Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Şîxadî… Rastî û nasîn Xeleke 2

 


Amer Çelik

Têbînî
Me gotine Teseof(تصوف-الصوفية) ku bi erebiye di xeleke 1 de bi sofîzim bi kar aniye, dibe ku em di xelek  2 î pêde bi kurdî bi karbînin(Sofîzim-Derwêşî) yan jî wekî kurdên Êzidî dibêjin;“QELENDER
û kesatiye Şîxadî hinek  li ser pişika Derwêşiyê ne û hin li ser bawerî û lahutiye Şîxadî bû ne. Lê heger mirov baş di nave tîxên wan nivîsaran binere dîtinên cûda diyar dibin. Hinek ji wan nerîne bingeha xwe ji Gelek nivîsandinên ku  di rûpelên dîrokê hatîn tomarkirin li ser jiyan nerînên din dike û hinek bi texmîn  (Ehtîmal) dike.


Gelekî kêm û  hindikin nivîsarên ku li ser bingehekî dehinanî ber bi rastiyê aqil ve  nehatine dîtin. Her çendî çavkaniyê rast û bêtuxm kêmin yê ku bi kesatiye Şîxad ve aleqedarin kêm  têne dîtin . Ya herî diyar û ji bo min balkêş ku her yek ji wan nivîsaran,lêkonîn û dîrokzane xwestiye ku Şîxadî bi hemu zanstî, derwêşî-qelenderî ,û heta zav(Mezheb) û rêka wî ji bo xwe bibin, belê bi ser xwe de dikşînin. Emê yekem ji van nivîsaran bînin, ka wî bi çî navî Şîxadî di nivîsandinê xwe de daye naskirin Rêzdar Sedîq Demelocî. Demelocî di nave rewşenbîrên Êzidiyên  başûrê Kurdistanê bi nivîsariye xwe  naskiriye û xwedî qîmetekî girane. Ew di dereqa Şîxadî de çi dibêje; Şîxadî li Bêtfar li libnan ê hatiye duniyayê û bi navê Hekarî hatiye nasîn (akinciyê Hekarê bû) ew ji sûlelete Şahên Mirwaniye ye. Her weha Demelocî dibêje ku xwedanê pênûsan yên rojhilat û bakur li Şîxadî û Êzidyatiyê  pirsîn û lêkolîn kirin, naskirin lê mixabin naskiriye û lêkolînek kêm û qûtkiriye . Lêkolîn  û lêgeriyan wan ji rêzdarî û dadperweriyê bi gavan dûrbûn. Demelocî dibêji ku Şîxadî Erebekî Qûreyîşî bû, ew ji sûlelete malbata Emewîyan bû û ew mirovekî Muslman bû di rêka perwerdiyê olî û insanî girt. Her weha dawî dibêj ku Şîxadî dêreke Xirstiyanan axûrî(Mehcûr-ماهجور) li newalekê de jêre dibêjin Geliyê Laliş.Dema mirov rûpelekî din ji pirtûka Demelocî dixwîne, mirov bi rehetî tê dighîje ku Demelocî Şîxadî nas nekirye ew jî li gora wan lêkolînên dijîtî û ne dadperweî. Her di wê pirtûkê de Demelocî dibêje; Şîxadî dengekî xweyî berz di nave xelkê de hebû, ewî hevalbendî dabû grubekî Derwêşên ola Islamê wekî  Abdulqadir Gêlanî, Ebî wefa Al-Helwanî Eqîl Al.Minbicî, Hemad Al-Dibis û hineke din….Em dikarin bibêjin ku Şîxadî î naskirîbû berî ku bigeha Geliyê Laliş. Her weha em dikarin bêjin Demelocî ku dûrî aqil û baweriyê ye ku Şêxekî Islamî ye!.. Yekî wekî ixadîWere ta  miletekî wekî Êzidiyan feqîr û perîşan Misulan bike. Muslmanî ne hewcedarê mirovekî wekî Şîxadî ye ta ku wan Mislman bike!....Helbet ev axaftin dûrî aqila e.
Ya yekem di wê demê de Mislmanî di wê herêmê de har û dijwar bû. Piraniya Kurdan jî Mislman bûbûn.
Ya duwemîn di dîroka Islamê û bi taybetî di dîroka Emewiyan de ne hatiye dîtin ku Emewiya hizbeke ,zavek(Mezhebek) yan jî felsefk  ku xizmetê ji olê re bikê danezrandibûn. Belê Emewî bi xwe e ew hişiyarî bi girftariya (قضايا )olan û ne jî Tîran (Mezaheb) û heta Derwêşiyê(sofîzmê) jî tune bû. Her usa ne ber bi aqil ve ye ku yekî wekî Şîxadî xwedanê zanstiye mezin û bilind,xwedanê tedbîr û cindî ku ew heqîqeta Yezîd ibin Mewiya  ji bîr bike. Zuhêr kazim Ebûd di pirtûka xwe ya bi navê E udî ibin Mûsafir Tezekiriyê ola Êzidiyan de dibêje; Gele dîrokzana li ser pirsgirêkên di navbera desthletên Emewiyan, Ebasiyan û Mala Elwiyan de nivîsîne, lê kesekî ji wan baweriya xwe ji bername,rêbaz û kiryar ê Şêx E udî ibin Mûsafir ,her ew di wê baweriyê de ne ku Şêx E udî mirovekî xwedî rêbazeke hêja ye ilmdarekî derwêş-qelenderekî qedîr girane. Ticaran nayê bawer kirine ku Şîxadî riya rastteqîn dîrokî wegerîne û kesekî li ser vê yekê ne nvîsîye!?.......
Her wekî Demelocî, berêz Seid Al-Dêyewecî jî  dibêje: Şêx E udî ibin Mûsafir bi eslê xwe Emewî bûye, ew nejadê malbata Mirwaniyan bû  ibin Al-Hekem bû û ew li Balbekê (Libnan) hatiye Duniyayê , ewî Qûrane pîroz û feqetî xwendiye , Dema ew mezin bûye,ewî hij   torstîkê û civat û dîtine Şêxan ramiye ye. Paşê ew ketiye xelwê û perstine Yezdan. Hîn di zarokiye wî de bavê wî miriye û diya wî bi tene xwe ew xwedan kiriye. E,udî ibin Mûsafir ne zewijiye û jiyane ji bo perstin yezdan kiriye. Her weha Seid Al-Dêyewecî pêde diçe û dibêje; Dema Şêx E,udî mezin dibe dikeve timtêla mêran  dengek di xewne wî de tê guhê wî jêre dibêje; Rabe here Laliş ew cihê te ye û yezdan wê xwedan dilmirî û yên di rêya Şaş de bi destê te sax û durust bike. Berêz Seid Dêyewecî ( سعيد الديوه جي) dibêje ku çavkaniyên min jî evin: Tarîx al-beşer ( تاريخ البش), Merat al-cinan( مراة الجنان), Qeled Al-Cewahir ( قلاءد الجواهر), Tarîx ibin Al-Weridî ( تاريج ابن الوردي), Kamil fî Tarîx (الكامل في تاريج), Wefiyan Al-E hyan (وفيات الاعيان), Behcet Al-Esrar (بهجة الاسرار) û henke din…..    
Ibin Teymîye Dibêje; Şêx E udî ibin Mûsafir gelekî bi dînê Islamê ve girêdayî bû!.. Her weha E,ebid Al-Rezaq  All-Husnî jî dibêje ku  Şêx E, udî şêxekî Islamî bû û hatibû herêmê (Kurdistan) bi mebeste ku doza Islamê û Emewiyan di nave xelkê Kurdistanê de belav bikê û wî xelkî ber bi yezdan ve serrast bikê!!..... Lê Xelef Cerad di wê baweriyê de ye ku Şîxadî yê Êzidiyan ne ewe E, udî ibin Mûsafir e, her weha dibêj ku Ereb bi xwe jî baş nizanin û herdu mirovan bi yekî dinasin.
Em vegerin li axaftinên ibin Teyîmîye û bi kurtî em dikarin ji ibin Teyîmîye re bêjin Heger E, udî ibin Mûsafir wekî tu dibêjî gelekî bi ola Islmiyê ve girêdayî bû , Ma gelo rêka Edwiyê di ola Islamê de heye…!? Helbet tuneye. Berêz Xelef Cerad rahiştiye nîvê dar wekî bêjê Êzidiyan ew Şîxadî yan Şêx Adî-Hadî yê ku dîroka wî windaye ye û  ne ewe yê ku jêre dibêji E, udî ibin Mûsafir  qelenderekî Islamî bûye….. heger Ev axaftine hinekî xwe ber bi rastiyê jî hildikşîne jî , lê mixabin berêz Cerad diyar nekiriye ku çawa ew gihîştiye vê baweriyê. Usa diyar dibe ku ew bi xwe jî tu agehdariyên  li ser jiyane Şîxadî-Adî li cem Cerad bi xwe jî peyde nabin.
Eger em bersiv  E,ebid Al-Rezaq All-Husnî bidin bi kûrtî ew di texmîn dikê û agehdariyên ber bi çav li ba wî nînin.
Hêja Zûhê Kazim Abûd bersiv tevan bi hevokekê dide û dibêj; heger wek hûn dibêji E,udî ibin Mûsafir mirovekî Islamî bûye, çim her dem Şerê wî hatiye kirin miletê wî qirkirin û ferman pare wan bûye…Belê çima çend caran gora wî li Laliş de ji aliyê neyaran ve, belê ji aliyê Islamê bi xwe hatiye talan kirin…??!
Dema min di pirtûka  berêz  Zûhêr kazim Ebûd de xwend ku li ser zimanê Lehîb Ebid Al-Xaliq û di gotare xwe de ya ku di „Beyan“ de weşandiye dibêje ku Êzidî bi aslê xwe Xirstiyanên Sûriyaniyane!. Bi rastî vê axaftinê bala min pir kişand û ez li Gotarê geriyan heya min dît û berêz Lehîb weha dibêj; Êzidî kêm gelên Iraqê ne mindehoşî baweriyê ne û gelek lêkolînên nûdem dibêji ku ji 85% Ji Êzidiyan li çiyayê Şingalê û Şêxan û Ba,edrê akincîne û hinek ji Êzidiyan li Ermêniya ,Sûrî û Turkiye  ne. Ew bi xwe Kurdin kurdên Sûriyanî ne!.. (Xirstiyan in)Ew du Rewşinan hildigrin, Kurdî û Erebî ,mêrê wan çekên Sûriyaniyan li ber xwe dikin û jinên wan çekên kurdî li ber xwe dikin. Du pirtûkên wan hene Mushefa-Reş û Celwa ew bi  xwe Erebiye û bi destê   derwêşê  Al-Şamî (E.udî ibin Mûsafir) Baweiye Êzidiyan  girêdayê baweriye Êzîd ibin Mewiya ye, her weha Êzidî baweriya Hesen Al-Besrî (Elewî-Şî,ea) diparêzin, belê hemu Şêxên Êzidiyan ji bine mala E,udî ibin Mûsafir in  û Hesen Al-Besrî ne !... Reseniya Êzidiyan ya Sûriyanî ye. Nimûne li Şingalê Dêra Mar E,udî  û her weha berêz Lehîb bi van şaşiyên didumîne dibêje ku Êzidî kok û binyatê ola Babiliyan n eku her hest (7) sêrkan diparêzin û dawî dibêj ku Êzidî pêmayê Samiye –Sûriyaniniye ne……
Ez wekî mirovekî Êzidî ti pêwîstiyê nabînim ku em bersiva vê gotarê(Lehîb Ebid Al-Xaliq) bidin ji ber ti rastî û agehdariyê dîrokî nehatine bahskirin û her bersiv di gotarê bixwe de ye.
Rahib Ramîyşû,e (H) dibêje ku Adî ibin Mûsafir di dêra Mar Yûhene de akincî bû û paşê dêr ji destê wî derxistin. Her weha  Demelocî jî vê gotinê serrast dike û dibêj E,udî ibin Mûsafir dest danîbû ser Dêrê û bavê wî Şivan pez bû ji dêr re, ew bû yê ku Dêr qebhet kirbû,paşê dêr ji kurê xwe Adî re hiştibû hîne ew çar salî bû. çû Zozane,  bi qîze mezinekî Teteran  bi nav û derng re dizewice …Navê bavê Adî Mûsafir ibin Ahmet Kurdî ji eşîra Tîrehiya bû ku ev eşîr li zozane bi cîh dibûn. Di zivistanê de Xwe berdidane çola Mûsilê. Her weha Demelocî dibêje ku Diya wî ya Êzidî ji nejadên Zozan e bû.
Mezinê dêrê dizîvire dêrê lê Adî berdidê wî û ew jî diçe ba Muxol(المغول).Kilî wî dike.
Zûhêr Kazim Abûd dibêje Ku ev agehdarî  dişibhin filmekî Hindî !....
Şêx Adî yê ku Demelocî dibêje ku Dêr qebihet kirbû di sala 1164 z de kiras guheriye û piraniyê dîrokzan û lêkolînvan dibêjin ku navê Mûsafir kurê Ismahîl ibin Musa…ne Mûsafir ibin Ahmed Kurdî  ye. Û ew li Şuyfat(Libinan) Miriye û heta niha xelk diçin ser gora wî. Dema Mûsafir Miriye Hîn Şîxadî zarok bû û diya wî ew xwedî kiriye, Mûsafir bi Adî re (Şîxadî) nehatiye Hekarê û ne Lalişê. Weke me gotî Mûsafir li Libnanê miriye û hîn Adî Zaro bû . Her weha ji bo me diyar dibe ku ew çîroka ku Rahib û Demelocî dibêjin ne xwedî bingehekî raste, belê ji rastiyê heya cem rastiyê ji rastiyê dûre.
Dan û standine li ser rastiye Şîxadî û dîroka ola Êzidiyan felsefa û ramanên ku bi xwer hilgirtiye, dibe ku hinek bi mebeste pend û pendiyarî ve  û hinek ji bo rexneçîbin. Lê ya ku min sermest û dijwar dike ew dûrketine ku hinek ji dîrokzane bi mebesteke dijîtî ku ji rastiyê dûrdikevin, em yek ji wan wekî nimûne berê ku Al-Meqriyzî ji bo xwe di lêkolîn li jiyane Şîxadî û ola Êzidiyatiyê. Ewî her di nivîsarên xwe de li ber xwedaye ku ola Êzidyatê ber bi nebaşiyê bi dehfînê.Yaqût Al-Hemwî Ew di wê texmên de ye ku E,udî ibin Mûsafir Tîre (Mezheb) Şî,ea ye. Di dîrokê de nehatiye dîtin ku Êzidiyan ola Îslamê û heta Tîre Şî,êtiyê qebûl kirine, yan rêya Êzidiyatiyê wergeriyan e!?..Her hewqas zordarî û,kuştin,wêrankirin,talan û koçberî, lê her Êzidî li ser baweriye xwe man.Abdul Rezaq al-Husnî dibêje ku Şêx E,udî ibin Mûsafir Emewiyekî Erebe ji binmala Mirwan ibin Al-Hekem, ew kurê mirovekî oldarekî torîn û dilsoz e. Lê AL-Dêyewecî dibêje ku E,udî ji zarokiye xwe de hej xelwê ,perstin û xûdêwendiyê (Lahûtî) dikir. Lê em nizan Dêyewecî çawa gihiiyê wê baweriyê ku E,udî ibin Mûsafir mirovekî Isalame û çûye Hecê (Mekê), lê ya dixwazim bizan im Dêyewecî li ser çî binghê dibêjê ku Êzidî hinek ji wan Ereb (Islam) bûn  û bûne Êzidî. Diyar ku Dêyewecî nizane yan jibîr kiriye ku ola Êzidiyatiyê ne oleke tebşîriye û kesekî ne Êzidî be qebûl nake Êzidî!1….
Zuhêr Kazim Ebûd dibêje ku Êzidî pişkek ji pişkên herî girîngin di Îraqê de. Ewan du(2) pirtûk hene Mishefa-Reş û Al-Celwa ku herdu jî sofîzimê-Dewrêşê  All-Şamî E,udî ibin Mûsafir derhênerê wan e. Êzidî Hesen Albasirî jî evradarî dikin.Her weha Zuhêr di wê texmînê de ye ku Êzidî pêmayên Tîre Kldaniyan ne ev ola kevinar têkilî baweriyê Derwêşiye (Sofîzme) Xirstiyaniyê bû ye
Em bersiv e  Nivîskarê berî Zûhêr Ebûd ku dibêj Êzidî  pêmayên ola Asûr in û bi derwêşiya Xirstiyanê bi bandor bûne. Wekî vê şaşiyê nayê qebûl kirin ku olek wekî ola Êzidiyatî kevanar xwedî hîmekî asê û her weha di dîrokê de ne qewmiye ku sê olan di yek selikê de deyîn in, li gorî van çend nivîsaran Êzîdî Erebin,Êzidî Muslmanin, Asûrîne (Kildanî), Şî e a ne…Her weha gelek navên din
Heya xeleke 3an bimînin di xweşiyê deAmer Çelik 23.01.2016   amercelik@hotmail.de

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark