Bi helkefta roja rojnamegeriya Kurdî
ku di roja 22ê meha çaran tê bibîranîn,û bi boneya 119mîn sal di ser yekemîn
rojnemeya kurdî re derbasdibe,ya bi navê Kurdistan ku ji layê mîr Miqdad Midhet
Bedirxan li bajarê Qahîra hatiye belavkirin,Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana
Sûrya yekemîn festival lidarxist.
Îro21-4-2017an li bendava Mizgeftê û
bi amadebûna hijmarekê ji nivîskar,rewþenbîr,rojnemevan û dezgihên ragihandinê
festival hat li darxistin.
Festivalê di bin diruþma (rojnamegeriya azad dîrokê divejîne) ji layê endamê desteya birêvebir mamoste Hekîm Ehmed û endama yekîtiyê
Jiyan Mirad ve bi sirûda Ey reqîb,û rawestana xuleyek bê deng li ser giyanê pakrewanan û bi taybet giyanê Mîr Miqdad Bedirxan hat ragihandin.
Paþ re gotina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ji layê cîgirê seroka yekîtiyê Luqman Yûsif ve hat xwendin.Di pey re beþê helbestê bi beþdariya van helbestvanan destpêkir:
Helbestvan Xembar Gul, Þefîq Îsa, Yusra Hesen, Qasim Mer`îka, Ibrahîm Mele Qasim, Haþim Þêx Zahir, Salih Cango, Selah beyro, û Mihemed Ebdê.
Piþtî navbirekê, dan û sitandin li ser rewþa rojnamegeriya Kurdî bi beþdariya Rojnamevan Mihemed Hisên û çalakvan Ehmedê Mûsê û pirsên cemawer hat bi cîkirin.
Beþê sisiyan û yê dawî ji festîvalê bi beþdariya hunermendan:Ridwan Ken`o, Dilbirîn Ezîz û Biha Þêxo bi çend sitranan festival bi dawî bû.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdidtana Sûriya
22-4-2017