Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Ji Vî Welatî Dernakevim

 


Vejîna Kurd
 
Rojê bersiva xwe ji pirsên avahiyên bêdeng û bajarê xulmaşbûyî re dadimalî, û şevê hêdî hêdî konê xwe yê tarî vedigirt. Di odeyeke biçûk de ku tenê textek, masek, du piyal û çar dîwarên tazî dinalîn, Şiyarê bîstûçar salî xwe li ser têxt dirêj kiribû û bi piyala êşên temendirêj diponijî. Di xwelîdankeke hesinî de termên cixareyên rêzkirî baweriya mirov bi jiyanê avêtibûn pişt xwe, li ser masê mûmek mîna dilê evîndarekî dilguvaştî diçûrisî, û li aliyê din jî pênûseke ku ji nalîna tîp û bêjeyan westiyabû û lênûseke ku di hindur xwe de çîroka evîniyeke bê dawî tomar kiribû, hebûn. Li her êvarekê Şiyêr xwe mîna nasikekî bi ser rûpelên lênûsê de xwar dikir û hestên xwe yên têrêş û çîroka evîniya xwe ya bêdawî li ser xêz dikirin.


Belê.. Du sal in êş û xeman hêlûna xwe di gewriya temenê Şiyêr de ava kiribû.. Du sal in, demên  wî tenê bîranînên şewitî û bîrêkirina hembêza yarê û hilma deşt û çiyayên welêt bû.
Berî du buharan Şiyêr pir hêvî di tûrikê dilê xwe de dane hev, xatirê xwe ji destgirtiya xwe xast, û mîna pir xortên welêt sînor gav kirin û bi mebesta jiyaneke xweştir û aramtir berê xwe da welatê hêvî û xewnan..
Şiyar berkenî bû û bi xwe re got: Haaaa welatê hêvî û xewnan.. hêviyên çi û xewnên çi?!! jiyana di bin çand û olên biyanî de dibe mîna ewrekî stewr, ne baranê dide ne jî sahiyê peyda dike, ew mîna hîmekî giran wateya jiyanê ya rasteqîn di bin xwe de pûç dike. Ne welat û ne jî dost û yar.. ma jiyan bo çi ye?!
Jiyana bê liv û tevger mirin bi xwe ye, ma qey mirin bi zengil e?!! Min soz dabû yarê ku ezê mafê penabertiyê li vir bistînim û wê wînim cem xwe, û hîn tu gupikên omîdan di wî warî de nebişkuvîne. Min dê û bavê xwe, yar, welat û her tiştekî xwe li şûn xwe hîştin. Li vir tenê bêdengî û tenahî heval û dostên min in, roj û şev mîna pelên payîzê ji dara temenê min diweşin.. Ciwaniya min li siha welatekî biyan dimiçiqe.. Çi heyf e looo!   
Hîn Şiyar di ramanên xwe de digevizî zengilê telefona wî lêda, ew destgirtiya wî bû, rûyê xortê evîndar mîna zeviyekî tî ku li benda dilopên baranê be  geş bû, û got: Yarê! Ev tu yî? Ez ji zû ve li benda telefona te me.
Wê bi dilekî sar lê vegerand û got: Erê ez Hêvî me, min xwest bi te re bipeyivim û tiştekî ji te re bêjim berî ku kesên din te pê agahdar bikin..
Şîyêr got: Bibêje delalê! Ez guhdariya te dikim.
Wê got: Çîrokeke evîndariyê ji ya Mem û Zînê xweştir di navbera min û te de hebû, mixabin te tiştine din ji xwe re kirin armanc û tu li pey leylanan bezî, ev du sal in ez li benda te me, rûyê min mîna pelên daran zer bûye. Şiyaro! Te yara xwe ji gur û roviyan re hîşt û nalînên dil piştguh kirin. Te çi xwelî li serê me kir. Dê û bavê min biryar dan ku min bi yekî din re bizewicînin..
Ew gotina mîna aveke sar bi ser Şiyêr de hat, kire qêrîn û li xwe dixist.
Bi wê qêrîniyê re Şiyar ji xew hişyar bû, çavên wî kujûlî bûbûn, rûyê wî zer bûbû, lê ew hîn li ser xaka welatê xwe bû, û çentê ku wî bo koçberkirinê amade kiribû, hîn li cihê xwe dinalî, û bi ustuyekî melûl xatirê xwe ji dîwaran dixwest. Belê.. xewna ku Şiyêr dîtî strana beyaniyê digot, awaz û peyvên wê yên bêzar tîbûna dil û hişê wî avdidan û riya rast jê re xuya dikirin.. Di wê kêlîkê de hevalrêyê wî hat û got: Şiyaro! Rabe divê em îşev sînor derbas bikin û ji vî welatî herin..
Şiyar bi vîn û baweriyeke bêhempa lê vegerand û got: Ji bo xaka xwe û yara xwe ez pir evîndar û bengîn im. Bira! Biryara min a dawî ew e ku heya ez hebim, ezê berevaniya xak, yar,  milet, çem û zinarên welatê xwe bikim û ji vî welatî dernakevim.. dernakevim.
……………………………………
13.5.2017
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark