Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Encamnameya yekemîn konferansa Hevgirtina rewŝenbîrên rojavayê Kurdistanê HRRK - ŝaxê Ewrupayê

 


Li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê, di 25.02.2017 de, hejmarek ji kedkarên çanda kurdî ku li welatên Ewrupayê dijîn, di çarçoveya yekemîn konferansa rewŝenbîrên rojavayê Kurdistanê HRRK de, li hev civiyan. Ev civîn wekî encameke asayî ji encamên kongireya pêncan ya HRRK bû, ku li ser axa welat li bajarê Qamiŝlo di 23.12.2016 de, lidarketibû. Konferansê bi kêliyeke bêdengî ya ji bo giyanên ŝehîdan û bi sirûda neteweyî "Ey reqîb" destpêkir. Piŝtî wê mêvanên beŝdar, dezgeh û kesayetên amade bi axavtinên xwe yên nirxdar yên li ser rewŝa kurd û kurdistanê ya siyasî, çandî û civakî civîn xemilandin.


Konferansê bi danûstendina li ser rojevê destpêkir û bi xwendina rapora giŝtî ya ku ji hêla serokê berê ve hate xwendin, berdewam kir. Pê re jî danûstendinên li ser mijarên girêdayî karê di warê çandê de hatin holê, ku yekser têkiliya wan bi her du astan re heye, asta kurdî  weku nasnameyeke neteweyî û asta ewrupayî ku hemû endamên vî ŝaxî li welatên Ewrupayê yên cuda dijîn. Wisa jî behsa çawatiya pêŝdebirin û berfirehkirina karê rewŝenbîrî yê di van herdu astan de bû, da ku ev hevgirtin bibe sîwaneyeke yekgirtî ji bo hemû rewŝenbîrên kurd li derbideriyê û li hundir welêt. Bi awayekî ku nasnameya rewŝenbîrî ya kurdî bê çesipandin û xurtkirin, herwisa bibe nasnameyeke hevbeŝ bêyî ku nasnameya siyasî, îdolojî û ramanî ya endaman di riya hevkarî û hevgirtina wan de bibin asteng. Ji ber vê giringiyeke mezin bo xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê hate dayîn, herweha pêdiviya lidarxistina festîvala Rojava ya çandî ya salane li derveyî welêt hate piŝtrastkirin. Wisa jî hat xwestin ku malpera hevgirtinê ya fermî rojava.net bê aktîvkirin û piŝtgiriya endaman di pirojeyên wan ên takekesane de bê kirin. Hat xwestin ku ev dezgeh rola xwe weku pirekê di navbera herdu çandan de, çanda kurdî û ewrupayî de, bilîze. Nexasim di navbera rojavayê Kurdistanê de û wan welatên ku endamên hevgirtinê lê dijîn. Di asta neteweyî de beŝdarên konferansê pêdivî bi wê yekê dîtin ku kar ji bo yekrêziya kurdan bê kirin û ji çarçoveyên partîtî û rêxistinperestiyê dûr bimînin. Wisa jî pêwîstî bi girêdana kongireya neteweyî hate dîtin, da ku wekî lêvegereke hevbeŝ ji bo hemû kurdan bê avakirin û roleke layiq di guherandinên dîrokî yên ku di herêmê de çêdibin de, bilîze. Di dawiya konferansê de komîteya birêveber ku ji van neh endaman pêk tê hat hilbijartin: " Ŝepal Hêvo - Seydo Reŝîd - Xunav Kano - Zeredeŝtê Kal - Reŝîd Hisso - Helîm Yûsiv - Rêber Hebûn - Alan Mem Pîr û Ehmedê Xursî". Ji nav komîtê Reŝîd Hisso wekî serokê ŝaxê Ewrupayê yê HRRK û Xunav Kano wekî cîgira serok hatin hilbijartin. Herweha komîtê ji nav xwe komîteyên ragihandinê, aboriyê, rêxistiniyê û ya çalakiyan destnîŝankirin. Wisa jî Reŝîd Hisso û Helîm Yûsiv wekî endamên desteya bilind ya HRRK ya giŝtî ku wê birêveberiya karûbarê HRRK bi hemû ŝaxên wê bike, hatin hilbijartin.
Komîta birêveber ya Hevgirtina rewŝenbîrên rojavayê Kurdistanê - ŝaxê Ewrupayê
Wuppertal - 25.02.2017

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baŝ
Pir baŝ
Baŝ
Ne xirab
Xirab

Vebijark