Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: EZ Û EBDILQADIR GEYLANÎ

 


Salih Bozan

Dihunî, ez di daristanê de dimeþiyam. Kes xeyne min di daristanê de tinebû. Ji dûr ve qeratiyek(kesek) xewinî. Ew berve min dihat. Gava nêzikî min bû, min dî bi cubbeyekê ye, fûteyeke keske li sêriye, soleke sor di nigan de ye, çoyekî qasî bejina wî di dest de ye. Gihîþte min û got:


Merheba penabero..!
Ez lê ecêmayî mam. Min pirsî:
Tu kî? Li van deran çi digerî?
Got: Ez Þex Ebdilqadir Geylanî me. Ez jî weke te ji cenga qirêj riviya me.
Min pirsî: Ê ku ez dizanim tu zû de ve miriye.
Got: Belê.. lê mirîdên min nehîþtin ez di mirina xwe de vêskim, bi ro þev bane min dikin, û ta niha ez li navbera herdû Dunyan de darim(diçim) û têm.
Min pirsî: Tu bi Xwedê kî ji min re bibêje, çi ras di paþ te de heye, heta ku viqas mirîdên te ta niha hene?
Got: Ji ber ku ez rastiyê dibêjim, û hemû mirov rebenê rastiyê ne.
Min got: Madela tu rastiyê dizanî, hele yekê ji min re jî bibêje?
Got: Ez ê rastiyekê ji te re bibêjim, lê yên weke te ez nakim mirîdên xwe.
Min pirsî: Çima?
Got: Ha..ha. Ji bo vê pirsê te “Çima”. Mirîdên min gerek “Çima” di mejiyê wan de tinebe.
Min got: Birabe. Tu rastiyekê ji min re bibêje, û min meke mirîdê xwe.
Got: Mirovekî dirêj û yekî kin lihev rasthatin. Yê kin bi yê dirêj re got: Ez ji te dimirim.
Ê dirêj jê pirsî: Çima?
Ê kin got: Ji ber ku tu dirêjî, û ez honebûme serî xwe jor de rakim ta bi te re baxifim.
Ê dire gut: Ez jî ji te dimirim.
Ê kin pirsî: Tu çima ji min dimirî?
Ê direj got: Ji ber ku tu kînî, û ez jî honebûme serî xwe jêr de daxim ji bo bi te re  baxifim.
Gava min xwest ez jê bipirsim “Çima?” , ew ji ber çavên min wendabû.
-------------
- Ji te dimirim: Gotineke kobankiye, yanî ez te kerih dikim.
- Honebûme: Fêrnebûme.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark