Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Biznok

 


Reşad Şeref
 
Bizinek ji keriyê pez ma li çolê, wê çi bike çi nake, ji xwe re xaniyek avakir û têde jiya.
Piştî demekê du karik jê re çêbûn, navê yekê xiste Şeng û navê yan din xiste Peng.
Herdu karikan gelekî ji hev hezdikirin û gelkî ji diya xwe jî hezdikirin û diya wan jî zehf ji wan hezdikir û li ser wan ditirsiya!


Dema diçû bajêr ji bo ji wan re tiştan bikire yan pê diviyê malê bîne, digot: Derî kilît bikin û ji kesekî re nevekin.
Rojekê bizin çûbî bajêr.. gur birçî bû, hat li cem karikan dixwest wan bixapîne, li derî xist û got:
Şenga min, Penga min ji min re derî vekin ez diya we me min ji we re tiştên xweşik anîne!
Şengê û Pengê bi hev re gotin: Na tu  ne diya me yî dengê diya me zelal e, dengê stûr e!
Gur çû cem nojdar, nojdarî derman dayê, derman vexwar û dengê wî zelalbû carek din hat û got: Şenga min penga min derî vekin min ji we re tiştên xweşik anîne
Karikan lingê wî li bin derî re dîtin û gotin: Na..na, tu ne diya meyî lingên dayika me sipîn e û lingên te reşin, em derî venakin!
Gur vegeriya mal lingên xwe sipî kirin û cardin hat li cem karikan û li derî da û got: Şenga min penga min ez diya we m e, derî vekin min ji we re tiştên xweşik anîne
Vê carê karikan ji gur bawer kirin û derî vekirin.
Gurê har û  birçî herdu karik xwarin û çû mala xwe.
Biznok hat mal dît ku derî vekirî ye û karik ne di xanî de ne. Biznok gelek aciz bû li ser zarokên xwe û gelekî qehirî. Ji xwe re gut.. helbet gur hatiye û zarokên min xwarîne.
Biznok çû cem hosta sturihên xwe tûj kirin û berê xwe da mala gur. Gur têr xwaribû û ketibû xewê.
Biznok hilkişiya li ser banê wî û kire dim.. dim û got: Ez im bizin im bizin têlim strû darê herzêlim heçî xwarî Şenka min, heçî xwarî Penga min bila were xir û cenga min.
Gur ji xew rabû derket ji derve ku bizin li ser banê wî dike dim.. dim.
Gur got: Min xwariye Şenga te, min xwariye Penga te ez ê werim xêr û cenga te
Gur û Bizin ketin şer. Bizina çeleng sturihên xwe yên tûj avêtin zikê gur û dirand. Şeng û Peng ketin erdê û ji zikê gur derketin.
Bizinê herdu zarokên xwe hembêz kirin û got: Şenga min, Penga min hûn çûbîn kû derê?
Şengê û Pengê bi hev re gotin: Em çûbîn mala xalê xwe me bi kevçiyê piçûk savar xwar.
Çîroka me çû deştê, dê û bavên me çûne behiştê me du kuç danîn li ber teniştê.
( ev çîrok gelêrî ye)

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark