Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Dîroka Çapemeniya Kurdî di Nav Kurdên Rojava de Kovara Gelawêj:

 


Konê Reş

Bi helkeftina derbasbûna 119 salan di ser roja rojnamegeria kurdî de ku di roja 22ê nîsana 2017an de destpê dike, bi min xweş e ku her roj ji bo we kovarekê an rojnameyeke a kurdên Sûriyê raxînim ber çavan.. Îro bela mijara me kovara Gelawêj be:
Kovara Gelawêj:
Kovareke çandî û torevanî ye. Ev kovar jî di sala1979 an de, di bin şîretên Osman Sebrî de derketiye. Wek ku diyare ev kovar a Partiya Demokratî Kurdî (Alpartî) ye.


Ji destpêkê ve serkêşên wê, mele Tahir û Mecîdê Haco bûn, vê paşiyê ketiye nav destên gelek kesan de.. Navê wê ji (Gelawêj) a Kurdên Îraqê, ewa ku rehmetî Ibrahîm Ehmed û hevalên xwe di salên 1944 an de diweşandin, hatiye girtin. Hejmara pêşîn di sala 1979 an de derketiye, hejmara dawîn (34) di sala 2007 de derçûye. Ebada wê li ser pelên A4 bû, ango (20x32) bû.


Gelek hejmarên zozo ji vê kovarê hatine weşandin. Ev kovar jî di destpêkê de li ser pelên A4 bi ronyo dihat kişandin, naverok qels û lawaz bû. Ji sala 1990î û vir de wê jî kirasê xwe guhertiye û hejmarên wê yên dawî d çapxaneyê de hatine çap kirin, bi naverok û wêneyên spehî.. Di sala 1997 an de ew jî wek Gulistan tevî kovara (Bihar)ê bûye... Divê bête gotin ku di nîsana 1991ê de kovareke din bi navê (Gelawêj) ji rex rêkxistineke din ve, hatiye weşandin û çend hejmarên bedew jê çap bûne. Di sala 1993 an de ev Gelawêj tevî kovara (Pirs)ê bûye..

Konê Reş, Qamişlo, 08.04.2017

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark