Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji dīroka kurdī / kesayetī ū helwest.. Xelek 28.. Mela Idrīsź Bedlīsī..

 


Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
(Analîzekirina peymana Osmanî – Kurdî)
 
Berê jî  derbas bû, ku Mela Idrîsê Bedlîsî sala (1515z) hin mîrên Kurd bawerkirin dan, ku peymanekê li gel sultan Selîmê yekemîn girêdin. Li gor wê peymanê mîrnižînên wan, bi žêweyê (fedrasyon) li gel dewleta Osmanî hatin girêdan. Ji vê pê ve emê bi hûrbînî wê peymanê û destkeftiyên herdu aliyan, li gor nîrên ciyopolîtîk û civakî û aborî, yên  ku di yekemîn nîvê sedsala (16z) de li bakurê Kurdistanê û rojavayê Asiyayê hukardar bûn, analîze bikin.


Hûriyên peymanê:
Mela Idrîs bîst û sê mîrên Kurd  bawerkirin dan, ku peymanê îmze bikin, mîrnižînên wan li deverên Amedê, Mardînê, Mûsilê, Žingalê, Hiskêfê, Amîdê û Cezîra Botan bûn, û naveroka peymanê jî ev bû:
1.Mîrnižînên Kurdan, ên ku peyman erêkirine, wê xweser bimînin.
2. Dewlet li mafê hukumdariya mîrnižînan ji bavan bo kuran mikur tê, û her ku mîrekî nû hukumdarî bi dest xist, wê sultan bi feremanekê li hukumdariya wî mikur bê.
3. Divê mîrên Kurd di cengan de alîkariya dewleta Osmanî bikin.
4. Divê dewleta Osmanî alîkariya mîrnižînên Kurd li dij neyartiyên derveyî bike.
5. Divê mîrên Kurd baceyê û diyariyan bidin dewleta Osmanî.
Dewleta Osmanî her mîrnižînek bi (Hukumet) navand, û her mîrek jî bi (Serbest Mîrmîran); ango (mîrên xweser) bi nav kir.
Sala (1655z)ê, gerokê tirkî Ewliya Ҫelebî, bi seredan çû deverên bakurê Kurdistanê. Ji bo (Keleha Egîlê) dibêje: “Mîrê wê ne Osmanî ye, û ne gengaze, ku ji textê mîrîtiyê bê daxistin, vê lomê jî hukumeta wî xweser e, û gava sultan nameyekê jê re dižîne, bi bêjeya (cenab) dest pê dike, û eger mîr bimire, û kurên wî tune bin, kesekî ji malbata wî cihê wî digire”.
 
Destkeftiyên Kurdan:
Mîrnižînên Kurdan, ji vê peymanê, destkeftiyên jêrîn, bi dest xistin:
1. Mîr û serokên êlên Kurdan mafê mîrasî ya hukumdariya yekser dabîn (misoger) kirin.
2. Mîr û serokên êlên Kurdan parastina deverên xwe ji dijminatiya dewleta Sefewî li hêla rojhilat, û ji dest-têwrdanên Ebebozan li hêla bažûrê-rojava (Sûriyê) dabîn kirin, û her dijminatiyek li dij wan, di heman demê de dijminatiya li dij dewleta Osmanî ye jî.
3. Peymanê ažîtiya hundirîn bo mîrnižîn û êlên Kurdan, ên ku peyan îmze kirine, dabîn kir. Pižtî ku ewana hevdij bûn, hemî ketin bin sîbera dewletekê de. Her weha berjewendiya dewleta Osmanî jî ew bû, ku nakokî û pevçûn di nav Kurdan de rû nedin.
4. Abora mîrnižînên Kurdan hat xistin bi ser a dewleta Osmanî ve. Ji hêlekê de çalakiya bazirganî di žaxên riya baziganiya cîhanî (Riya Herîr) re, li bakurê Kurdistanê gež bû, û bazarên dewleta Osmanî ji bo berhemên kurdî, ku piraniya wan zevî û sewal in, hat vekirin, û ji hêleke din de jî, bazarên deverên Kurdî ji bo berhemên, ku ji deverên Osmanî ve tên, vebûn. 
Destkeftiyên dewleta Osmanî:
Dewleta Osmanî, bi vê peymanê, ev destkeftiyên jêrîn bi dest xistin:
1. Ji bo hin sedemên hundirîn, an jî herêmê, hebû (belkî) hin mîrnižîn û êlên Kurdan li dij dewleta Osmanî rabûna, û jê re li hêla rojhilat alozî peyda bikirana, nemaze jî deverên piraniya wan mîrnižînan çiyayî û dijwar bûn, û nižteciyên wan devaran jî žervanên wêrek bûn, û ji žêwra mîr û pažewayên xwe dernediketin. Ji dêvla ewana dijminên dewletê bin, vê peymanê ew kirin dostên dewletê.
2. Dewleta Sefewî dijwartirîn dijminê dewleta Osmanî bû. Sultan Selîm, bi saya vê peymanê, dabîn kir, ku ew mîrên Kurdan xwe nedin kêleka wê dewletê, û mîrnižînên wan jî, di navbêna her dewletan de bûn dîwarê parastina dewleta Osmanî ji hêrižên dewleta Sefewî,û her hêrižên, ku ji hêla rojhilat de werin, û sultanê Osmanî, li gor vê peymanê, hevalbendên, ku divên bervedêriya dewletê bikin, û saman û žervanan bidin wê, qezenc kirin.
 3. Ji hêla ciyopolîtîk de, dewleta Osmanî dest da ser devirine fireh, firehiya wan bi qasî firehiya herêma Bažûrê Kurdistanê ye; ang (80) hezar k.m2, tev hemî taybetmendiyên wan deveran, ên ciyopolîtîk, li ser tuxûbên (Îranê ji hêla rojhilat ve, û Îraqê ji hêla bažûrê rojhilat ve, û Sûriyê ji hêla bažûr ve), û taybetmendiyên aborî (bazar, samanên zevî û sewal û daristan, û destdanîna ser žaxên riya Herîr, ya ku bajarê Tebrîzê li gel bajarê Helebê, û Tebrîzê li gel bajarê Borsayê, ya ku niha li bakurê-rojavayê Tirkiyê dikeve,  girêdide.
4. Evê peymanê kir, ku dewleta Osmanî pirojeya xwe ya împeretorî pêk bîne. Pižtî ku sultan Selîm parastina pižta dewleta xwe li hember dewleta Sefewî dabîn kir, û bi hezaran žervanên Kurd tev li artêža xwe kir, ber bi bažûr de hêriž kir, û da ser Sûriyê, û di cenga (Merc Dabiq) de sala (1516z) li hember Ebebozên çerkez bi ser ket, û riya xwe ber bi Misirê (navenda dewleta Ebebozan) de dom kir, û sala (1517z), di cenga (Rêdaniyê) de,  Ebeboz gêr kirin, û dest da ser Misirê. Her weha bi xêra vê peymanê sultan Suleymanê yekem (El-Qanûnî) sala (1535z) Îraq ji dest dewleta Sefewî girt, û dagîr kir.
Hêjayî gotinê ye, ku dema sultan Selîm li Misirê bû, Mihemmed Ebû Numey ê duwemمحمد أبو نُمَيْ الثاني  ê (mezintirîn bavpîrê Žerîf Husên) çû ba wî, û kilîtê herdu cîgehên pîroz li Mekkeyê û Medîneyê dane wî, wek ku welatê Hîcazê tev li dewleta Osmanî kir. Bi ser de jî sultan Selîm xelîfeyê Ebbasî yê dawî Mihemmd ê pêgirtê benê Xweda, yê sêyem (Mihemmed El-Mutewekêl Ela Ellah, ê sêyem محمد المتوكل على الله الثالث) bi xwe re bir Îstanbulê, û kir ku dest ji (xîlafetê) bikžîne. Ji wê dem û bûyerê de sultan Selîm nasnavê (Emîr El-Mumînîn / Mîrê Mumînan), û (Xelîfeyê Misilmanan) û (Xizmetkarê herdu cîgehên žerîf/pîroz خادم الحرمين الشريفين ) li Mekkeyê û Medîneyê wergirtin.
Evanên derbas bûne, berztirînên destkeftiyên Kurdan û Osmaniyan in, ku ji wê peymanê bi dest xistin. Bila nirxandina wê hevpeymanê jî para rûpelên, ku wê bêne be.
Çavkanî:
1.Ibin Eca: El-îrak (ceng û nakokî) di navbera Ebebozan û Osmaniyan de, rû 284.
2. Olya Ҫelebî: Rîhletu Olya Ҫelebî fî Kurdistan (Olya Ҫelebî siyahetnamesî), rû 32, 33.
3. Seidî Osman Herûtî: Kurdistan wel-împertoriyye El-Osmaniyye, rû 65, 66.
4. Abbas Simaîl Sebbax: Tarîx El-Elaqatîl-Osmaniyye wel-Îraniyye, rû 131, 132.
5. Mihemmed Ferîd Beg Elmihamî: Tarîx Eddewletîl-Eliyyetî-Osmaniyye, rû 96, 97, 192.
 
Çavkanî:
1.Ibin Eca: El-îrak (ceng û nakokî) di navbera Ebebozan û Osmaniyan de, rû 284.
2. Ewliya Ҫelebî: Rîhletu Olya Ҫelebî fî Kurdistan (Olya Ҫelebî siyahetnamesî), rû 32, 33.
3. Seidî Osman Herûtî: Kurdistan wel-împertoriyye El-Osmaniyye, rû 65, 66.
4. Abbas Simaîl Sebbax: Tarîx El-Elaqatîl-Osmaniyye wel-Îraniyye, rû 131, 132.
5. Mihemmed Ferîd Beg Elmihamî: Tarîx Eddewletîl-Eliyyetî-Osmaniyye, rû 96, 97, 192.
 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark