Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Helbestvan Arjen Arî Dengê Ameda Kurdî bû!

 


Konê Reþ
 
Di rojbûna Arjen Arî, yekê Nîsanê derew nekir û rastgo bû.. Têde zayîna Arjen Arî xwe diyar û ew bû dengê Diyarbekir..
Erê, Arjen biharek rengîn bû, di payîzek kurt de winda bû.. Arjen Arî, xweþ tov di beyarên welatê me de reþand.. Xweþ berhem nivîsandin û xweþ ziman ji talanên neyaran parast..


 Arjen Arî; hevalê min bû.. Em hogirî hev bibûn.. Çend carekî em bi hev û din re beþdarî festîvalên rewþenbîrî li bakur û baþûrî welatê birîndar bibûn.. Em bi hev re çûn geliyê Laliþ, me Laliþa nûranî tewaf kir û em bi hev re bûn Hecî..
Me bi hev re sikak û kolanên Qamiþlo û Amedê pîvan.. û em bi hev re çûn serdana gora Fayiq Bucaq û seydayê Cegerxwîn û me dengê xwe tevî dengê Cegerxwîn kir û got:
Min ji bo we gelek tiþt
Min dîwan û hin niviþt
Gol ji avê bûye miþt
Ez nizanim çi bêjim
Heta dil ranewestî
Ez nabêjim bi sistî
Kêr gihaye ser hestî
Ez nizanim çi bêjim..
Ez jî di vê derbarê de nizanim çi bibêjim, hema ji van gotinên rehmetî Arjen Arî çetir nabînim, dema gazî quling û koçerê dike:
Qulingo!
Qulingê baskþikestî ye dilê min
Ji bin milê çepê birîn-xedar!
Evdalo, kê li me neda tivingê?
Ne ez têr geriyam, ne te têr ax xwar..
 
Koçerê!
Bi te re koçer bûma!
Bi te re têr bûma, birçî bûma
Girtî bûma, kuþtî bûma...
Li van axan, koçerê lêêê
Bela ne penaber bûma!
Û qet ne di wê baweriyê de me ku Arjen miriye.. Arjen bi berhem û gotinên xwe her dem bi me re dijî.. Arjen zindiye.. zindiye.. Yezdanê mezin wê bi dilovaniya xwe þad bike û cihê wî bihiþta rengîn be.
 
Konê Reþ
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark