Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: KOÇBERÎ ÊÞ Û AZAR E

 


Vejîna Kurd 
 
Di dirêjiya dîroka mirovahiyê de, koçberî bi þêweyên xwe yên curbecur di hemû civakan de çêbûye û sedemên wê jî curbecur in. Piþtî þerê cihanê yê diwemîn cara yekê ye ku mezintir pêla koçberan di sedsala bîst û yekê de ji Rojhilata Navîn berve Ewropa û seranserî cîhanê ve diçe,
Di van çend salên ku Sûriyê di qeyranekê re derbas dibe de, piraniya xelkê Sûriyê bûne miþext û penaber û hîn rêjeya wan bilintir dibe,  ji ber wê jî, li ser ekranên telefizyonan, di hemû alavên ragihandinê de, û li ser maseya dewletên mezin ev rûdaw bûye mijara gengeþekirinê, lê çare ne diyar e.


Hin ji sedemên vê koçberiyê yên sereke ev in: Þerê navxweyî, têkçûna ewlehiyê, rewþa aborî ya ku roj bi roj jiyana xelkê dijwar û pirasteng dike, lihevnekirina aliyên siyasî û nediyarbûna çareya vê qeyranê. Yanê xelkê Sûriyê neçar e, ku berê xwe bide welatên cîhanê û jiyaneke bi ewlehî û baþtir ji xwe û zarokên xwe re peyda bikin.
Çendî rê li pêþ koçberan hatine astengkirin, dijwarî pir bûne û hin dewletan jî koçberên Sûriyê xistine bazara berjewendiyên xwe, tevlî wê jî zincîra vê koçberiyê ranewestiye, û roj bi roj bi riyên curbecur koçber berê xwe didin sînoran û ji aliyê perehez û rêberên sînoran ve tên xapandin û rastî êþ û azaran tên. Ne tenê weha, lêbelê pir ji wan jiyana xwe ji dest didin, hin birîndar û seqet dibin, hin jî di navbera sînoran de asê dimînin.
Koçberî kul, êþ û azar e, dîmena zarokê sê salî, Alanê Kurd, yê ku bû qurbana pêlan û laþê wî li kenarê deryaya Sipî hate dîtin, wijdanê mirovatiyê bi tevahî hejand û bû simbola tirajîdiya derd û  birînên miletekî bindest. Alan ji mirinekê bere mirinekê diçû, lê wî nizanîbû ku ewê peravên deryayê jî bi girî bike.
Di pêvejoya dîrokî ya civakan de, koçberî ji aliyê sedem û encaman ve gelek ziyanbar e, û bi taybet ji bo civaka Kurd, ji ber ku xêrnexwezên Kurdan ji berê û paþê de çavên xwe ji Kurdan sor in, û hewil didin ku me ji xaka Kurdistanê derxînin, lê mixabin îro armanca wan bi destên me pêk tê. Dema ku Kurd koçber dibin, ew mal, zevî û her tiþtekî xwe difiroþin û kesên Ereb li þûn wan cih digirin û herweha herêmên kurdî ji wan vala dibin û guhertinên demografî bi þêweyên pilankirî di herêmên kurdî de peyda dibin. 
Li aliyekî din ne hêsan e, ku koçberên Kurd kanribin xwe û zarokên xwe ji çanda ew civaka biyan biparêzin, û  pir zor e ku ew li welêt vegerin. Belê  hatiye dupatkirin ku bi demê re ewê di wê civakê de werin piþaftin, û nifþek li pey nifþekî dê winda bibe. Ji ber wê jî koçberiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi ev rêjeya bilind cihê metirsîneke mezin e, divê pêþî lê were girtin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark