Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: HESTINE KEYANDÎ

 


Vejîna Kurd
 
Li ser singê asoyekî bi êgir pêçayî, tivinga min ala serkeftinê li ba dike, toza koletiyê ji dawa dîroka hêsirbarandî dadiweþîne û bi baxê hêvî û mizgîniya salan biþkovkên azadiyê, di miltanê welêt yê pînekirî de vedike.
Belê.. þoreþvan im, nijadê min pêt û agir e, ji bêfilên lehengiyê pekiyame, þîrê pêdariyê, yê ku min ji pêsîrên çiyayên bejnbilind mêtine, di xwîn û damarên min de meyiye, tizbiya çîrok û destanên lehengiyê, ya ku bapîrên min bi stuyê dîrokê ve daliqandine, ez fêrî abeya jiyanê kirime.ِ


Îro ezmûna jînê ez kirim striyê çavê neyaran, min jî malzaroka welêt bi çîrokên qehremaniyê xelat kir.. li eniyên þer, tîrêja xewna azadiyê ya bê hempa xwe li her tiþtekî diqelibîne, hilmeke germ min dipêçe, kaniya coþê li deþta giyanê min bi hêz diherikîne, ez dibim çakûçê destê Kawayê Hesinkar, û mîna þêr û bazan, li daristana tariyê, nêçîra rovî û çavsoran dikim, tola stêrkên rijyayî, yên ku axa þêrîn bi xwîna xwe av dane distînim û di kavilên temenê vala de çireyên coþê vêdixînim.
Lîstokên ku di destê zarokan de þewitîne û tîbûna çavên dayîkên þehîdan riya min di jînê de rastir kirin, û vedenga nalîna welêt ez bi ser hev de guvaþtim, hingê ez hestewar bûm ku berxwedan heyîna mirov e, xewn û sîberan vedijîne.
Hêz û vîna min li deþt û newalokên eþqa yarê diçêrin, eger carina vîna min diçelmise, yan ramaneke piþtxûz per û baskên kevokên hêviyên min dirûçiqîne, ez dilê xwe li ser palgeha bîranînên têrevîn vedihesînim, û di peyala çavên yarê de kenê welatê xwe dimeyzînim..
Li her sibehekê, ez rûyê xewnên xwe bi gulava eþqê diþom û mîna dewê keyandî, peyalên ronahiyê bi ser lêvên tî ve dikim, û li berbanga azadiyê, serkeftinê dikim gurzeke  gul û reyhan û diyarî yara dilê xwe dikim.. belê.. welatê min yar e, û yara min welat e. 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark