Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de.. Paşgotina wergêr.. Cenga ramanan û dewleta Kurdistan

 


Heyder Omer

Ji 25 salan de, ji dagîrkerên exmînî farisî de bigir di ba talanên_şerkarên îslamê û dewleta xîlafetê re derbas be, ta bi dewleta osmanî, miletê Kurd bi metirsiyan û belayên mezin re rû bi rû dibe, evan belayan bi dagîrkirina erdnîgariyê tenê qayîl nebûn, belê bi ser de jî hewl dan, da vî miletî ji kokê de hil kin, û ji nasnameyê biqetînin. Piştî ku farisan rêvebiriya vî miletî, bi gêrkirina şahnişîna Med re, gêrkirin, dest avêtin rêvebiriya olewerî zeredeştî jî, û ji xwe re zeredeştiyeke farisî, ku ji bo pirojeya xwe ya kolonîkirinê bixebitînin, jê deyda kirin.

 Û piştî gêrbûna imperetoriya farisî, miletê Kurd, bê ku bi dilê wî be, tev li dewleta xîlaxeta erebî îslamî bû, evê dewletê jî ziman û anda erebî serdest kir, û andên miletên din, Kurd jî di nav de, yên ku bi darê zorê tev li îslamê bûn, paşguh kirin, û karînên Kurd xistin ber karmendiya anda erebî, pê re jî rewşenbîrên Kurd, di ber andên miletên, ku bi navê îslamê hukumdar bûn (Ereb û Faris û Tirk) de xwe westandin, bê ku karmendî û pêşvebirina anda kurdî û damezirandina bingeheke zanînê ya hêzdar, ku hişyariya netewî resen û ramana netewî gumreh xwe bi ser de pal bidin, xem û qisaweta wan bin.

Cenga ramanan
Helbestvanê feransî Vîktor Hogo dibêje: „Berxwedan li hember artêşan gengaz e (mumkine), lê li hember ramanan ne gengaz e“, em jî bi ser ve dikin, û dibêjin: Berxwedan li hemer ramanan dê gengaz be, lê bi hewceya cefayê ramanî ye, bi hewceya cefayên, ku ji yên meydanên cengan, pirtir û ne kêmtir e. Dîroka me û yên gelên din, gelek nimûne û nîşanên giringî û karîna berxwedana ramanî, raberî me dikin.
Dîroka Kurd ji têkoşîna dij dagîrkeran, û pêdariya li meydanên cengan dagirtî ye, Kurdan di hemî qonaqan de, kanîbûn lehengiya payebilind diyar  bikin, û serkeftinên nirxbiha bi dest xînin. Rast e ku ewana pêrgî şikestinan û bazdanan û cînosaydan jî hatin, lê bi carekê bê hêvî nebûn, û dest ji têkoşînê bernedan, belê têkoşîna wan hîna jî berdewam e, û dê bidome jî.
Lê mixabin, têkoşîneke li ser bingeha zanînê, li kêlek têkoşîna ekdarî nebû; mebesta me têkoşîna ramanî ye, ku dikare gelê kurd ji desthilata andên dagîrkirinê  rizgar bike, dikare hişyariya kurdî ji koletiyê û anda bazdanê rizgarbike, û hişyariya kurdî paqij û resen damezirîne.
Eger têkoşîna ekdarî xwe bi ser (têkoşîna ramanî) de pal nede, bi sernakeve, nemaze di vê serdema hemdem de, ku awayekî din ê têkoşînê rû daye, , ku îro li kêlek meydanên şer û cengan, dest bi cengine din bûye; ew jî cengên ramana ye, mase û pirtûk û rêbazên xwendinê û medyayê meydana wan e, em jî ji bo serkefinê di vî awayê cengan de, hewcedar in ku hişyariya xwe ya komel ji neyêniyên serdemên dagîrkirinê rizgar bikin, û ramana xwe ya netewî kurdistanî, ya ku dikare hiş û kesayetiya kurdî rizgar bike, ava bikin.
Roj bi roj tê xuyan, ku berxwedana ramanî, ji bo bidawîhanîna nakokiyan, hêmanê herî giring e, û miletê ku dîroka xwe nizane, û ji and û nasnameya xwe ya niştimanî hatiye birrîn, û ji kesayetiya xwe ya netewî baz dide, xwe radestî pirojeyên dagîrkirinê û asîmîlasyonê dike, nikare di cenga berevaniya hebûn û nebûnê de bi serkeve, û nikare bibe serdestê  welat û arenûsa xwe, û dê xelk heta hetayê pê bilîzin.
Belê….cengên ramanê pirî ji yên şer dijwartir in, û ji bo gelê Kurd dijwartirîn in, ji ber ku di nav rêjîmên dagîrker ên cûrbecûr de hatiye parekirin û parvekirin, her yekê ji wan, bê hemdê me bandora neyênî li ser raman û kesayetiya kurd hêştiye, û hinek pirojeyên yotub (xeyalî), îro bi encama vê bandorê di nav Kurdan de, bi behaneya bidawîbûna serdema dewleta netewî, rû didin, û dixwazin netewan derbas bikin.

Iblîskirina dewleta kurdistan:
Pirsa giring ev e: Gelo ima salogana (Serdema dewleta netewî bi dawî bû ye) îro tê hildan?! ima têgeha (dewleta netewî) ji naveroka niştimanî tê valakirin?!. Em nabêjin, ku anda gulobal bi gavên lezok ber bi pêşde nae, û andên niştimanî bi gefûguran re rû bi rû nake, û ne jî em dibêjin, ku cîhan ber bi penahên (kîyan) mezintir û rakirina sînoran ji nav dewletan de nae.
Yekîtiya Ewropayê nimûneya herî berz e, ewê sînorên navbera endaman rakir, yek awayê pereyan ji bo gelek endaman pêk anî, ûn û hatina mirovan û bazirganiyê di navbera dewletên endam de hêsan kir, lê gelo yekîtiya polîtîkî jî pêk anî? Gelo, hema endamekî wê jî dest ji nasname ya xwe ya niştimanî û netewî berda?
Yekîtiya Ewropayê bihêle, û rewşa hevgirtina Sovyeta berê bi bîr bîne. Gelo ji hêla rêvebiriyê û polîtîkê û hat û ûna nişteciyan di nav komarên wê de, ji yekîtiya Ewropayê ne pêşketîtir bû? Tevî vê jî gava desthilata rêjîmê hinekê sist bû, komarên wê bi lez ber bi dewletên xwe yên netewî de ûn, her yekê ji wan sînor û serokatî û serdestî û polîtîka derveyî û rêbazên perwerdeyê û hînkirinê he ye.
Herêma Bask, ku firehiya wê tenê 20 hezar kîlometrên arkoşeyî ne, û rêvebiriya otonomî jî di hundir dewleta Ispanyayê de he ye, lê tevî vê jî, em dibînin, ku bi germî ber bi serxwebûnê û avkirina dewleta netewî de die.
Gelo, sala 2014ê rêjeya Kataloniyên, ku dixwazin ji dewleta Ispanyayê veqetin û serxwebûnê û dewleta xwe ya netewî ava bikin negîha %81? Gelo, nişeteciyên Iskotlendayê hilbijartinên serxwebûnê li dar nexstin? Tevî ku daxwaza swexbûnê bi ser neket jî, lê ev raman û avakirina dewleta xweser hîn jî li ba wan zindî ye, û hinek hêzên polîtîkî hîn jî ji bo vê armancê dixebitin.
Piraniya gelên cîhanê dewlet li ser zemîna welatên xwe yên dîrokî ava kirin, û ew dewlet heya nûka bi navên gelên xwe tên navandin; wek nimûne, (dewletên Yapanê û înê û Koriyayê û Hindê û …..) li rojhilat, û (dewletên Elmanya û Hingariya û Yonanê û Feransa û Balîka û Siwêd û….) li rojava. ima gava em ji bo rizgarkirina welatê xwe ji destên dagîrkeran, û avakirina dewleta Kurdistan a xweser dixebitin, rengdêra (dewleta netewî) berî ku ew ava bibe, bi ser ve dikin? Gelo, ibîlskirina dewleta Kurdistan, berî avabûnê, daxwaza wan e?
Ji vê pê ve, biservekirina rengdêra (dewleta netewî) bi ser dewleta Kurdistan ve, beriya ku ava bibe, i wate he ye? Wateya xwe ne ew e, ku ev dewleta dê (yekeke netewpertest) be? Wateya vê yekê jî ne ew e, ku divê Kurd dewleta Kurdistan  nepejirînin? Wateya vê jî ne ew e, ku divê em dest ji welatê pêşiyan ji me re hêştine berdin? Wateya vê jî ne ew e, ku em têkoşîn û cangorî û gewreyên xwe bavêjin dervayê dîrokê? Ma karmendiyeke, ku ji dagîrkeran û pirojeyên wan ên kolonîkariyê re, were diyarîkirin, ji vê mezintir he ye? Dagîrker ji vê bêtir i dixwazin?!
Bilindkirina salogana (Em dewleta netewî naxwazin!), û salogana (Em dewleta Kurdistan naxwazin!) ne tenê mêldariya tektîkê dide pêş ya isteratîcîkê, û ne tenê kêmtêgihêştina andên talanê,  yên ku Kurd ji sedsalan de bûne qurbanên wê, didebirîne, û ne tenê duhatuwa miletê Kurd dixe ber dava nejdeyan (muxamere), û Kurdan bi ramanên yotubê re mijûl dike, û cefayên wan wenda dike, belê bi ser de jî kêmtêgihêştina anda resen a miletê Kurd, û nezanîna bi kesayetiya Kurd a resen diderbirîne.
Kînga Kurd miletê netewperst bûn? Kanî bingeh û nîşanên netewperstiyê di anda kurdî resen de? Vegerin kelepûra me bixwînin, û ayînên ola me beriya îslamê binerin, zeredeştiyê binerin. Em ji bo hemî gelên cîran, ji her warên andî, olî û polîtîkî ne sûdar bûn? Em ji xwe pirtir ne karmendên wan bûn? Eger Kurd netewperstbana, dê heya naka li ber destên dagîrkeran miletê bindestbana?
Maf maf in, heye durvên wan li erdnîgarekê û ya din, li ba vî gelî û yê din ji hev du cuda bin, lê naveroka wan ne cuda ye. Gele he ye, hêjayî serxwebûnê û avakirina dewleta xwesr e, û gel jî he ye, serdema dewleta netewî, ji bo wî bi dawî bû ye! Ev i susret e?
Avakirina dewleta Kurdistan ne daxwazeke sivik û bê nirx e, ku dest jê werin berdan. Hebûna miletê Kurd û rûmeta wî ji 25 sedsalan de bi gefûgurên rêjîmên dagîrker re rû bi rû bûne, tenê avakirina dewleta Kurdistan dikare van gefûguran ji holê rake, û vê teradîgiyê bi dawî bîne.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark