiþlo, 10/06/2017

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.11
Bi Tevahî Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark