Desteya Sernivîser
Piþtî bayê azadiyê hêdî hêdî serdana welat û miletê me kir, wisa jî di
hemû warên civaka kurdî de pir komele, rêxistin û saziyên sivîl hatin
damazrandin, yek ji wan, komela Rewþen Bedirxan e, ew yekemîn komela jinên kurd
ku li Efrînê ji dayik bûye ye, li
7.4.2012an kongira wê ya damazrandinê ya
yekemîn li dar ket, tê de jinên
Cindirêsê, Meydankê û Efrînê beþdar bûn, piþt re wan dest bi kar û
xebata xwe ya civakî û çandî kirin, û hejmareke mezin ji jinên herêmê li dor
wan civiyan.
Komele, ji bo rakirina zordarî û bêdengiya dîrokî ji ser piþta jina Kurd û terxandina bingeha wekheviyê, di navbera jin û mêr de dixebite, û herweha ji bo teqezkirina rola jinê di civaka kurdî de û pesendkirin û bihêzkirina baweriya wê bi xwe, daku jin, di hemû aliyên jiyana aborî, rêzanî, civakî û çandî de, bibe pêþkdara mêr, ji aliyekî din ve ew armanc dike ku guhdan bi çanda Kurdî û zimanê Kurdî bêtir were kirin.
Hêjayî gotinê ye ku tevlî ku pir alozî û pirsgirêk li pêþ komelê derketin û hîn jî derdikevin holê, lê di dirêjahiya pênc salan de, bê ku tu aliyên siyasî û ji bilî siyasî jî piþtevanî û alîkariya wê bikin, wê kanîbû roleke giring û berçav di civakê de bilîsta û kesayetiya xwe ya serbixwe biparasta.