Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: QÊRÎNA HESTÊN MIN

 



Xizan Þîlan

li xewa þevên bêxewiyê
serê xwe datînim ser balifa
bîranînên pînekirî
û dikevim nav xeyalên
kûr û tûj
piþta xwe dispêrim
bayê felekê

û li demên gemar
temaþe dikim
ey mirovahî
celadên çavsor
bi tank û topan
min dorpêç dikin
guleyên qaleþ
li ser bedena min
dibarînin
dîwarên jêrzemîna tarî
bi ser min de
hildiweþînin
bêhna barûta genî pozê min
diþewitîne
dûpiþkên hov
jehra xwe berdidin
laþê min
ji korta çavên min
xwîna reþ diniqute
ser kezebê
ji ber hovitî û bêwîjdaniyê
çûk þerm dikin
û perperokên bax û bostanan
melûl melûl difirin
ez
li nav xirbeya avahiyê
ya terkandî
di ber cankêþiyê de me
qudûm
di çokên min de nema
mil û qanadê min
þikestin
di êþa bêdengiya fetisî de
dinalim
dilerizim
vediciniqim
ditevizim
û dikevim xewa giran
di tîbûn
birçîbûn
û bêçaretiya xwe de
têm kuþtin
Xizan Þîlan
2016-02-02
Stockholm 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark