Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Konê Reş û çend Pirs li Dor Malbata Mala HacoJin û Koçberî

 


Hevpeyvîn: Dildar Qertimênî

Dawî, mamoste Konê Reş razî bû   ku bersiva pirsên min li dor malbata Haco vegerîne. Wek ku diyare malbata Haco di nav kurdên rojava de, di warê kurdewariya xwe de ji malbatên navdar e. Konê Reş jî, ji nivîskarên naskiriye di nav kurdên rojava û Kurdistanê de, digel ku guhdana wî, bi dîroka êl, eşîr û kesayetiyên rojava baş heye. Min jî xwest van pirsên xwe jê bikim, lê pîştî 6 heyvan nû razî bû ku bersiva pirsên min vegerêne.
Fermo ez û hûn, pirsên min û mamoste Konê Reş:


1-  Gelo siltanê Hevêrkan kî bû, rast Haco axa bû?! Û kengî navê Haco di nav kurdan de hatiye hole?
*- Bi rastî, ev hevpevîn ne bi dilê min bû, lê piştî ku Hecî Ehmedê Simê di roja 16.10.2015 an de ez digel gelek navdarên Cizîrê ji eşîr û siyasetmedaran, vexwendî mala xwe, ser xwarinekê kirin û Şewketê Silêmanê Haco ebeya Eşîra Hevêrkan lê kir..! Min ji xwe re got; çima ez ê bersivên Dildar nedim..
Siltanetiya Hevêrka ji Abdulkerîmê Eliyê Remo dest pê kiriye, ne ji mala Haco.. Wek ku diyare, piştî kuştina siltanê Hevêrka Abdulkerîmê Eliyê Remo li Axreşkê – di navbera Mêrdîn û Diyarbekirê de ye-  Ji nû axatiya herêma Hevêrka ketiye destê mala Osmên; Serhan û Çelebî, pismamên Hacoyê ku pirs li dorê ne.. Berî navê Haco berz bibe, navê Elîkê Bettê bi kuştina Cimoyê Hêştrekî, yê ku bavê Haco kuştibû hatiye meydanê û vê paşiyê piştî ku Elîk hebsa Nisêbînî vekir, bêtir navê wî  belav bû, ta hinge navê Haco nebû.
Di baweriya min de, berberiya mala Osmên ya xwebixwe, planek ji planên Osmaniya bû, da ku kurd hev negrin û nikaribin rojekê doza tiştekî bikin.. Hingî, Haco bi navê ( Hevêrkan) û pismamên wî bi navê (Dekşûriyan) berberiya hev dikirin.. wek ku çawa li tora Mihelmiyan, Issa Begî û Xelîl Begî û li çiyayê Omeriyan jî, Etmankî û Mehmûdkî çêkiribûn û berdan hev û din, wiha jî di herêma Hevêrkan de Dekşrû û Hevêrî çêkiribûn.. Neyse, mijara me ne eve.. Piştî serhildana Şêx Seîd û alîkariya Haco bi Kemalîstan re, ji nû navê wî  di nav gel de hatiye meydanê. Belê piştî bidarvekirina Şêx Seîd di havîna 1925an de û jêxwestina ku Haco kursiyê bin lingê Şêx Seîd bikşêne.. Di encam de Haco razî nebûye û ji Amedê revyaye ta ku di sibata 1926an de derbasî Binxetê bûye.
Hingî, Sûriyê di bin desthilatdariya fransîzan de bû. Wiha bêtir navê Haco hat naskirin.
Li Binxetê, Fransizan çend gund di sinceqa Xelef Axa de dane wî û xelkên ku pêre binxet bibûn, ji kurdan; bi Êzdî û misilman ve û Xirstyanan.
 Hingî, Haco, tevayî wan gundan li ser navê zarokên xwe tapo kirin, her kurekî xwe kir muxtarê gundekî..Ku niha ji xelkên ku pêre daketibûn Sûriyê nerazîbûna xwe diyar dikirin, Haco ji wan re digot; ( Erd di destê we deye, hûn hiltînin û datînin , ne gur dixwe û ne diz didize…). Vê paşiyê rêjîma Baas destê xwe danî ser tevayî wan gundan û ji mala Haco standin. Di baweriya min de ku Haco ew gund li ser navê wan xelkên ku pêre Binxet bibûn; ji kurd, Êzidî û Siryanan tapo kiriba, wê gelek ji wan gundan di destê wan de maba .. Tevî ku Haco li Binxetê ji êlperistiyê derbasî kurdperistiyê bibû jî, lê zarokperestiya wî zoriya Kurdperestiya wî dibir.. Roja îro, bi tenê ew çend avaniyên mala Haco li Tirbesipyê mane…

2 – Mamoste! Tu dikarî ji me re behsa rola Haco di nav kurdên Binxetê de bikî?
*- Li Binxetê guhertinek mezin di pêvajoya Haco de hat xuya kirin; ji warê êlîtiyê derbasî warê kurdayetiyê bû. Ew jî, bi saya Mîr Celadet Bedirxan.. Piştî derbasbûna Haco Binxetê bi dor salekê, li ser daxwaza mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî, digel Emîn Axa( Emînê Perîxanê), çû Libnanê, li bajarê Bihemdûnê bi welatperwerên kurdan re beşdarî di damezirandina (komele Xoybûnê) de kir.. ji wê hingê ve Haco bi duristî di warê kurdîtiyê de xebitî û li gor daxwazên Mîr Celadet Bedirxan diliviya..
Gotina Mîr Celadet Bedirxan li cem nedibû dudo..
Di sala 1936an de, di civînekê de li gundekî ji gundên Sinceqê Haco ji xelkên beşdar  re gotiye: Werin, em wan kesên ku dibêjin ( XUBIZ) anku nan, di binya çiyayê Şingalê re derxînin..
Di baweriya min de ev daxwaza Haco ji eşîrên Sinceqê, pêşniyara Mîr Celadet Bedirxan bû. Mîr Celadet nêzîkî siyaseta Fransîzan bû di Sûriyê de,
Vêce wî divyabû navbera çiyayê Bagokê û Şingalê ji ereban vala bibe, bi ser hev vebe , wek herêmek xurû kurdî.. da ku doza xweseriya wê herêmê ji Fransîzan bike, lê sed mixabin hin êlên Sinceqê xwe nedan ber gotina Haco û ew jî beravêtî derket..
3 – Bextê Haco an bextê Hesen? Dibêjin, bextê Hesen ji bextê bavê wî Haco tekûztir bû..?
*- Bêguman, ev gotin ne ji valabûnekê hatiye, ji serboriya Haco û ya kurê wî Hesen hatiye. Ji zarokperestiya Haco hatiye. Haco zarokên xwe di ser xelkên eşîra xwe digirtin .. lê xuya ye ku kurê wî Hesen Axa cudahî li cem nebû; birayên wî, biraziyên wî, xelkên eşîra wî û tev kurd li cem wek hev bûn, li gor ku min ji xelkê bihistiye..
4 – Malbata Haco li kû maye, çi bi serê  wê de hatiye?
*- Bi mirina Haco re, di nîsana 1940, barê malbatê ket ser milê  Hesen Axa de û wî karîbû bi serketin di bin barê malbatê de rabe  û pêş ve bibe, ta ku wî jî di sala 1967an de çû ber dilovaniya Xwedê.
Ez nebawerim ku yên li pey wan re karîbûn wek wan ( Haco û Hesen), di bin barê malbatê de bilivin ... Cemîlê Haco an Îbrahîmê Haco an Ekremê haco.. Ji ber ku rewş gelekî hatibû guhertin û zextên rêjîmê bi dijwarî li ser tev kurdan û bêtir li ser malbata Haco hebû .. piraniya wan, ji berî 30 salî ve koçberî Ewropa bûne û bi taybetî Swêd.. Dikarim bibêjim ; tevî wê rewşa xerab Mecîdê Haco di bizava xwe ya netewî de karîbû navê Haco  bilind bihêle. Vê paşiyê jî, Ciwan Haco bi dengê xwe navê Haco parastiye.
Malbat tev baş nînin û tev xerab jî nînin, lê piştî mezinbûna malbata Haco û zextên rêjîmê û yên rêxistinên heyî di wê hinge de wek; partiya Komunîst û partiyên kurdan yên ku teqlîda komunîstan dikirin, şerê malbata Haco bi tundî hat kirin, ta ku kêlên ber serê miriyên wan li Dugirê tev rûxandin..
5 – Îro tu wan çilo dibînî?
*- Roja îro, ez malbata Haco bêtir Hacoperest dibînim, her wiha zimanperestin jî . Hez zimanê xwe dikin û li kû bin di malên xwe de bi kurdî xeber didin..
6 – Çima di van salên dawî de, şerê malbata Haco tê kirin?
*- Ez nabêjim ku şerê wan tê kirin, belê dikarim bêjim ku behsa wan bi neyênî tê kirin. Di baweriya min de ew jî li sê çar egeran vedigere:
1– Bîranên Hiznî Haco; ku pesnê malbata xwe daye, bêyî ku neferekî jê rexne bike an siyaseta  malbatê û neferên wê şaş bibîne; Bi Barzanî re Barzanî ne, bi Celaliyan re Talabanî ne, bi Pkk yan re PKK e ne..
 
2 – Pirtîka ku Ferhadê Cemîlê Haco bi navê bîranînên bavê xwe Cemîlê Haco çap û belavkiriye, gelek dibêjin ku piştî mirina Cemîlê Haco kurê wî Ferhad , bîranînên bavê xwe li gor pesnê malbata Haco berhevkiriye..

3– Ragihandina Şekîb Haco di TVya Sûriyê de sala 2004an, derbarî hebûna kurdan li Sûriyê…

4– Siyamend Haco û ragihandinên wî li Ewropa…

5– Bêdengiya malbata Haco derbarî koçkirina xelkên Rojava. Ji ber ku ew xwe dibînin ji kurdperwerên herî resen û heyî di Cizîrê de. rojekê wan ev koçberî protesto nekirin. Ew berî xelkê derketin… Di baweriya min de ji ber van sedeman û ji bilî wan, hin kurd bi neyênî behsa malbata Haco dikin… Bi hêvî me dilê kesî ji bersivên min nemîne.
08. 11.2015


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark