Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxwyaniya rojnemegerî

 


  Ber ve yekbuna xitaba siyasi ya kurdî li suriye
Kongra Paris ê ya duyemîn

Di 16 adarê 2007 li parisê paytexta Fransa kongrek navnetewî li navenda en cana sinetora fransi [Sêna] de li darkeve


di bin navê (yekirina xitaba siyasiya kurdi li suriye) ji bo bêlikirina karê siyasî ê kurdî li suriyê bi gotûbej û gengesiyên aveker ber ve yekbuneke siyasî di nav tevgera siyasî ya kurdî li suriye.
Hemu parti u hêzên kurdi dê besdari ve kongre bibin li gel rêxistinên gelêrî û dezgehên mafên mirovan.
Armancen ve kongrê ev in;
Yekem; yekirina xitab û palen(sefên)siyasiyên netewî li suriye bi xortkirina hevpeyvîn û gotûbeêja kurdî-kurdî.
Duyem; sazkirina nûneriyeke rewa ku kurdên suriye li derve binimine.
Sêyem; danasîna doz û pirsgirêkên gelê kurd li suriye, ji ber ku kurd parek ji tevna netewî ya surîne û mafên wan hene wek ku erk li wan hene.
çaremin;kurd li surriyê hevbesê welat û pêvajoya guhertina netewî ya dimoqratî û astîyane  ber ve pekanîna daxwaze gel li suriye.
Pencemîn; xebat bo vekirina rîyan li ber hev peyvîna netewî ya avaker li gel hêzên dîtir yên netewî û civakî li suriye bo xebata netewî ya gistî u hevbes.
Sesemîn; rakirina keleman li ber daxwazên rewa ye gelê kurd li suriye di çarçeveya yekîtîya netewî û hevjîna beratî di nav gelê suriyê de beyi bijartin u cudakirina nijad,ol u netew.
Heftemîn; gihandina zehmetiyen u hêviyen hemî besen gelê suriyê bo raya gistî ya nav netewî.
Hestemîn; pistgirî bi sehidên raperîna adarê  2004 li suriye yen bûn canfîda ji bo welat.
Nehemîn; pistgirî bi hemû girtiyê siyasî û girtiyên azadiya raman li suriyê û xwastina azadiyê ji wan re .
Li darxistina kongreya parisê ya duyemîn rastî salvegera 44 mîn a rewsa awerte ya li suriye tê û her wiha rastî qunaxeke hestiyar li suriye u walaten hereme.
Ji ber wê daxwaza me bi dawîkirina rewsa awerte û zagonên ne asayî li welet û pesketin berve paserojeke bi ronahî li dewleta hemwelatiye û zagonan.
Hêz û partiyên û rexistinên besdar;

Yekemîn; partiyên hevgirtina kurdî
-partiya demokrat a pêsvero yê kurdî li suriye
-partiya çep a kurdî li suriye
-partiya yekîtiya demokrat ya kurdî li suriye
-partiya demokrata kurd li suriye

duyemîn;partiyîn eniya kurd li suriye;
-partiya demokrata kurd li suriye[parti] sekreteriya gistî
-partiya demokrata pesvero
-partiya netewî a demokratik a kurd li suriye

sêyemîn;komiteya girêdaniya sê alî
-partiya azadî a kurd li suriye
-partiya yekîtî a kurd li suriye
-tevgera peseroje a kurd li suriye

çaremîn;partiya yekîtiya demokrat li suriye
Pêncemin; dezgeh a civaka civil, kombun ji bo suriye, rêxistine mafên mirovan,komela jinê kurd yên suriyê,û hejmareke ji kesên walat parêz yên serbixwe.

Tev amede buna hejmareke ji perlementer û rojnemeger ên ewripi.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark