Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotina sersalê:

 


EHMED QASIM

Biborin eger gotin dirêje.. lê giringîya mijarê wusa xwest. Hêvîdarim her kes bixwinê. Em hewcedarê xwendinê ne, ne yê laykanin.
Spasî dighê her xwendewarekî.
Di nivîsandina dîrokê de bûyer û serpêhatiyên bi bandor têne pesend kirin. Ka wê çi ji bona me kurdan di sala 2016an de bê nivîsandin, ji bilî bûyer û serpêhatiyên li sernserî Sûrî rû dane.


Li dirêjîya salekê, bi hezaran gilî û gazincên tekane û komel ji tevgera sîyasî ya kurdî bûne, ”Çima ev tevger nikanê yekrêzîya xwe ava bikê?”.
ENKS û TEV-DEMê bûne navnîŝanên sereke ji her nivîs û her gazinc û gilîyekê re. Dû kuwalisyonên li dijî hev, roj bi roj nakokiyên wan kûrtir û feretir dibin li dirêjîya salê.
Di kongira 14 mîn ya Partîya Demuqrata Pûŝverû ya kurd li sûrî de, biryara xwe vekŝandinê ji ENKS hate stendin ji ber gelek sedeman, wekî ku amadevanan ŝirove dikirin û gazincên xwe ji kiryarên partiyên ENKS aŝkere dikirin. Lê tiŝtê herî giring û bi armanc ewbû, ku ``Pêŝverû`` li dervayî ENKS be, wê kanibê rolekî ”Nêvçicî” bilîzê, û kanibê herdu kuwalisyonan bînê cem hev, û lêvegerîneke sîyasî wek desteyekî yan komîteyekî ava bikê. Ew deste yan komîte kanibê nûnertîya gelê kurd li kurdistana Sûrî bikê li her cîyekî pêwîstîdar. Li dirêjîya salekê, û çendan çalakî û hewl ji alî ``Pêŝverû`` de, ew armanc mehal bû, û pêk nehat. Çima, û çi astengî hene li pêŝ pêkanîna vê armancê, ez dibêjim tiŝtekî bincil nemaye, her tiŝt aŝkere ye, ku rojane guhpêdanin tevgera me û serbixweyên rewŝenbîr ji gelê meyî kurd dest didine ser sedeman, û hewl didin ku wan sedeman hilînin, lê li gor pêvagirêdana her alîyekî xûya dikê çare nemane ji vê rewŝê re.
Wekî ku her yek ji siyasetmedarin kurd dizanê nakokî çine, û hewl didin ku wan nakokiyan çareser bikin, lê her alîyek berî xwe didê hêleke bi vacayî ê din. Em tev dizanin ku ”TEV-DEM” bi ser ”PYD” vaye, û ”PYD” girêdayî ”PKK” ye, wekî baskekî ”PKK” ye li kurdistana Sûrî, xwedî sîyaset û Îdyolocîyeke cûdaye.. erk û istîratîcîya xwe bi armanc û diriŝm û ramanin ”PKK” ve girêdayî. Her wehajî, pêwendîdare bi her pêwendiyên ”PKK” bi her hêleke navdewletî û herêmî de bi vacayî nêrîn û armanc û raman û pêwendîyên ENKS yên herêmî û navdewletî ye.
Loma jî, hewlên me ji bo gîhandina herdu alîyan li ser maseyeke guftogoyê û pêkanîna armanca ku em lê digerin li valayî diçê û demê ji me dixwê, û hewl û pêkanên me li valayî û bê sûd diçin. ``Pêŝverû`` wek partîyekî sereke, xwedî erk û bi bandor û bi kiryarin bi sûd, salek ji temenê xebata xwe ji bo armanceke ne mumkun winda dikê, û hînjî didê ŝopê, çimkî ew pê zanê ku ew armanc bi dest nekevê, wê ev derfeta dîrokî di ser kurdan re derbas bê, û belkî careke din derfetên wek vê neyên.
Me li dirêjîya sala 2016 çi kir û çi bi ser xist?
Pirseke mafdare ji mafê her kurdekî bipirsê, û bersivê ji hêlên berpirs bixwazê.
Bawer dikim ku her hêlek wê disa ”Benîŝtê xwe bicû” û tiŝtekî bi dest naxê. Ji hêla ”PYD”ve wê dîsa destkeftinên xwe bi êjmêrê, û desthilatdariya xwe bikê minet li serî her kesî din, û pîrozîya xwînê ŝehîdan bidê pêŝ ku pêwîste her yek rêzê lê bigrê, û wan destkeftîyên bi xwîna ŝehîdan pîroz bibînê û rêzê lê bigrê, û werê tevlê bibê û xizmetê jê re bikê. Ev hemî baŝin, lê nabê kes nêzikî biryara siyasî bibê, û hevparî di standina biryarên siyasî de qedexeye. Her weha, ev destkeftên xweserîya demiqrat hemî ji bo gelê kurd de, lê pirsa jêderin aborî jî qedexeye, û ew ji erkê ”PYD” ye, û ”PYD” xwedî dandin û standinêye. Sêyemîn, doza leŝker û çekdarî û girtina biryara ŝer û aŝtîjî, ew jî qedexeye guftogo li ser bibê. Ê, çi ma ku hêlin din tê de bibne hevpar, ji bilî ku werin, tenê xizmetî kiryar û siyaset û ramanên ”PYD” bikin?
Ji bilî em nexweŝîyên ”ENKS” bi êjmêrin, kî dikanê van ŝert û mercên ”PYD” erênî li ser bikê?
Di rastîyê de, dijmaneyetîya bi ”PYD” re ŝaŝîyeke dîrokî û xwekujîye, belam rêya dostanî li pêŝ alîyên din girtîye. Ka wê li ser çi ast û bingehê ew dostanî ava bibê. Niha hinek dibêjin ku ``Pêŝverû`` nêzikî ”TEV-DEM”ê ye. Ez dipirsim, Heger wabê, ”PYD” kanê ``Pêŝverû`` bibînê wek hevpar ji biryarin ”Siyasî, Darayî, û Çekdarî”re? Tevî ku ``Pêŝverû`` ne ji layengerî bi vacayî wane wekî ku ew bi nav dikin.. yanî ne ji layengirê ”PDK_Δ û nejî di nava refên rikberîya Sûrî de mane. Ev pirs pirseke rewaye ku mirov bipirsê, çima ``Pêŝverû`` ji xwe re hevpar nabînin û ew nakokiyên ku bi nav dikin bi roj û bi ŝev li hêla ``Pêŝverû`` tinene. Tê wê wateyê ku camêran dixwazin tevayî tevgerê di bin baskên xwe kin wekî hikometa ”Beis” pêwendiyan li gel tevgerê bikin. Ev yeka jî birêz Aldar Xelîl di gotina xwe de aŝkere kir ku dema bang li tevayî partîyên ji dervayî ”TEV-DEM”ê kir, û got ``werin, rojava welatê weye, werin di bin konê me de xizmet bikin``. Yanî, tê wê wateyê, ku camêran ne bi hewcedarî hevparanin, belam bi pêwistî xizmetkaranin.
ENKS jî ji alî xwe de, di gelek ŝaŝiyên istîratêcî de vedgevizê, û nikanê xwe ji nav ``girênekê`` derxînê. Nakokîya ``Pêŝverû`` bi partiyên di hindirê ENKS de tenê yek tiŝte, `` kanibin biryarin xwe serbixwe bigrin û nekevin bin bandora siyaseta ”PDK_Δ li gel rêz û rêzdarî ji serkê herêmê re, lê ``Pêŝverû`` dibînê ku bandora siyaseta Partî Demuqratî Kurdistanî Îraq li ser kar û barên ENKS bi ŝêwakî nerênî dikê û car caran zirarê dighînê destekarin biryarê. Ji vê bîtir, PDKS jî xwe dibînê nûnerê ”PDK_Δ û pêwendî xwe li ser wê bingehê bi partîyên din re ava dikê, her wehajî ji xwe re layingira digrê di hindirî ”ENKS” de, ji bo di standina biryaran de dengên bîtir bi yacî xwe de bi êjmêrê. Ev kiryara ”PDKS” jî zirarke mezin gîhande kiryar û pêkaneyên ”ENKS”. Hîcar pirs darê hêla ”PDKS”, ew kanê xwe ji vî hiŝ û haqilî rizgar bikê, û xwe bibînê wekî partîyên din, û bibê hevparekî terazîne bi yên din re?
Bersiva vê pirsê ji ”PDK_S” tê xwestin. Heta niha bi kêmanî bersiv jêra ``ne xêr``.
Herêmin kurdistana Sûrî pir bi gilî û gazincin di bin desthilatdariya ”PYD”de. Ew gilî û gazinc ne bi hewcî jimartinêne, çimkî her kes dizanê, û rojane diŝopînê. Zordestî û bênçikandina azadiya xelkê li hêlekê, û birçîbûn û koçberî li hêleke din, û ŝerên ne di cîyê xwe de jî, tevayî bûne cîyê gilî û gazincan.Eceb çare jê re heye di va sala nih de?
Yanî ti guhertin tinene, di demekê de, ku guhertinin bingehîn li sernserî Sûrî rû nedin. Lê di hêla siyasî û bidestxistina mafên kurd di rewŝeke wusa de, bawer dikim di bin talûkeyeke rasteqîneda ye, di demekê de ku, kurd bê nûnerkî rewaye, û bê desteyekî lêvegera sîyasîye, û li cîyên pêwîst, çi li asta herêmî, yanjî, li asta navdewletî ne amadeye bi nûnertîya xwe, her wehajî, doza kurdî nakevê nava doseya rojeva guftogoyê. Kî berpirsyarê vê kêmasîyê ye gelo?
Hewlêr...Qendîl, bersiva me bidin idî bese.
PYD, xwîna ŝehîdan meke bazara sîyasî, bi vî hawayî, tu xwîna ŝehîdan erzan dikî. Ŝehîd, ŝehîdê kurd û kurdistanê ne, ŝehîdê azadîyê ne, ne ŝehîdê sîyasetin ŝaŝ û ecîndayane. Li ser maseya guftogoyan û bazara sîyasî, doseya ŝehîdan meke ”ÎP” ji bo bi serxistina fikr û sîyaseta xwe. Kurdistana Sûrî bi yek alî neyê parastin, û mafên kurd bê yekrêzî nayên bi destxistin.. Derfeta dîrokî ne ji bo yek partîyê ye, derfet ji bo hemî gelê kurde.
PDK_S, bi aŝkereyî ez dibêjim wekî hercar. Ji siyaseta xweyî tek-alî vegerin. We ENKS bê kiryar û bandor hîŝtîye. Hûn bî vî hiŝ û haqilî, nahêlin yekrêzîya kurdan ava bibê. We alîkariya serok Berzanî ji xwe re kirî ”ÎP” û xwe li ser serî partiyên din wekî serwer dibînin. Alîkarîyên serok Berzanî hûn erzan dikin bi vî hawayî. Serok Berzanî alîkarî dikê ji bo yekrêzîya kurdan pêk werê, ne ji bo kesan ji we re bikirê. Idî ji we re jî bese birano. Hiŝên xwe di serî xwe kin, û werin Qamiŝlo bikin cîgehê yekrêzî û standina biryaran. 
Eger ”PYD” li dervayî refê kurdî bimînê jî, ez bawer dikim bi siyaseteke rastîyane em dikanin beŝê din ya tevgerê bidne ser hev û yekrêzîyê ava bikin bê ”PYD”, belkî di piŝt re, eger ”PYD” xwe bi tenê bibînê, ewjî hiŝ werne serî û tevlî yekrêzîyê bibê. ``Pêŝverû`` ne ŝaŝe di nêrînin xwe de, û mamuste Hemîd Derwîŝ gelek hewl da ji bo pêkanîna yekrêzîyê. Tevî ku geleg tometbar dibê ji ber hewlên xwe û kar û çalakiyên xwe ji bo pêkanîna yekrêzîyê. Lê mixabin, heta îro bersiv ji herdu hêlan de ne erênîye.. ez bawer dikim wê dîrok we tawanbar bikê ku hûn dibine sedema ne yekrêzîya kurdan di van heyamên hestiyar de.
Dîsa herdu hêl li xwe vegerin û xwe ser-rast bikin hûne sûdmend bin, û tîpên dîrokê ba avên zêrîn binivsînin. Derfet ji bo we vekirîye, û rê ne girtîye, eger hûn dixwazin bidne ser rîya kurdewarî û bibne xebatkarê gelê xwe. Hêvîdarin sala nuh, vê ra hûnjî bi hiŝ û kiryarin nuh werne ba hev, û pîlanin dijminan têk bidin, û bighêne serketina doza kurdî. 
Bihêlin, bila Qendîl û Hewlêr kêŝeyên xwe bi xwe çareser bikin, û emjî yên xwe bixwe çareser bikin, hûne bibînin ku kêŝeyên me ji yên wan bi gelekî hesantirin. Tenê ku em bi Qaiŝlokî û Kobankî û Efrînkî mijûl bibin û bi ber hev de werin. Hûn bixwazin nexwazin di nav me û Hewlêr û Amedê de sînorin navdewletî hene, û ŝert mercên me yên sîyasî û jiyanê ne yekin. Kêŝeyên me jî ne yekin, û her weha çareserî kêŝeyên me ne li gor yên wanin.
EHMED QASIM
Istenbol: 31/12/2016

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baŝ
Pir baŝ
Baŝ
Ne xirab
Xirab

Vebijark