Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurd ji ku hatin ( 3 )

 


Zahra ramadan

SERDEMA HURRIYAN( B.Z3000-700)
BZ ji salên 3000 ê heta bi peydebûna Medan (BZ700) ji vê heyam 2300 salî a dîroka Kurdistanê re serdema Hurriyan tê gotin. Di vê pêlê de bêhejmar qraltî û şaredewlet hatine danîn.
-Belgeya herî kevin a bi zimanê Hurrîk li bajarê Urkêş( Amûd) hatiye verdestkirin. (Derbarê parastina nimêjgehekê de ye )



-Ev nivîsar li ser tabletekê salên 2000ê ya BZ bi zimanê Hurî hatiye dariştin, li bajarê Urkêşê ji aliyê qral Tîş-Atal ve bo xweda Nergîl hatiye raberkiri. 
-Vê serdemê zimanê Aryenî geş daye.
-Li nêzî bajarê Kerkûk-Arapha li erdkolnên di Nuziyê de bi hezaran tabletên serdema 1550-1400ê ya BZ hatine bertavkirin. 
-Li Hîtîtê, Urartuyê  û Helebê bi şêweyekî cuda yên Hurrîk axaftin dihata kirin .
-Hinek qraltî û pernstiyên Hurriyan ev in : Kummuhu, Meldî, Gurgum, Ungî, Kaman,Kaska,Naîrî, Şupria, Urkêş, Muşkû, Namar,Subarû, Mard, Lulubi, Kardu, Zamua, Elippî, Mana û Gutî. 
BZ di salên 2000ê de bajarên girîng û pêşçav:Riha, Amed, Mêrdîn, Kerkûk, Nuzî. 
-Şaristaniya Hurî bi taybetî di warê mîtolojî, dîn û nivîsê de berhemên qewî çak li du xwe hiştine. 
Hurriyan nivîsa Mîxî bi kar tanîn. Nivîsa Hîtît û Hurrî ya Mîxî dişbiyan hev.
-Zimanê Hurrîkî  yek ji zimanên herî balkêş ê pêş Asyayî ye . Zimanê Hurî nemaye û zimanê herîk evin ê Proto-kurdî ye. 
-Zimanê Urartuyê verdawame zimanê Hurrîkî ye. Hecî Zimanê Mîtanî ye têkela Proto kurdiya Herîkî û kurdyê Aryenî ye. 
-Tuşattayê Qral Mîtaniyan ê herî pêşçav ê Hurî, sala1380-1350ê ya BZ nameyekê bi Hurrîkî û ji qral/ firewnê Misirê re dihinêre. 
-Xwedawenda Hurriyan"  HEPAT"e. Paşê ev nav dibe HEWA. 
-Teşûp, xwedayê bagerê Hepat Xwedawend, Şimagî xwedayê rojê, Kuşûx Xwedayê heyvê û Xwedayê stêrkan jî Şauşka ye .Hurriyan bo Xwedayên xwe yên çiyê jînavê Namnî û Hazzî danîne. 
-Mîtolojiya Hurriyan bandoreke zal li Hîtîtî, Fenîkeyî û Heleniyan kiriye.
-Belgeyên Gelgamêş ên li Hatuşaşê bi Akadî, Hîtîtkî û Hurrîkî hatine nivîsandin. 
-Kumarbî yê ku Xwedayê herîm ezin ê Hurriyan e. efsane ye . Wergera vê efsaneyê ya ji bandor li ser berh
emên Homeros ye. Ji Hitîtkiyê derbas nav fenîke û Helenan bûye. Gelekî bandor li ser berhemên Homeros û Hesîodosî hiştiye. 
-Di nav Hurriyan de dîn û ayîn li ser rêgaz û xîmên têkûz e. Rahîbên xurt ew bir êk dixist. Ji ber vê li nav welatê Hitîtan jî belav bûye. 
-Nivîsên li perestgeha Yazlikarya ya Hîtîtê bi zimanê Hurriyanî ne .
-Di warê mîmarî ,resmî,vazo û mohrê de xêra wan gihîştiye dîroka mirorahiyê.
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark