Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Divê Dest Bi Geşedana Zimanê Kurdî Bibe

 


Merwan Berekat

Eger tu bixwezî nasnameya netewî ya mirovekî winda bibe, û di neteweya te de were helandin ( pişaftin ), berî her tiştekî zimanê wî, bi wî bide jibîrkirin, û zimanê xwe bike zimanê mal û danûstandina hemû warên jiyana wî. Ev rastiyeke dîrokî û zanistî ye. Lê ew karekî ne mirovane û ne jî dikekeve xizmeta şaristaniya mirovahiyê.
Belê eger mirov li dîroka û mirovahiyê vegere, û wê baş raçav bike, dê bibîne, ku gelek milet hebûn, lê roja îro ne ew, ne zimanê wan û ne jî bermayên wan mane, û hin jî, hejmareke pir hindik û belawela mane.

Ew miletên ku nemane, ne bi şer, ceng û nexweşiyên vegritane hatin tunekirin, lê belê sedema serekîn ew bû, ku ew milet li zimanê xwe xwedî derneketin. Ango ew di jiyana xwe ya rojane de bikar nanîn.  Wan zimanê miletine din bi kar anîn, û bi demê re ew di netewa wan zimanan de hatin pişaftin.
Bêguman, di vî warî de, hertim rola destlatdarî û dagîrkeriyê hebû. Tevlî ku hewildana şer û tunekrina zimanan, tucarî nakeve xizmeta avakirina şaristaniya mirovahiyê, lê mixabin di destpêka dîrokê de, û ta roja îro ev karê ne mirovane ji aliyê regezperest û şûfenîzman ve tê kirin.    
Ji sedsalan ve dijmin û dagîrkerên Kurd û Kurdistanê bê rawestan, bi rêbaz û pirojeyên curbecur hewildane û hîn jî, berdewam in, ku zimanê kurdî winda û dêris bikin. Belkî ta astekê û nemaze di dîroka nûjen de parek ji vî gunehî di stiwê civaka navnetewî de ye. Çimkî tucarî bi şêwakî rasteqînî piştevaniya gelê Kurd û hebûna wî ya netewî nekiriye, û ne jî rê li ber tunekirina Kurdan ji aliyê nijadperestan ve girtine, û di pir qonaxan de piştgiriya wan kiriye. Bêguman ew jî cihê mixabîniya gelê Kurd e. 
Lê xewnên şûfen û nijadperestan her û her têk çûne û hîn jî têk diçin. Ji ber ku ronakbîr, rewşenbîr, zimanperwer, û hişmendên Kurdan, ji ber parastin û reseniya zimanê kurdî de kedeke bê hempa dane, ta astekê ew bi demê re nûjen jî kirine. Ew jî cihê serbilindî û şanaziya gelê Kurd e. Ji erkê her Kurdekî ye, ku geweremirovên Kurd ên ku di riya pêşxistina zimanê Kurd de xebateke payebilind kirine wan ji bîr nekin. 
Zimanê kurdî yek ji zimanên kevnar e, û di pêvajoya dîroka xwe de, nemaze di serdema Mîdî û berî wê ya Mîtanî de, ewî pir şaxên zanistê yên wan serdeman ji memikên xwe yên zimanî mêjandine. Ne tenê wisa jî, lê belê di wan serdeman de, ew wek zimanekî cîhanî, dihate bikaranîn û naskirin. Ev rastiya di gelek şopewar û girên ku di herêma Mezapotamiya de, ji aliyê lêgerînvanên Ewrupî ve, yên ku di vê herêmê de lêgerîne, hatiye teqezkirin.
Ji aliyekî din ve, zimanê kurdî bandorên xwe yên zimanî, li zimanên, ku bi wî re bûne hevsînor, kirine, û ta roja îro jî, pir ji bêjeyên kurdî cihê xwe di ferhengên wan zimanan de girtine, û wan bi kar tînin wek zimanê erebî, tirkî, farisî, û her weha di hin zimanên din de jî, wek îngilîzî, yûnanî.. û H.W.D.
Lê.. ji ber ku zimanê kurdî ji sedsalan ve, nebûye zimanê destlatdariyê û ji qadên fêrkirin, perwerdekirin û hemû warên zanistê dûr maye, mirov dikare bêje, ku ew bi gavine pir fireh li paş demê maye. Ji ber wê jî, zor girîng û pêwîst e, ku kar û xebateke pir mezin û ji hemî aliyan de, ji bo vejîn, nûjenkirin, duristkirin û astebilindkirina wî were kirin.
Bêguman, dema ku em dibêjin ew li paş demê maye, divê were vejandin, ew netê wateya ku zimanê kurdî hatiye pişaftin, lê belê, mebest ew e, ku em bikaribin wî bikin zimanê hemû şaxên zanistê yên vê demê, û wî bigînin asta zimanên serdema niha. Di vê derbarê de pirseke sereke heye û ew jî ev e:
Ma gelo emê çawa karibin bi şêwakî zanistî ji bo pêşxistina zimanê kurdî bixebitin, û pirsgirêkên wî çareser bikin?
Bêguman bersiva vê pirsê pirşax û berfireh e, lê emê li gor têgihîştina xwe hin aliyên wê bidin ber ronahiyê.
Gava yekem ew e, ku li ser asta Kurdistanê konfiranseke fireh ji zimanzan, pispor û kesên ku bi dehsalan bi zimanê kurdî mijûl in were lidarxistin. Ew konfirans dê encamdar bi sûde û başencam be, nemaze eger beşdarên wê ji hemû zaravayên zimanê kurdî bin. Ango ew ne konfiransa zimanê kurdî û di nav du kevanan de jî ( Kurmancî ) yan jî ( Soranî ) be. Ew konfirans ne tenê çend rojan were lidarxistin û her yek ji beşdaran nêrîna xwe bide. Divê ew xwedî biryar be, di wê de komît werin avakirin û kar were hilpesartin.
 Dê baş û pêşketî be, eger endamên konfiransê û yên ku cihê xwe di wan komîtan de bigrin pirtirî zimanekî zanibin, û nemaze zimanên erebî, farisî, tirkî û îngilîzî, ji ber ku sê zimanên pêşîn bandora wan li zimanê kurdî bûye, û Îngilîzî jî, wek zimanekî cîhanî bandora wî li piraniya zimanên cîhanê heye.
Wekî ku nas e; sûde, rastî û encamdayîna her karekî di berdewamiya wî de ye, ji ber wê jî, dê zor baş be, eger ji salê carekê ev konfiransa were lidarxistin, û komîtên ku kar bi wan hatine hilpesartin, encamên karê xwe bidin ber destê komîta rêvebir a konfiransê. Ango kar û xebat bi şêwakî sazûmanî were kirin.
Dema mirov berhemên nivîsakar, lêkolînvan, helbestvan, dîroknîvî, romanivîs….. û H.W.D, yên zimanê kurd dixwîne, birastî xwendevan di pir aliyan de tevleheviyê dibîne, û carina winda dibe û ji xwe dipirse: Ma gelo kîjan a rast e?  Nemaze di warê rêzimên, rastnivîs û bikaranîna têrman de. Ji ber wê jî, wekî hemû miletên cihanê pêwîstî û girîngî heye, ku di wê konfiransê de, komeleyeke zimanê kurdî were avakirin, û ew bibe lêvegera karûbarên zimanê kurdî,  nemaze di warê danîna têrman, amadekirina ferhengan bi şêweyekî zanistî û çareserkirin û duristkirin hin pisgirêkên rêzimên.
Di baweriya me de yek ji pirsgirêkên mezin di jiyana zimanê kurdî de ew e ku ew bi du abêyan ( alfabiyan ) tê nivîsandin. Ji ber wê jî bandoreke wê ya neyînî li jiyana zimanê kurdî dike, û herweha ew bandora xwe li xwendevan û nivîskaran jî heye. Ango xwendevan û nivîskarên ku bi abêya latînî fêrî zimanê kurdî bûne, ji wan ên ku bikaribin berhemên ku bi abêya zaravayê Soranî hatine nivîsandin bixwînin, pir kêm in, û li aliyê din jî wisa ye. Bê guman ev di jiyana zimanê Kurdî de lawazî ye. Ya din ji bo siberoja zimanê kurdî jî, belkî bibe metirsiyeke mezin. 
Di baweriya me de, berî aliyên siyasî yên kurdî, zimazan û rewşenbîrên Kurd ji ber vê pirsgirêk û nakokiyê de berpirsiyar in. Eger ew bi erkên xwe yên dîrokî ranebin, û dest bi şoreşa zimanê kurdî nekin, hêdî hêdî tiliyên nerazîbûna gelê Kurd wekî çawa dirêjî siyasetmedar û rêvebirên siyasî yên Kurd dibin ku çima ew li hev nakin, dê dirêjî wan jî bibin.
Bêguman, çareya vê pirsgirêkê ji aliyê kesan ve netê çareserkirin. Divê ew yek ji stûbariyên sereke yên wê konfiransê bin ( konfiransa zimanê kurdî ).  
Di van dehsalên dawî de, gelek saziyên fêrkirina zimanê Kurdî ( Kurmancî), li Bakur û li Rojavayê Kurdistanê hatin damezirandin, û armanca wan tevan bi şêwayê xwe yê giştî ew e, Kurdan fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bikin.  Bêguman, ev kar ji bo zimanê kurdî pir hêja bû. Ango, mirov dikare bibêje ku van saziyan firkeke bi sûd xiste jiyana zimanê kurdî. Ji ber ku xwendevanên kurdî pir bûn, û di van dehsalan de geşkirina nivîsandina bi zimanê Kurdî ew jî berçav bû. Lê aliyekî wê yê neyînî jî heye, ji ber ku her saziyekê ji van saziyan mêtiryalên ( rêbazên ) taybet ji xwe re danîn, û hinan jî siyaset û eydilojiya ( bîrdozên ) hin partiyan xistin wan mêtiryalan.
Ya din, tu hevkarî di navbera van saziyan de nîne, ango rewşa wan jî wek rewşa partiyên kurdî ne, her yek ji wan dibêje ya min rast e.
 Her demekê tê ragahandin ku konfiranseke zimên hatiye lidarxistin, lê mixabin piştî ku ew kar tê şopandin, tê nasîn ku ew ji aliyê partiyeke kurdî ve hatiye amadekirin. Belkî ew gav ewqas ne pirsgirêk be, lê pirsgirêk û mixabîniya mezin ew e ku piraniya kesên ku di warê zimên de pispor in û kesên ku bi dehsalan bi zimên xwe mijûl kirine ew nehatine vexwendin, û haya wan ji van konfiransan nîne. Birastî: Eger em xwe ji mejiyê tekane rizgar nekin, û bi şêwakî sazûmanî nexebitin, em tucarî nikarin wek tê xwestin xizmeta zimanê xwe bikin.     
Ta ku jiyana zimanê kurdî derbasî geşedaneke rasteqîn bibe, û ew bi şêwakî zanistî were ravakirin û bê şaşîtî were fêrkirin û perwerdekirin, divê ew nebe dîlê biryarên partiyên siyasî yên ku taniha nikarin li hev bikin.
Ji ber wê jî em dubare dikin ku konfiranseke berfireh û li ser asta Kurdistanê ji bo zimanê kurdî were lidarxistin. 
Ziman jiyan e, divê em li jiyana xwe xwedî derkevin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark