Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rêjîma Olperest li Îranê Çi Dixweze?

 


Merwan Berekat
 
Li Îraq, Sûrî, Yemen, Kendava Erebî û Libnanê destêwerdaneke leþkerî û ne rewa û eþkere ji aliyê dewleta Îranê ya olperest ve hatiye kirin, û di encama vê destêwerdanê kuþtin, qirkirina jiyanê û tevleheviyeke bê serûber tê kirin.
Ji aliyekî din ve, tomargeha dewleta Îranê ji piþtgirî, alîkariya hêz û kiryarên terorîstî çi di hundirê Îranê de, çi jî li dervî sînorî wê têr dagirtî ye. Eger hin aliyên navdewletî û herêmî ji bilî vê nirxandinê wê dibînin, zor pêwîst e ku ew li hember rêjîma Îranê li siyaseta xwe vegerin. Eger ne heftane be, di her mehekê de çend kes ji çalakvanên siyasî, yan hevalên partiyên ku ji rijîmê re rikber in, an jî kesên ku rikberiya hevalbendên rêjîma Îranê dikin, ku piraniya van kesan jî Kurd in, ji aliyê rêjîma olperst ve tên bidardekirin.


 Yanê, ne veþartî ye, ku rêjîma Îranê rêjîmeke xwînî, kujer, hevalbenda terorîstê ya ku dijîtiya azadiya gelan û hêminiya Rojhilata Navîn û cîhanê dike ye. Hemû ev kiryarên ne rewa yên ku rêjîma Îranê di dermafê gelên herêmê de dike, hemû saziyên mafê mirovan û hêzên navdewletî li hember wê bêdeng dimînin, eger deng jî bi xwe xistin ew pir þermok e. Ji ber wê jî, roj bi roj rêjîma Îranê destên xwe çep û rast û bê tirs dirêjî piraniya dewletên herêma Rojhilata Navîn dike. Eger sîwaneke ji çavgirtinê ji aliyê civaka navdewletî ve ji destêwerdan û kiryarên rêjîma Îranê re tuneba, û ew hatiba veçengandin, ma gelo ev destdirêjî û terorîsta dewleta Îranê digihîþte vê astê?!
Eger rayedarên Îranê xewna dewtela Sefewî di serê xwe de mezin dikin, an jî dixwezin serweriya Rojhilata Navîn bikin, bêguman ev xewneke pûç û mirî ye, û dîrok nema vê xewnê dimêjîne. Rastiya rêjîma Îranê ya olperest di herêmê de þerê mezhebî gur dike, û dijîtiya azadiya gelan û ya hêminiya herêmê dike.
Rêjîma Îranê ji destêwerdan û kiryarên xwe yên ku serûberê piraniya dewletên herêmê xistine tevleheviyeke mezin têr nebûye, vêca çavsoriya xwe li hember Baþûrê Kurdistanê jî xuya dide. Ev bi xwe tê wateya ku serê rayedarên vê rêjîmê çi yên leþkerî, çi jî yên siyasî nikarin azadiya gelan bipejirînin. Lê ne dûr e, pir nêzîk e gelên Îranistanê û di pêþî de gelê Rojhilatê Kurdistanê wê þoreþa azadiyê di hundirê Îranê de firehtir bikin. Ya din, eger rêjîma olperest a Îranî ji van siyasetên xwe yên ku dijîtiya gelan dike venekþê, ew jî dê mîna Sûrî, Yemen û Lîbiya bibe.
Di vê navberê de, ji ber ku doza gelê Kurd di qonaxeke pir nazik û hestwar re derbas dibe. Ji ber wê jî zor pêwîst e ku rayedarên kurdan jî van nameyên ku ji aliyê rêjîma Îranê û ya Tirkiyê ve derdikevin baþ bixwînin, û lêvegereke bi berpirsiyarî ji rewþa kurdî re bikin, û lihevkirineke stratîjîk ji tevgera xwe ya siyasî re peyda bikin. Nemaze di vê dawiyê de, piraniya dewletên ku destlatdariya Kurdistanê dikin, siyastên xwe yên herêmî û cîhanî diguhêrin, û hin ji sedemên van guhartinan ew e, ku careke din doza kurdî bincil bikin.
Lêborîna Erdoxan ji Potîn re û geþkirina têkiliyên leþkerî yên Tirkiyê û Rûsiya, hevdîtinên ku di navbera Îran û Tirkiyê de çêdibin û þivlivên ku ji aliyê Si`ûdiya Erebî ve tên kirin, ma glo têne çi wateyê? Rêjîma olperest li Îranê Çi Dixweze?

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark