Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Kongireya sêyemîn a Hevgirtina Rewþenbîrên Kurdên Rojava li Derve

 


28-30ê Nîsanê
Gteborg-Sweden

Kongireya sêyemîn a Hevgirtina Rewþenbîrên Kurdên Rojava li Derve di 28-30ê meha Nîsanê de, li bajarê Göteborg(Gothenburg)a Swêdê, lidardikeve.


Em bi vê kongireya xwe ya sêyemîn, dîsa alîgiriya welatê xwe û piþgiriya doza xwe dikin, dîsa. em berbi wateyên giranbuha û kûr; wateyên mirovane û weletparêzane yên nasnameya xwe ve dicin, berbi peyam û rade û taybetmendiyên vê nasnameyê ve, bêyî dudilî, biryara çûyînê didin.
Em carek e din, bi vê kongireyê, alîgiriya hibrê, ximav û diyalogê dikin û em bawer in jî, ji hemî deman bêtir, ku rola me, wek rewþenbîr, rehdaçikandina gotara hiþyariyê ye û berfirehkirina bazinên danûstendin û diyalogê û di gel hemî nakokî û cihêwaziyan pejirandina yê din û geþkirina karê hevbeþ e.
Em dê wisa bi gavine jixwebawer mûma sêyemîn a Hevgirtinê vêxînin. Em ê hewl bidin ku tiþtekî ciwantir pêþkêþî nasname, bûnewerî û mercên hebûna xwe ya li van welatan bikin, da ku em biþên þadî û kêfxweþiya wendayî biafirînin;  þadî û kêfxweþiya ku serdest û dagîrkeran ew ji me dizîne.
Em ê hewl bidin gotinê biafirînin; gotina rewþenbîrane ya ku ji bilî wê çi tiþtekî me nîn e. Em ê hewl bidin ku ji wan gotinên spehî qefdên reyhanan bo dîroka xwe, bo xewnên xwe, bo niyaz û arezû û mebest û armancên xwe çêbikin û çanda evînê, hezkirinê û xweþewistiyê biçînin û wê bi hizr û dilsojiyê  avbidin. Çanda evînê, çanda dilpakiyê, ku bi salan e em ji wan bêbêpar in.
Evîn û hezkirin û narîniya hest û ramanan di þûna dexisîn û hevûdû ji holêrakirinê. Hevûdû himbêzkirin û desthejandin di þûna zikreþî û bêbextî û kirêtiyê de.
Bi heman gave, em ê ji dil û can, bi hestdariyeke bêhempa jî  danûstendinê bi þîniyên xwe re bikin; þîniyên me yên nirxdar û giranbuha ku em dixwazin bibin bîranînên me.
Em dê bi dilsojî û destpakî danûstendinê bi kêfxweþiyên xwe re jî bikin û em dê têbikoþin da ku ew xweþî nîþana diweroja ax û neteweya me be.
Em nîþanên vê yekê îro, di Newrozan de, di Newrozvanan de, di salveran de, li deþt û çiyê û li penagehan, di rûdan û bûyeran de, bi çavan, ronak û zelal, dibînin.
Em jî destên xwe dirêjî hemî ronahiyan û hemî xetîreyan dikin, bi mebesta ku giyanên me berbi azadiyê ve bibin.
Cara sêyemîn e ku em hêviya xwe ya narîn û tenik  lidardixînin, mîna ku em wan dastanan, efsaneyan û serpêhatiyên ku me bihîstibûn û dîtibûn, aniha, ji nû ve, wan bibêjin û di wan de bijîn;
Dastan, afsane û çîrokên wî welatê ku ne dûrî me ye, welatê ku ji me ne xerîb e û em jî jê ne xerîb in.
Em ê bi helwestên we, bi dilþadiya we bikaribin xwe xurtir bikin, em ê bi peyv û beþdarbûna we, bi pêþniyaz û xweragirtina we, xweragirin û xwe bigihînin asta ku hêjayî rewþenbîriyê be.
Em Kongireya xwe ya sêyemîn li bin sîwaneya evînê, baweriyê, dostaniyê li dardixînin û doza amadebûna rewþenbîran dikin.
Werin derdên xwe, helwestên xwe, nêrînên xwe, rexneyên xwe li bin vê sîwaneyê bibêjin û binivîsînin.
Werin em rû bi rû hev bibînin û aþkera gazinan ji hev bikin!
Werin, em bi we mezintir dibin û em ê bi beþdariya we ya jibo parastina çand û ziman û wêjeya kurdî serbilindtir bibin jî.
Hevgirtina Rewþenbîrên Kurdên Rojava li Derve
Komîteya Kargêr
23. 03. 2007
Bo têkiliyan:
hevgirtin@rojava.net

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark