Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Qeyrana û berjewendî

 


Mislim Şêx Hesen*

Piştî pênç sal ji qeyrana Sûriyê ya ku nîv melyonek kes li ser destên rêjîmê hatin kuştin û digel qasî wan girtî di girtingehên  rêjîmê da ne, her wiha dazdeh melyon sûriyê li hemû aliyên cihanê jî  bûne penaber e, ji bilî wêrankirin û rûxandina bîtirî bajarekî, lê mixabin ti çareserî li asoyê diyar nake, tevlî ku car caran hin pirojeyên navdewletî ji bo çareseriyê dihatin pêşinyar kirin, lê bi giştî ew rastî astengiyan dihatin û radiwestiyan û her wiha  goftûgoyên li dar yên Cinêvê di navbera  rêkberiyê û rêjîmê de jî tête pêşbînkirin ku wê têkbiçe, nemaze piştî ku rêjîmê babendî bi agirbesita ku yekîtiya navnetewî ragihandî nekir, û ew bû sedema vekişandina şanda rêkberiyê ji goftûgoyên Cinêvê ya ku bi serpereştiya şanderê  yekîtiya navnetewî birêz Sitîvên Dîmîstora bi rêve diçe.


Vêca xuya dike ku ta niha vînek navnetewî, û di serî de Emerêkî, Aropî ji bo çareseriyek dirist ji qeyrana Sûriyê re nîn e, ji ber ku ti zext û fişar li rêjîmê nehatî kirin, diyar dibe ku hîn berjewendiyên wan bi dirêjkirina şer di hindirê Sûriyê de heye û di pêşiyê de xizmetî dewleta Îsraîlê û pir aliyên navdewletî jî dike, çimkî domkirina şer, Sûriyê zor lawaz û kambax dike û welatê Îsraîl jê sûd werdigire ev ji aliyekî ve, û aliyê dîva qad Sûriyê bûye cihek serberdayê ku ti serwerî jê re nema ye, û hemû welatên cîhanê rê li pêşiya kesên xwe yên tererost vekirin ku herin Sûriyê û xwe ji wan kesên tundrew rêzgar(xelas) bikin, ji ber vê yekê mirov karêbêje û tekez bike ku di demek nêz de ti çareserî ji qeyrana sûriyê re tuneye .

Di heman çarçewê de pêşbînî hene ku wê berî helbijartinên seroketiyê Emêrka ti çareseriyên rast ji kirîza sûriyê re nayên dîtin, tê wê watê ku doseya qeyrana sûriyê radestî serokê Emêrka yê were helbijartin bibe, û ti çareserî berî sersala 2017 an çênabe.

Lewra jî dibe tevgera siyasî ya Kurd xwe amade bike ji pêşerojê re, û hewil bide ku di zûtirîn dem de pirsgirêkin xwe çareser bike, û yek rêziya xwe ya siyasî damezirîn e, û dev ji nakokiyên bê sûd berde, da ku karib in bi yek helwest li pêşiya aloziyên dijwar rawestin, divê rewşa zor hestiyar û girîng de û mafên gelê kurd yên rewa li gorî belge û peymanên navdewletî di Sûriyek Demokrat, Piralî, Dadmend, Fedralîzm bi destxin .  
*Endamê komîta polîtîk ya Partiya yekîtî ya Demokrat a Kurd li sûriyê 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark