Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: PARSEKIRINA MIJARÊN KURDÎ *

 


Vejîna Kurd

   Piþtî qeyrana Sûriyê dest pê kir, hemû miletê Sûrî -Kurd jî di nav de- di rewþên pir dijwar re derbas bûn, lê ev rewþa kurda ya kambax bû hîmê bingehîn a þoreþa vejîna gelê Kurd..
Li Rojavayê Kurdistanê hejmarek ji kovar û rojnameyên bi zimanê Kurdî dest bi weþandinê kirin, û li gel hin kêmasiyan jî, ew bi demê re pêþ ketin, û geþbîniyek balkêþ di vî warî de peyda bû.. li cem hin çavdêran ew bi awayine rengereng  tên nirxandin, lê di warê parastina zimanê Kurdî de, bêguman, ew xwedî bandoreke erênî ne. Belê.. ev geþedana cihê serbilindî û pîrozbahiyeke mezin e, û ji bo çand û zimanê Kurdî jî xebateke zêrîn e.

Lê mixabin, ew niha rastî pir alozî û pirsgirêkan tên, rojnameyên ku li Rojavayê Kurdistanê, û belkî yên li derve jî, nemaze yên ku bi zimanê Kurdî tên weþandin an beþek ji wan bi Kurdî be, li gor ku ez jî pir-hindik di wî warî de mijûl dibim, ew di rewþa lukmandinê re derbas dibin û ji kêmbûna mijaran dinalin.. tevlî hebûna hejmareke mezin ji nivîskar û helbestvanên, ku xama pênûsên xwe ji kaniya zimanê Kurdî wergirtine, dîsa em dibînin ku rojnameyên Kurdî kêmpênûs in, xemsariya nivîskarên me dibe sedema qelsî û jariya wan rojnameyan.. û herweha desteyên sernivîser dest bi parsekirina mijarên Kurdî dikin, û eger kesek gotarekê yan helbestekê ji wan re rêke, carina minet jî tê de heye..
Dema pîvan dibe xemxwarî yan xemsariya nivîskaran, wê demê ew çend encamên din jî bi xwe re tîne holê, û mirov nikare naverokeke têr û tijî ji wan rojnameyan hêvî bike.
Lê hêviya me ew e ku nivîskarên zimanê Kurdî bi pênûs û berhemên xwe li wan rojnameyan xwedî derkevin û di hemû  waran de wê dewlemend bikin, ji ber ku ev bi xwe erkeke netewî, welatparêzî û xwedîlêderketina zimanê Kurdî ye.
Ma gelo vejandina ziman û rojnamegeriya  Kurdî ew jî ne þoreþ e?!!
Ya rast ew e ku hemû nivîskar, rewþenbîr û zimanhez dest bi þoreþa rojnamegeriyê bikin û bila desteyên sernivîser hestewar nebin ku ew parsekirina mijarên kurdî dikin.
* Gotara sereta ya Rojnama REWÞEN hejmar 14
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark