Desteya Sernivîser
Nezanîn, ezezî û lihevnekirin nexweþiyên civakê yên
herî mezin in, lewre tu kes nikare civakeke azad, nûjen û pêþketî ava bike eger
mirovên wê civakê ji wan nexweþiyan rizgar nebin.
Îro civaka kurdî di qonaxeke pir hestewar re derbas
dibe, û derfetên zêrîn li pêþ me hene ku em ji bindestiyê rizgar bibin û ala
xwe bilind rakin, lê sed mixabin, dîsa
gotina Ehmedê Xanî bi cih tê: “Herkes
dijminê kurdan e, kurd dijminê hev in”.
Belê, ezezî û partîtiya teng þerxine mezin di
govdeyê civaka kurdî de peyda dikin, her aliyek yê din
tewanbar û gunehkar dike, û bi tundî þerê hev dikin..
Bêguman jiyan û berjewendiyên me hemiyan, berî her tiþtî, di yekrêziyê de ne, di vê qonaxê de pir tiþt ji me têne xwastin, ya sereke ew e ku em ji bo yekîtiya gotar û helwesta kurdî, li dijî xêrnexwezên gelê kurd bixebitin, bi hiþmendî û bîrûbawerî di hemû warên civakê de tevbigerin, ji þerê birakujiyê dûrkevin, miletê xwe biparêzin û xwedî li xaka xwe derkevin. Divê em zimanê hezkirin, lihevkirin û yekrêziyê bikar bînin û sûdê ji hev werbigirin.
Cegerxwîn dibêje: “Kurdino, eger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek”.
Gotara seretayî ya hejmara 18 ji rojnama REWÞEN.