Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hejmara (54) ji kovara PIRSź derket.

 


Pêžgotin:
Ziman, mîna hemû giyanewerên zindî zidiyane ye, bi gelek rêbaz û alavan jiyana wî pêžve diçe û dewlemend dibe, yek ji wan rêbazan wergerandin e. Wek tê nasîn di riya zimên re têkiliyên miletan ên raman, hestewarî û nayabdariyê çêdibin. Ji ber wê jî wergerandin roleke pir sûdar di van waran de dilîze, û gežedaneke mezin û rasteqînî dixe pêžvebirina zimên.


Bi riya wergerandinê hemû žaxên zanyariyê ji berhemên miletekî derbazî jiyana miletekî din dibin, û bi wê derbazbûnê pênaseya pêžketina miletan û asta wan di warên raman, wêje, koltor, danûstandina civakî…. tê nasîn.
Di serdemên dîrokî de, nemaze di dema niha de, bizava wergerandinê di zimanên cîhanê de pir çalak e, û guhdaneke mezin ji aliyê saziyên ku bi zimên bendewar in ve heye. Ji wê pirtir, li seranserî cîhanê bežê wergerandinê di zanîngehan de heye, û bi žêweyên zanistî karê wergerandinê tê kirin. Bi karê wegerandinê, ziman ji neyîniyên zimanewaniyê hêdî hêdî ji nav xwe radike, yanê ew di pir waran de, nemaze ji aliyê têrman de xwe dewlemend dike, û dibe zimanekî li gor demê, û di kevnariya xwe de namîne, ji ber ku ziman ne tenê rêziman û rastnivîs e.
Herweha rola wergerandinê ne tenê di warê zanistî û zimên de sûdar e, lêbelê ew gelek tižtin nû derbazî jiyana wêjeya gelan dike, ango dema wêjeya miletekî tê wergerandin ew sêwene nû bi xwe re tîne, û gežedanekê dixe wêjeya wî miletî.
Bêguman berî her kesekî rola nivîskar, wêjevan û zanyaran di warê wergerandinê de heye, her yek ji wan, nemaze yên ku bi pirtirî zimanekî dinivisînin dikarin li gor kanebûna xwe di wergerandinê de bixebitin. Lê mixabin ta roja îro Kurd di vî warî de – wergerandinê de – pir lawaz in. Bêguman sedemên wê lawazbûne jî hene, lê li gor derfetên ku hene guhdan pê nehatiye kirin. Yek ji sedemên wê ew e, ku piraniya nivîskar, wêjevan û berhemdarên Kurd, bê sazî û pižtevan in. Ew dixwînin, dinivisînin û berheman amade dikin, lê li dawiyê divê ew bi xwe jî berhemên xwe çap û belav bikin. Ev jî bandoreke neyînî ye pir mezin li pêžvebirina zimên û bizava wergerandinê dike. Hêvî ew e, ku ji aliyê sazî û tevgera siyasî ya kurdî ve bendewariyek bi nivîskar, wêjevan û pênûsên ku di warê wergerandinê de dixebitin were kirin.
 
Merwan Berekat

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark