Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Xilmaşiyeke li ber agirê Newrozê

 


   Mûmeke ji xewnên azadiyê ji seydayê hêja û dilsoz re, mamoste Mustefa Reşîd

Bêwar Brahîm

Mamoste,
Te, ji min pirsî : Ka Te çi li ser Newrozê nivîsandiye?
Bê guman, ez niakrim mîna kekê xwe yê mezin mamoste Kakşar Oremar gotareke zanyarî li ser Newrozê binivîsim.


Lêêê …, ji nasbariya zor û setema li ser vî welatî û Ji kîmkîma evîna siruşt û deyaxa wê, tenha ez karim agirê vê Newrozê , bi Bilûra Buharên geş û bi hêvî re, bi sirûdên xewnên ezel re, bi agirê lawînî û dilsoziyê re , gurr bikim.
Lorînekê, ji kelkela dilên dayîkan,
Heyranokekê, ji jenîna dilên evîndaran,
Hawar û qêrînekê, ji azara girtiyên zîndanan, û êşa birînên birîndaran.
Ji lorînê, wê cobarên hêsrên deyaxê, bifûrin û biherikin,
Ji Hyranokê, wê Mem û Zîn , ên hemdem – bêyî ku gustilên xwe bi hev biguherin – di hembêza her Newrozeke zindî de, gulîzarên evîn û xoşewîstiyê, bi ava ramûsanên ber-êvarên bê xatirxwestin, avbidin.
Ji Qêrîn û hawarê, wê refên Kevokên sipî, bê tirs û bê saw, bi doza felat û azadiyê re, hêviyên aştî û tenahiyê re, di asmanê Kurdistanê de bifirin.
**********
Mamoste,
Newroz, şeveke bê xew û bê razane, bi şevbuhêrkên mest û şehlewend re, buharê li ser keviyên lêvên sermediyê dibuhujîne.
Em sirûda xakê, di guhê demên dêrîn û yên nûjen de hişyar dikin, hêvî û xweziyên bûyî, di mista destê jiyanê de dikin xak, li nav wê xakê, em tovê jiyanên nû diçînin û ji hebûna xwe, em hebûnê diafirînin.
Dijminan xwestin, me li ser rêkên windabûnê peya bikin, lê hebûna me li wan bû volkanên peqiyayî.
Xwestin me bikin êzing, ji agirê Nwerozên me re, me bikin qurban ji daxwaz û xwezîyên me re, lê Agirê Newrozê li me bû ronahî, û li wan bû reştarî.
Efsaneya Ronahî û Tariyê, di dilê buharên me de bû sembol ji deyaxa hilmet û berxwedanê re, ji pîroziya netewe û niştimanê re.
**********
 
Mamoste,
Li ber agirê vê Newroza geş, Te pirsek ji baxê dilsoziyê  kir , li ser rewşa Pênûsê li nav tiliyên Jinên Welatê me ?
Min ji Te re, got :
 - Ew pir ji nivisîna li ser evînê, hez dikin.
Te, li min vegerand :
- Ohhhh …, ma çi ji eşq û evînê xweştire?.
Erê Mamoste,
Te, rast got …
Bi Pênûsa Jinên welatê me, li her çar aliyan bê cudahî, ronaka tîrêjên evînê tê vejandin û zelaliya wê zelaltir dibe, mîna zelaliya dildariya Kejal Brahîm Xidir, ku weha ji evîndariyê re nivîsandiye :
( Dibêjin : Ewên ku tilîyên xwe, rojê pênc caran şil nakin, gawirin.
Ji ber, bê destnimêj dimînin.
Di her pênc qamên nimêjê de, ez tiliyên xwe, bi barana çavên Te dişom, û li ser rûpelê dêmê Te … nimêja evînê dikim …)
Te dît mamoste ? Eve evîn, bi pênûsekê, li nav tilîyên Jinekê ji welatê me.
**********
Mamoste,
Pirsên xewnan, mîna rewrewk û leylanên bê tixubin , li ser şopa tîbûna rojên çol û beyabanan , derbas dibin.
Lê xewnên azadiyê, agirên geş û nevemirin, ji geşbîniya dilê jiyanê re,
ew ne tenê geşbîniyê vedijînin , ew zingara li ser kilîtên felatê bi camkaxeta deyaxê paqij dikin , şîniya ku di çavên rojan de, bi cih bûne dişon , rêkên vegerê li ber xewnên reviyayî, vekirî dihêlin û li şûna her keser û kovanekê , şitlekê ji darên tenahî û aramiyê diçînin.
Newroz, bingehtirîn xewn bû ji bo felat û azadiya Gelê me, aliyek ji vê xewna nemir pêk hat, bi hêviya wê rojê, ku roja Welatê Rojê, bi hêzên ronahiyê re, di asmanê azadiyê de, bibe yek Roj, û Tîşkên vê rojê, li çar goşeyên vê Cîhanê bibin semyan.
Mamoste,
Min Mûmek, ji hêsir û girnijandinên vê Adarê, bi pîzotekê ji agirê Newrozê vêxistiye, û ez wê  li ser maseya Zanyarî û polîtîka Kurdayetiya resen datînim.
Û bê guman, Tu endamekî payebilindî, li nav karwanê vê pêvajoya
pîroz.
Bi hêviya ku rojên miletê Kurd tev cejin û Newroz bin

20 / 03 / 2007

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark