Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Evīna Rojźn kevin / 102: Žewata Sīnema Amūdź

 


Konê Rež

 Dinya payîz bû, nû ketibûm dibistanê de, li gundê me belav bû ku ževê din sînema Amûdê hatiye žewitandin û gelek zarok têde qir bûne.  
 Wê rojê pêde, qal û qultên gundiyan li ber dîwarên malan û odê behsa žewata sînema Amûdê bû. Digotin: Piraniya zarokên ku çûbûn sînemê hatine žewitandin, digel Mihemedê Seîd Axayê Deqorî.  


 A dinî rojê, bavê min û her du pismamên xwe (Silo û Žikrî), digel Evdê Gedo mixtarê gund û Hecî Kevir, Mehmûdê Millî û neh/deh gundiyên din jî bi wan re, wek žanda gundê Doda, berê xwe dan bajarê Amûdê, çûn serdana Amûdiyan bi tevayî û Seîd Axayê Deqorî û Nezîr Axayê Omerî bi taybetî.
  Ji mêj ve, ežîra Bûbilana û ežîra Deqoriyan hevalbendên hevbûn, di xêr û žeran de li ser hev dixeyidîn û di rojên teng de di hawara hev de diçûn. Her wiha jî, Bûbilanî di warê dubendiya Mehmûdkiyan û Etmankiyan de hevalbendên Mehmûdkiyan bûn û Nezîr Axa, yekî sereke bû ji mezinên Mehmûdkiyan li Binxetê, bajarê Amûdê.  
Vêca wek erkê ežîrtiyê, çûna Dodayan Amûdê, ne tenê ji bo ku sersaxiyên xwe ji her du Axayan re pêžkêž bikin, belê divîbûn tižtê ji wan bê, ji tev xelkên Amûdê re jî pêžkêž bikin. Dodayan žewata zarokên Amûdiyan wek žewata zarokên xwe didîtin.  
 Pižtî wê rojê û bi çend heyvan jî, çîroka žewata sînema Amûdê bi tirs, keser û xemgînî di nav gundiyên me de dihat gotin.  
 Bûyer mezin bû, qurbanî pir bûn, xemaniyê jî dirêj kir ta roja îro. Di vê rojê de (13/11/1960), bêtir ji 280 zarokên kurd digel Mihemedê Seîd Axayê Deqorî (1928 – 1960), di sînemeya Amûdê de hatin žewitandin û bajarê Amûdê careke din navê xwe bi: Amûda Bavê Mihemed bilind kir.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevahī Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark