Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji dīroka kurdī. Kesayetī ū helwest.. Xelek 11

 


Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Cefayên žalyarên malbata Bermekî ya Kurd
Ji bo dewleta Ebbasî
 
Bermekî malbateke navdar bû, rola wê di damezirandin û gežbûna dewleta Ebbasî de gelekî berz bû, lê dawiya wan jî mîna ya rêvebirê navdar Ebû Mislim El-Xrasanî, teradîcîk bû. Ê dî ka em wan bêtir nas bikin..  


Nasnameya malbat Bermekî:
Peyva (Bermek) lexeme ne nav e, li gel pêjeya/peyv (Mag, Mog, Mecûs) têkildar e, xuya ye ew hevedudaniya du pêjeyan e; (Ber mag = Ber mog = Ber moga) bi wateya (serperestvanê perstgeha zeredežtî). Di jêderên erebî de bi awayê (Bermek) diyar bûye, ji ber ku tîpa (G) di alfabêta erebî de nîne. Êla (Mag / Mog) yekek ji žež êlên Med ên mezintir bû, kar û barên ayînî bi rê dibirin.
Dema talanên îslamê dest pê kirin, bavpîrê Beramîke li bajarê Belx ê Xurasanê serperstvanê perestgeha zeredežtî (Newbîhar) bû. (Belx naka li bakurê Efxanistanê dikeve). Ew jî perstgeheke mezin û ҫak bû, ji bo qeralên wan deveran cîgehê hecê bû, diyarî jê re dibirin, cûreyên cilan lê dikirin, û al li ser tepela wî hil didan. Ew perestgehekî ҫar kožeyî bû, dirêjî û berê wî sed mil bûn, û bêtirî sed milî bilind bû, û (360) odeyên perestvanan û karmendan li dora wî hebûn.
Navê (Bermek) ne diyar e, digel hin rûmetdaran ҫû bajarê (El-Medîne); paytexta dewleta Xîlafetê, da bacê bidin Xelîfe Osman Bin Effan. Ew li wir bû misilman, û xwe bi (Ebdullah) nav kir, û vegerî ba xwediyên xwe, lê wan ew ji bermekiyê daxistin, û kurekî wî ji dêvla wî kirin Bermek. Ev Bermekê duwem bavpîrê žalyarên malbata Bermekî ye. Farisbûna wan li ser zimanan digere, lê rastî ew e, ku bi gotina neviyê wan dîrokzan û dadger Ibin Xellîkan, ewana Kurd in, û ji êla (Zîrzarî) ne[1], û navdartirînên wan jî ev ҫar kesan in: Xalid Bin Bermek, Yehya Bin Xalid, El-Fedil Bin Yehya û Cefer Bin Yehya.
1.Xalid Bin Bermek:
Xalid sala (90 k / 709 z) ji dayik bû ye, û dema ku Ebû Mislim El-Xurasanî tevgera (Al El-Beyt) li Xurasanê dij delwta Umewî bi rê ve dibir,Xalid serokê dîwana xeracê bû (žalyarê darayî), û dema Xîlafetî Ebbasî hate damezirandin, yekemîn xelîfeyê Ebbasî Ebû El-Ebbas  Esseffah ew kir žalyar, û xelîfeyê duwem Ebû Cefer El-Mensûr jî ew di wezaretê de hîžt. Pažê žorežeke kurdî gewre li deverên Mûsilê rabû, El-Mesûr serkêžiya artêž da dest wî, ewî jî dest ji žalyariyê ber da, û žorež ger kir û agirê wê vemirand.
Xalid comerd bû, mirovbend û gewre  û pendiyar û rewženbîr bû, di nivîsînê de jêhatî bû, nivîsevanê navdar Birahîm Essolî dibêje: “di nav žalyarên Benî Ebbas de, ji hêla rindî û comerdiya wî ve, kesek nîne”. Dema ku žorež li welatên Farisan û Kurdistanê rabûn, El-Mensûr gêrkirin û vemirandina wan xist stûbarê wî, û wî jî ew vemirandin, û pažê ew bo hilda pileya îyaleta Mûsilê, û di pey re jî bo îyaleta azerbeycanê. Ehmed Bin Sewwar El-Mewsîl dibêje: “Em ji mîrekî din, bi qasî Xalid Bin Bermek netirsiyan, bê ku sezaya wî zor be, û bê ku em zora wî bibînin, lê sawa wî di sîngê me de bû”[2]. Xalid Bin Bermeka sala (163 k / 780 z) mir.
2.Yehya Ibin Xalid:
Yehya  sala (120 k / 738 z) ji dayikê bû, û li gel bavê xwe di damezirandina dewleta Ebbasî de beždar bû, û Xelîfe Ebû Cefer El-Mensûr sala (158k) îyaleta Azerbeycanê da dest wî, û  bû waliyê wê, û dema El-Mehdî pey bavê xwe El-Mensûr bû Xelîfe, perwerdeya kurê xwe Harûn Errežîd da dest Yehya, da wî hînî sincên baž bike.
Di pey mirina El-Mehdî sala (169 k / 785z) re, kurê wî yê mezin El-Hadî bû Xelîfe, û tev geriya, ku cîgiriyê ji birayê xwe Harûn bistîne, û kurê xwe yê biҫûk Cefer deyne žûna wî. Mezinên dewletê ev yeka pejirandin, lê Yehya nepejirand, û her ji bo Harûn dilsoz ma, pê re jî xeyda Xelîfeyî bi ser xwe da hanî, lê dawî ew bawerkirin da, ku Harûn, ji bo berjewendiya dewleta Ebaasî, cîgirê wî bimîne.
Pižtî mirina El-Hadî, Harûn žûna wî girt, û bû Xelîfe, û Yahya jî hilda žalyariyê. Harûn Errežîd rêza Yehya digirt, û jê re Bavo digot, û kar û barên dewletê xistin destên wî de, û ew jî žalyarê hêja bû, bi jîrbûnî dewlet bi rê ve dibir, û bala xwe dida kar û barên xelkê, û abora dewletê ber bi pêž ve bir. Yehya zîrek bû, û nerîna wî durist bû, tevdîra wî baž û žûngirtî bû, comerd û bêhnfireh bû, derûnpaqiž û rêzdar û dilpaqiž bû, xwe di ser xelkê re nedigirt, li hemder kesên neqencî pê dikirin, tolerans bû. Yehya sala (190k / 805z) li bajarê Reqqayê di zîndanê de mir[3].
3.El-Fedil Ibin Yehya:
El-Fedil Ibin Yehya sala ((148k / 765z)ji dayikê bû, ew birayê Harûn Errežîd ê žîrî bû, wêrek û bêhnfireh û comerd û derûnpaqiž û hižmend û rewženbîr bû, ji dêvla bavê xwe bi karên giring radibû, pê re jî bi „žalyarê biҫûk“ dihate navkirin, Harûn Erreždî perwedeya kurê xwe yê mezin Mihmed El-Emîn xistibû destên wî de.
Sala (178k) Harûn Errežîd ew kire waliyê baskê rojhilat ê dewletê; ji Kurdistanê heya tixûbên Tukmanistanê, wî bi dadmendî hukum kir, mizgeft ava kirin, bace kêm kir, û destlata Ebbažî li wan deveran žûngirtî û xurt kir, û dema gîha bajarê Belx, xwast perestgeha Newbîhar a zeredežtî hilwežîne, lê nikanî bû, ji ber ku avahiya wê mezin û durist û hêzdar bû, vê lomê ewî parek jê hilwežand, û mizgeftek li wê  žûnê ava kir.
Sala (186k) Yehya Ibin Ebdellah El-Elewî, li welatê Deylem (bažûrê deryaya Qezwî) raperî, žorežeke metirsîdar bû, ҫarenûsa dewletê  xist ber gef û guran. Wê hîngê Harûn Errežîd berê El-Fedil, bi pêci hezar žervan ve, ber bi wê de da, bo žorežê gêrke û agirê wê vemrîne, El-Fedil bi nermî û ažîtî ҫû Yehya El-Elewî, ku eger xwe  radestî wî bike, dê ewlehiya wî teqez bike. Yehya El-Elewî xwe radest kir, wî jî ew bi xwe re bir Bexdê, Xelîfe bi wê yekê pir ža bû[4]. El-Fedil sala (192k / 808z) li bajarê Reqqayê di zîndanê de mir.
4.Cefer Ibin Yehya:
Cefer sala (151k / 767z) ji dayikê bû, ҫanda wî fireh û piržax bû, ew wêrek û dûrbîn bû, qedirbilind û zîrek û rastziman û comerd bû, Xelîfe Harûn Errežîd rêza wî digirt û ji xwe ve nêzîk dikir, sala (176k)  îyaleta Misirê pê hilpesart, û pažê jî hilda pileya žalyarê yekemîn, û di ser birayê wî El-Fedil re girt, pê re jî wî kar û barên dewletê bi jîrbûnî bi rê ve bir.
Xelîfe Harûn Errežîd, ji bo ҫareserkirina aloziyên metirsîdar, ew dida pêž. Wek nimûne; sala (180k) li welatê Žamê cengeke tundrew di navbêna Erebên Ednanî (bakur) û yên Qehtanî (bažûr / Yemen) de qewimî, û ewlehiya dewletê xist ber gef û guran, vê lomê Cefer berê xwe da welatê Žamê, û herdu gurûp li hev hanîn, û ҫekên wan ji dest birin, û agirê fîtnteyê vemirand, û rewža ewlehî ji nû ve vegerand. Sala (187k / 803z) Errežîd fermana kužtina Cefer da[5].
 

([1])  Deyakonov: med, rû 359, 390.Yaqût El-Hemewî: Mucem El-Buldan, 5/307, 308. Ibin El-Feqîh El-Hemezanî: El-Buldan, rû 618. Ibin Xellîkan: Wefeyat El- Eiyan, 4/9.   
([2])  Ibin El-Cewzî: El-Muntezem, 7/299. Ibin Xellîkan: Wefeyat El-Eiyan, 1/332. Etteberî: Tarîx Errusul we El-Mulok, 8/56.
([3])  Etteberî: Tarîx Errusul we El-Mulok, 8/209, 210. Ibin El-Esîr: El-Kamêl fî Ettarîx, 5/ 265, 274.  
([4])  Ibin Tatîbe: El-Fexrî, 1/203. Ibin Xellîkan: Wefeyat El-Eiyan, 4/29. Ibin El-Esîr: El-Kamêl fî Ettarîx, 
([5])  Ibin Tatîbe: El-Fexrî, 1/203. Etteberî: Tarîx Errusul we El-Mulok, 8/262. Ibin El-Esîr: El-Kamêl fî Ettarîx, 3/367

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 4
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark