Mehfûzê Mele Silêman
Sersala nûhatî barkirî ji mizgîna
Bi xeml û xelatî em ji te bi hêvîne
Em
wek te rêbiwarin
Temen
bi hejmar in
Geþke gula .
. xweþke dila . . van mûman pêxîne
Sersala nûhatî dil bi jan û birîn e
Ji sala buhartî hejar û xemgîn e
Çavê me bi girîn e
Li te bi nerîn e
Geþke gula . . xweþke dila . . van mûman pêxîne
Sersala nûhatî te çi li me kiriye ?
Ji bo vî welatî çi bi xwe re aniye ?
Em dixwazin azadî
Aaþtî û dilþadî
Geþke gula . . xweþke dila . . van mûman pêxîne
Sersala nûhatî pelê min derxîne
Dengekî bi þewatî bextê min bixwîne
Ez biyan û bê zar im
Mest û dîl û jar im
Geþke gula . . xweþke dila . . van mûman pêxîne
Sersala nûhatî dilêm bi evîn e
Findeke bijartî ji min re biþîne
Da rêça pê bibînim
Mafê xwe bistînim
Geþke gula . . xweþ ke dila . . van mûman pêxîne
------------------------------------
Ev helbest ji dîwana "RISTA MIN".
Mehfûzê Mele Silêman -- Qamiþlo 2 -1-1991