Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Rojnamevanê kurd Sîrwan Hecî Berko bû peyamnêrê fermî yê RSF

 


welateme.net 

( welateme.net - amude.com) Rêxistina peyamnêrên Bêsînor ( Reporters without Borders, RSF) ji bo agehdarkirina li ser rewþa medya û azadiya raman û derbirînê ya medya û rojnamevanên kurd peyamnêrek teybet destnîþankir .peyamnêrê ku ji vî karî re hatiye binavkirin , rojnamevanê kurd yê çeleng û jêhatî Sîrwan Hacî Berko ye .


Sîrwan Hecî Berko rojnamevan û nivîskarekê kurde, ji rojavayê kurdistanê ye û li derveyî welêt dijî, kar û bizaveka berçav di warê ragihandina kurdî de dike û berpirsê Malpera (amude.com) ya ku bi roleka beriz û bilind di belavkirin û gihandina nûçeyên serhildana (12) avdarê de lehîst û wek jêderkê bingihîn ji agehdarî û nûçeyên rast û durst re hate xuyakirin û bû zarê serhildayan û deng û rengê wan gihan de tevaya cîhanê, eve demeke rêzdar Sîrwan bi RSF re bizavdikir û bi wan re dixebitî, lê ji îro pê ve wek peyamnêrekê fermî yê RSF wê agehdariyan li ser binpêkirinên mafên raman û derbirînê li kurdistanê, Sûrî, Iraq, Iran û Turkiyê bigihînê RSF ê . û herweha RSF wê nûçe û daxuyaniyên xwe bi zimanê kurdî di Malpera xwe de ( www.rsf.org ) bi weþînê .
Peyamnerên Bêsînor rêxistinek navnetewiye, navenda wê li Parîs peytexta Firensayê ye û li gelek welatên cîhanê nivîsîngehên wê jî hene, RSF rêxistineke ji bo azadiya çapemeniyê ye, ew ji bo li dijî binpêkirina mafê derbirînê di xebitê û balê dikiþînê  ser girtin û bin pêkirina mafên rojnamevanan û kesên ku di medyayê de di xebitin .
 Em jî bi navê Malpera Welatê me pîrozbahiya rêzdar Sîrwan dikin û vê gavê weke destkeftiyeka balkêþ ji azadiya raman û derbirînê re dibînin, bi hêvîne ku ew di vî karê xwe de serbikevê û xizmeta peyva azad û ramana serbest bikê  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark

Mijarên Têkildar

Nûçe