Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Rûpelên jiyana Jinê

 


Vejîna Kurd

Di civaka Kurdî de têgeha "jin" herdem bi jiyanê ve hatiya girêdan, ji ber ku jin sembola afirandina jiyanê û berdewamiya regeza mirovahiyê ye, lewra ew gelek pîroz tên dîtin. Birastî ez naxwezim li ser vê babetê pir rawestim, lê dixwezim pisekê bikin: Ma gelo eger Xwedê jinek ji anîna zarokan bê par hîþtibe, çima civak bi tevahî bi çavê nerazîbûnê li wê rebenê dinêre û bi hemû þêweyan tundiyê lê dike?


Di civaka me de, jina ku xizmeta mêrê xwe bike û gelek zarokan bîne dinyayê jineke baþ e, û ya ku nikane zarokan bîne weke jina nebaþ pênas dibe, ango civak jinê weke hebûneyeke ku bi qasî hejmara zarokên aniye dinyayê hêja dibîne, û bi vê helwestê, dayikbûn, weke  rêya rizgariya ji zext û zordariya civakê li pêþiya jinê dimîne.
Zordaiya li dijî jinan û þêweyên wê naskirî ne, lê hema jina ku zarokan nîne tûþî pestên piralî dibe, ji aliyekî ve zordariya ku ew weke jin di civakeke þûndemayî de dibîne, û ji aliyekê din ve êþ û kovanên wê ji ber pirsgirêka wê ya derûnî ku ew ji xweristiya dayikbûnê bê par maye, bêguman civak, bêtir jî jinên wê civakê, roleke neyînî dilîzin, wê jinê nefret û riswa dikin, bi gotin û helwestên xwe wê dêþînin û di rewþa herî baþ de mêr pesend dikin ku careke din bizewice û bi zarokên ku ji bedena xwe þa bibe.
Tiþtê herî seyr ew e ku eger sedema çênebûna zarokan ji aliyê mêr de be, jin bi qedera xwe razî dibe, jiyana xwe bê zarok didomîne û tucarî berdanê naxweze û civak jî bêdeng dimîne, lê eger jin nikanibe jiyana zewacê bi anîna zarokan bixemilîne, bêguman mêr zewaca duyem weke çareserî ji vê pirsgirêkê re dibîne, civak jê re dibe alîgir û piþtgir û dibêje ev mafekî rewa ye.. û eger mêrek sê-çar caran zewicî be û zarokên wî tune bin, dîsa ew jinên xwe tewanbar dike û kêmasiyê di mêrantiya xwe de nabîne!!
 Belê.. di civaka me de ev rûdawa pir tê dîtin, û em kanin rewþeke din, ku nêzîkî wê ye,  bînin zimên ew jî derd û kulên dayika keçan e (ew jina ku hemû zarokên wê keçik in) di vê rewþê de dîsa mêr piþta xwe dide ol, urf û adetên civakê yên kevneþop, û bi zewaceke dî dirame, tevlî ku hemû pêþketinên zanistî diçespînin ku mêr berpirsyarê zayenda cenîn e. 
Di heman demê de em kanin bêjin ku ev helwest û nerînên han, ku di nav hemû pêkhateyên civakê de tên dîtin, þêweyek ji zordariya li dijî jinê ye û mixabin bêtir bi destên jinan gur dibe, ew jinê miroveke nenas, bê hal û bê hêz dibîne, ku kiþwera wê mal e û çalakiyên wê yên herî astbilind çêkirina xwerinê û anîna zarokan e.. Bi ya me be ev durûtî di þêweya danûstandinê bi jin û mêr re seknandineke kûr li ser bîrûbawerî, urf, adet û nirxên civakê divê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark